Romenî bû zimanê fermî yê Moldovayê

Parlamentoya Moldovayê zimanê welêt wekî “zimanê Romenî” pênase kir.

Bi vê encamê, careke din siyaseta Moldovayê li ser meseleyeke bingehîn a welêt ji hev veqetiya.

Alîgirên yekitiya bi Romanyayê re ku dixwazin Moldova ji Rûsyayê dûr be, pênaseya “Romenî” bi kar tînin.

Li hember vê komê jî alîgirên Rûsyayê di warê bikaranîna zimanê “Moldovî” de israr dikin.

Parlamentoya Moldovayê zimanê welêt wekî “zimanê Romenî” pênase kir.

Pêşniyazqanûna pênasekirina ziman hefteya borî hate rojeva parlamentoya li Kîşînovê.

Ji 101 wekîlan 56 kes di lehê pênaseya “Romenî” de dengên xwe bi kar anîn.

Wekîlên mayî yên alîgirên Rûsyayê dengên neyênî bi kar anîn.

Bi vê encamê, careke din siyaseta Moldovayê li ser meseleyeke bingehîn a welêt ji hev veqetiya.

Qanûna ziman di hemû qanûn û belgeyên fermî de “zimanê Romenî” li Moldovî dike.

Qanûn xwe dispêre deklerasyona serxwebûnê ya sala 1991’an.

Di vê danezanê de zimanê Moldovayê “zimanê Romenî” hatibû pênasekirin.

Di 2013’an de Dadgeha Destûra Bingehîn midaxaleya pênaseya ziman kiri û navê Moldovî li zimanê welêt kir.

Du welat yek ziman

Moldova de 1812 de ji aliyê Rûsyayê ve hate dagirkirin û ji vê rojê û şûn ve bû qadeke belavbûna zimanê rûsî.

Di eslê xwe de zimanê li Romanyayê û Moldovayê tê axaftin yek ziman e.

Moldova de 1812 de ji aliyê Rûsyayê ve hate dagirkirin û ji vê rojê û şûn ve bû qadeke belavbûna zimanê rûsî.

Moldova 1940’an de ji aliyê Yekitiya Sovyetê ve hate dagirkirin û di heman salê de welêt bû komareke sosyalîst a Sovyetê.

Moldova di dema Sovyetê de rastî polîtîkayên asîmîlasyonê hat û ji bo zimanê romenî alfabeya Kîrîl hate bikaranîn.

Serxwebûna 1991’an bû sebeba hêviya yekitiya siyasî û herwiha yekitiya zimanî ya bi Romanyayê re.

Lêbelê elîtên di bin bandora zimanê rûsî de li hember vê yekitiyê bûn asteng.

Pênasekirina ziman bû meseleyeke girîng a têkoşînê ya di navbera her du aliyan de.

Alîgirên yekitiya bi Romanyayê re ku dixwazin Moldova ji Rûsyayê dûr be, pênaseya “Romenî” bi kar tînin.

Li hember vê komê jî alîgirên Rûsyayê di warê bikaranîna zimanê “Moldovî” de israr dikin.

Daneyên lînguîstîk

Ji 84,4 ji % welatiyên Moldovayê zimanê Romenî bi kar tînin.

Lê digel vê komên etnîk ên cuda ji bo axaftina bi hev re zimanê Rûsî bi kar tînin.

Moldova welatekî biçûk a li rojhilatê Ewrûpayê ye ku nifûsa wê 4 milyon e.

Sînorên Romanyayê ya di di sallên 1919-1925’an de. Wê demê Moldova parçeyeke vî welatî bû. Jêder: Wikimedia

Ji 84,4 ji % welatiyên Moldovayê zimanê Romenî bi kar tînin.

15,6 ji % welatiyan jî zimanên Ûkraynî, Gagawûzî, Rûsî û Bûlgarî bi kar tînin.

Rêjeya kesên zimanê Rûsî diaxivin bi tenê 2,7 ji % nifûsê ye.

Lê digel vê komên etnîk ên cuda ji bo axaftina bi hev re zimanê Rûsî bi kar tînin.

Ev jî sebebeke girîng e çima Rûsî li Moldovayê xwedî prestîjeke bilind e.

Necat Ayaz

Necat Ayaz is an exiled Kurdish writer and journalist originally from Turkey. He is editor and founder of Infowelat online magazine since 2013. He has been living in Belgium since 2020. He is the author of Katalonya: Dirok Ziman Otonomi (Catalonia: History Language and Autonomy) and Ispanya”da Ozyonetimin Tarihi (The History of Self-Government in Spain).

Li vê jî binêre

Ji bo zimanê baskî dimeşin

jBernameya beza Korrikayê ya ji bo parastina zimanê baskî dest pê kir. Meşa 10 roj …