Zimanê Baskî û sektora kar

Hukumeta Welatê Baskê desteka xwe ya ji bo parastina ziman a di qada kedê de berdewam dike.

Beşa Çandê û Polîtîkaya Ziman a hukumetê 2 milyon euroyê din ji bo vê qadê terxan kir.

Armanca vê destekê ev e, hebûna zimanê Baskî di navendên kedê de bê xurtkirin.

Hukumeta Welatê Baskê desteka xwe ya ji bo parastina ziman a di qada kedê de berdewam dike.

Beşa Çandê û Polîtîkaya Ziman a hukumetê 2 milyon euroyê din ji bo vê qadê terxan kir.

Ev pere wê ji bo projeyên di bin banê bernameya Lanhitzê de bê bikaranîn.

Armanca vê destekê ev e, hebûna zimanê Baskî di navendên kedê de bê xurtkirin.

Projeya desteka ziman a di bin banê Lanhitzê de tê meşandin wê ji 4 qonaxan pêk were.

Qonaxa yekemîn ji çalakiyên xurtkirin/bikaranîna Baskî ya di navendên heta niha nebûne xwediyê planeke ziman pêk tê.

Di qonaxa duyemîn de rewşa ziman a di navendên xebatê de tê şopandin û planeke ziman tê çêkirin.

Bi qonaxa sêyemîn bi çalakiyên curbecur plana hatiye amadekirin tê cîbicîkirin (meşandin).

Qonaxa çaremîn jî ji projeyên zimanî yên stratejîk ên ji bo navendên kar ên pir mezin pêk tê.

Bi van projeyan jî armanc ev e, di asteke pir pêşketî de hebûna Baskî di van navendan de bê misogerkirin.

Tê ragihandin, Beşa Çandê û Polîtîkaya Ziman a Hukumeta Baskê di sala 2022’an de ji bo parastina ziman alîkariya 143 navendên kar kiriye.

Lanhitz û parastina ziman

Hukumeta Herêma Xweser a Baskê ji salên 1990’î û vir ve bi awayekî aktîf dest bi midaxaleya qada kar kir û ji bo ziman bernameyan amade kir.

Lanhitz bi zimanê Baskî ji peyvên “kar” û “gotin” pêk tê û bernameyeke parastin û pêşxistina Baskî di qada kedê de ye.

Hukumeta Herêma Xweser a Baskê ji salên 1990’î û vir ve bi awayekî aktîf dest bi midaxaleya qada kar kir û ji bo ziman bernameyan amade kir.

Lanhitz bernameya herî girîng a di vê mijarê de ye û di salên dawî de bi serfirazî tê meşandin.

Plan û bernameyên di qada kar de wekî qadên din ji aliyê Konseya Şêwirmendiya Baskî ve tê amadekirin.

Plana Desteka ji bo Teşwîqa Baskî ya konseyê ji aliyê Beşa Çandê û Polîtîkaya Ziman a Hukumeta Baskê ve tê meşandin.

Armanca vê planê xurtkirin û misogerkirina bikaranîna Baskî wekî zimanê civakî û bazarê ye.

Derbarê Necat Ayaz

Necat Ayaz is an exiled Kurdish writer and journalist originally from Turkey. He is editor and founder of Infowelat online magazine since 2013. He has been living in Belgium since 2020. He is the author of Katalonya: Dirok Ziman Otonomi (Catalonia: History Language and Autonomy) and Ispanya”da Ozyonetimin Tarihi (The History of Self-Government in Spain).

Li vê jî binêre

VVJ and EFJ condemn raid on Kurdish TVs

Ronî Riha The Flemish Union of Journalists and the European Federation of Journalists have condemned …