Bern û Cenev deriyên xwe li penaberan girtin

Fatoş Demirtaş

Kantonên Bernê û ya Cenevê ragihandin ew nema dikarin penabaran bihewînin.

Kantonên Swîsreyê nema dikarin bersivê bidin pêla dawî ya penaberan.

Lewma jî du kantonên li rojavayê welêt, ji dewletê re ragihandin ew ê heta demekê nikaribin penaberan bihewînin.

Hukumeta federal a Swîsreyê û nûnerên kantonan li ser mijarê roja înê civînekê li dar xistin.

Berpirsa Sekreteriya Dewletê ya Koçberiyê (SEM) Christine Schraner Burgener tevlî vê civînê bû.

Piştî civînê rojnameya Swîsî Sonntag Zeitung ragihand, SEM xwe amade dike ji bo demekê penaberan neşîne du kantonên Swîsreyê.

Her du kantonên navên wan di rojnameyê de cî girtin, Bern û Cenev in.

Bern paytexta Swîsreyê ye û nifûsa kantonê li derdora 950,000’î ye.

Herçî Cenev e, ew jî bi nifûsa xwe ya di ser 400,000’î re yek ji navenda dîplomasiya herî girîng a cîhanê ye.

Berspirsa SEM’ê Christine Schraner Burgener tevlî civîna bi nûnerên kantonan re bû. 

Biryara hukumeta federal tê vê wateyê, ew ê penaberên ji her du kantonan re bihatana şandin wê di navendên mazûvaniyê yên federal de bimînin.

Lê di vê meseleyê de problemeke din jî ev e, niha ji sêyan du navendên federal tije bûne.

Di Cotmeha 2022’an de hukumeta federal ji kantonan daxwaz kiribû, rojane 1000 îltîcaxwazan di navendên xwe yên mazûvaniyê de bi cî bikin.

Ji ber pêla dawî ya penaberan par di meha Kanûnê de artêşa Swîsreyê hin navendên xwe ji bo penaberan terxan kiribû.

Ev jî heta astekê barê li ser milên hin kantonan sivik kiribû.

Ûkraynî statuya S wergirtin

Niha li Swîsreyê hejmara Ûkrayniyên xwedî statuya S gihîştiye 75,000’î.

Tê ragihandin, sebeba esasî ya problema kapasîteya mazûvaniya ji bo penaberan a Swîsreyê koça Ûkrayniyan e.

Swîsre wekî gelek welatên Ewrûpayê, statuya parastinê da hemû penaberên ji Ûkraynayê.

Niha li Swîsreyê hejmara Ûkrayniyên xwedî statuya S gihîştiye 75,000’î.

Bi vê statuyê Ûkraynî dikarin li Swîsreyê îkametê bikin û bê şert û merc dest bi xebatê bikin.

100 hezar penaber

Swîsre di Kanûnê de ragihandibû, di 2022’an de ji 100,000’î zêdetir kes ji bo penaberiyê serî li SEM’ê dane.

Par di Kanûnê de Swîsre bernameya xwe ya parastina penaberan a bi Komîseriya Bilind a Penaberan a Neteweyên Yekbûyî (UNHCR) re rawestandibû.

Di çarçoveya hevkariya bi UNCHR’ê re kesên pêdiviya wan bi parastinê hebûn yên ji Afganistan, Sûriye û Sûdanê li Swîsreyê dihatin bicîkirin.

Swîsre di Kanûnê de ragihandibû, di 2022’an de ji 100,000’î zêdetir kes ji bo penaberiyê serî li SEM’ê dane.

 

 

Fatoş Demirtaş

Fatoş Demirtaş rojnamevenake Kurd a ji Bakurê Kurdistanê ye. Wê cara pêşî di 1999’an de li Azadiya Welat dest bi rojnamevaniyê kir û paşê heft salan li navenda rojnameya Gundemê ya li Stenbolê xebitî. Ew dema ji bo Belediyeya Baxlera dixebitî, di 2017’an de ji aliyê dewleta Tirkiyeyê ji kar hate girtin. Demirtaş ji sala 2019’an û vir ve li Swîsreyê wekî penaberekî polîtîk dijî.

Li vê jî binêre

Ji bo zimanê baskî dimeşin

jBernameya beza Korrikayê ya ji bo parastina zimanê baskî dest pê kir. Meşa 10 roj …