Parastina ziman li Ewrûpayê sembolîk e

Akademîsyenê katalan Climent-Ferrando di raporê de diyar kir, digel Biryara Alfonsi ya di 2013’an de jî zimanên kêmar (hatine kêmarkirin) bi tenê bi awayekî sembolîk hatine naskirin.

Ev jî tê vê wateyê, zimanên mijara gotinê di pratîka saziyên Yekitiya Ewrûpayê de nayên bikaranîn an parastin.

Di Yekitiya Ewrûpayê û saziyên girêdayê wê de zimanên kêmar nayên parastin.

Ev rastî bi raporeke dawî ya li ser mijarê hate weşandin derkete holê.

Rapor di 10 saliya Biryara Alfonsi de ya ji bo parastina zimanên herêmî û kêmar ên li Yekitiya Ewrûpayê  hate nivîsandin.

Lêkolîn Dr. Vicent Climent-Ferrando yê ji Zanîngeha Pompeu Fabra ya Barselonayê hate kirin.

Climent-Ferrando bi daxuyaniyeke çapemeniyê ya li Strasbourgê derbarê encamên lêkolîna xwe de agahî dan.

François Alfonsi. Wekîlê Fransî ya Parlamentoya Ewrûpayê.

Endamên Parlemena Ewrûpayê Diana Riba i Giner, Rasmus Andresen, Clara Ponsatí, Carles Puigdemont, Antoni Comín, Tatjana Zdanoka û François Alfonsi jî tevlî daxuyaniyên bûn.

Akademîsyenê katalan Climent-Ferrando di raporê de diyar kir, digel Biryara Alfonsi ya di 2013’an de jî zimanên kêmar (hatine kêmarkirin) bi tenê bi awayekî sembolîk hatine naskirin.

Ev jî tê vê wateyê, zimanên mijara gotinê di pratîka saziyên Yekitiya Ewrûpayê de nayên bikaranîn an parastin.

Climent-Ferrando da zanîn ev ziman di qada kar, hîndekariya ji bo kar, qadên xebata ji bo ciwan û dîgîtalê de cî nagirin.

Pêşniyazên ji bo Yekitiya Ewrûpayê

Di dawiya raporê de Dr. Vicent Climent-Ferrando ev pêşniyazan kir:

  1. Divê Yekitiya Ewrûpayê di çarçoveya bernameya Parastina Zimanên di Xetereyê de ya di 2022’an de dest pê kiribû tevbigere.
  2. Divê ZHK di hemû însîyatîfên Komîsyona Ewrûpayê yên ji bo parastina ziman de bê bikaranîn. Çend însîyatîf ev in: Online Linguistic Support, Europass, e-translation, Juvenes Traslatores.
  3. Bi mebesta şopandina rewşa ZHK’ê ya di nava saziyên Yekitiya Ewrûpayê de lidarxistina xebatên lêkolînî, weşandina îstatîstîk û rêberên parastina ziman.
  4. Fînansekirina însîyatîfên ZHK ya di nava bernameyên YE’yê de (Horizon, Erasmus+, Interreg hwd).
  5. Divê YE bêtir li daxwazên însîyatîfên sivîl guhdarî bike û wan bike bingehên polîtkayên xwe

Biryara Alfonsi û Ziman

Hêjayî gotinê ye li Ewrûpayê di navbera 60 û 80î de zimanên herêmî an kêmar hene.

Nifûsa kesên bi van zimanan diaxivin li derdora 40 an 50 milyonî ye.

Biryara Alfonsi ya bi navê Zimanên Ewrûpayê yên di Xetereyê de û Cihêrengiya Ziman di 2013’an de ji aliyê Parlamentoya Ewrûpayê ve hatibû qebûlkirin.

Dr. Vicent Climent-Ferrando. Nivîskarê rewşa zimanên kêmar ê di saziyên Yekitiya Ewrûpayê de

Di vê biryarê de ji bo parastina ZHK hin mekanîzmayên parastina ziman hatibûn diyarkirin.

Hêjayî gotinê ye li Ewrûpayê di navbera 60 û 80î de zimanên herêmî an kêmar hene.

Nifûsa kesên bi van zimanan diaxivin li derdora 40 an 50 milyonî ye.

Hin ji van zimanan lîsteya zimanên di xetereyê de yên UNESCO’yê de cî digirin.

Necat Ayaz

Necat Ayaz is an exiled Kurdish writer and journalist originally from Turkey. He is editor and founder of Infowelat online magazine since 2013. He has been living in Belgium since 2020. He is the author of Katalonya: Dirok Ziman Otonomi (Catalonia: History Language and Autonomy) and Ispanya”da Ozyonetimin Tarihi (The History of Self-Government in Spain).

Li vê jî binêre

Ji bo zimanê baskî dimeşin

jBernameya beza Korrikayê ya ji bo parastina zimanê baskî dest pê kir. Meşa 10 roj …