Raperîna 1991ê û Kurdistana Otonom

Raperîna li dijî rêjîma Baas a Iraqê ya li Başûr yek ji bûyereke girîng a dîroka Kurdistanê ye. Raperîn bi serfirazî û têkçûna xwe kurtedemek şûn de bû bingeheke xurt ji bo bidestxistina desthilatê û damezrandina Herêma Federal a Kurdistanê.

5ê Adarê 32. salvegera Raperîna Başûrê Kurdistanê ya li dijî dagirkeriya Iraqê ye.

Raperîna li dijî rêjîma Baas a Iraqê ya li Başûr yek ji bûyereke girîng a dîroka Kurdistanê ye. Raperîn bi serfirazî û têkçûna xwe kurtedemek şûn de bû bingeheke xurt ji bo bidestxistina desthilatê û damezrandina Herêma Federal a Kurdistanê.

Serhildana çekdarî ya gelê Başûr di 05.03.2023ê de bajarê Ranyayê ya li Başûrê Kurdistanê dest pê kir. Ev bûyer, tevlî serhildana şîiyan li başûrê Iraqê, rejîma Baas a li Bexdayê anî ber hilweşînê.

Di roja ewil a Raperînê de Ranya û Qeladizê hatin rizgarkirin û paşê jî gelê Kurdistanê tevlî desteka hêza Pêşmerge berê xwe da Silêmanî û bajarên din ên Kurdistanê.

Artêşa Sedam a li Silamanê li hember biryardariya serhildêran nekarî zêde di ber xwe bide û Silêmanî hate rizgarkirin.

Di pevçûn, êriş û tolhildana li dijî dagirkerên Iraqî de li Silêmanî bi sedan endamên ewlekariyê yên Baasê hatin kuştin.

Paşê Hêwlêr, Duhok û bajarên din ên Kurdistanê hatin rizgarkirin û pêşmerge û bi hêzeke mezin ajot ser Kerkûk û Musûlê.

Bi rizgarkirina her du bajaran li tevahiya Başûr desthilatiya Iraqê bi dawî bû.

Têkçûna serhildanê

Pêşveçûna artêşa Sedam Huseyîn bi tenê li Çiyayê Korekê rastî berxwedana mezin a Pêşmergeyan hat.

Li vî çiyayê nêzîkî Qeladiza, pêşveçûna artêşa dagirker hate sekinandin.

Lêbelê ber bi dawiya meha Adarê de desthilata Bexdayê ya li ber têkçûnê ji nû ve rabû ser xwe û li Kurdistan û başûrê Iraqê dest bi êrişên mezin kir.

Artêşa Sedam di 29ê Adarê de Kerkûkê dagir kir û paşê tankên Iraqê ketin Duhok, Hewlêr û Zaxo.

Silêmanî jî tê de, hemû bajarên hatibûn rizgarkirin ji nû ve hatin dagirkirin.

Pêşveçûna artêşa Sedam Huseyîn bi tenê li Çiyayê Korekê rastî berxwedana mezin a Pêşmergeyan hat.

Li vî çiyayê nêzîkî Qeladiza, pêşveçûna artêşa dagirker hate sekinandin.

Bi dagirkirina bajar û piraniya herêman,1.5 milyon kurd dan ser riyên penaberiyê û berê xwe dan Tirkiye û Îranê.

Îran di destpêkê de sînorên xwe ji pêla penaberan re vekir lê Tirkiye piştî soza alîkariyê ji qada navneteweyî girt sînorên xwe vekir.

Tê texmînkirin, 750,000 kurdên Başûr derbasî Îranê bûn û li kampên nêzîkî sînor bi cî bûn.

Li derdora 300,000 kurd jî derbasî Tirkiyeyê bûn û li kampên bajarên Bakurê Kurdistanê hatin bicîkirin.

Damezrandina Herêma Otonom a Kurdistanê

Iraq neçar ma di cotmehê de agirbestêkê qebûl bike û 16,000 km2 erdên Kurdistanê vegere.

Bi vê re jî, di bin kontrola PDK û YNKê de Hukumeta Herêmî ya Kurdistanê hate damezrandin.

Êrişên artêşa Iraqê û trajediya bi koça girseyî re kete rojeva raya giştî ya cîhanê, bû sebeb hêzên navneteweyî jibo parastina kurdan gav bavêjin.

Di Adarê de Amerîka û hevalbendên wê li ser Kurdistana Başûr herêma ji firînê re qedexe ragihandin.

Bi saya vê, vegera ber bi Başûr ve dîsa dest pê kir û Tîrmehê de PDK û YNK bi hemleyeke kordînekirî Hewlêr, Duhok û Silêmanî careke din rizgar kirin.

Piştî raperînê, Başûrê Kurdistanê di navbera PDK û YNKê de hate parvekirin. Ev modela wekî “fifty-fifty” hate pênasekirin heta îro jî dom kir.

Iraq neçar ma di cotmehê de agirbestêkê qebûl bike û 16,000 km2 erdên Kurdistanê vegere.

Bi vê re jî, di bin kontrola PDK û YNKê de Hukumeta Herêmî ya Kurdistanê hate damezrandin.

Herêma Kurdistanê di 19.05.1992’an de hilbijartinên giştî li darxist û piştî vê Parlemena Kurdistanê dest bi xebata xwe kir.

Derbarê infowelat.com

Li vê jî binêre

Sempozyûma Zimanê Kurdî ya Wanê

Samî Tan: “Tunekirina ziman di encama polîtîkayên qirkirina zimanî de pêk tê. Rewşa nemana ziman …