Dîroka Flanderê û Netewperestî

Çîroka Flanderê, li Belçîkayê dibe sebeba nîqaşên li ser têkiliya netewperestî û dîrokê.

Belgefîlma mijara nîqaşê ji 10 beşan pêk tê ku hemû jî li ser dîroka herêma Flander a Belçîkayê ne.

Ev berhema hunerî bi nêrîneke epîk li ser hemû dem û dewrên Flander û dîroka flamanan disekine.

Belgefîlma bi navê Het verhaal van Vlaanderen (Çîroka Flanderê), li Belçîkayê dibe sebeba nîqaşên li ser têkiliya netewperestî û dîrokê.

Belgefîlma mijara nîqaşê ji 10 beşan pêk tê ku hemû jî li ser dîroka herêma Flander a Belçîkayê ne.

Beşa ewil, derbarê 38,000 sal berê de ye ku cara ewil komên mirovan tên li Flanderê û li herêmê bu cî dibin.

Ev berhema hunerî bi nêrîneke epîk li ser hemû dem û dewrên Flander û dîroka flamanan disekine.

Fîlm li 100 ciyên cuda hatiye amadekirin û 700 aktor û aktrîs, ligel alîkariya 200 pisporên dîrokê tê de cî girtine.

Beşên vê fîlma balkêş heftane ji aliyê 1.6 milyon kesan ve hatiye temaşekirin.

Fîlm û rexne

Rexneya sereke derbarê butçeya mezin a vê projeya dêwanê de ye.

Mesrefa mezin a fîlmê ku bi giştî 2.4 milyon Euro dike, ji aliyê hukumeta Flaman ve hatiye dayîn.

Lewma jî hin derdorên li Flanderê partiya Tifaqa Flaman a Nû (N-VA) rexne dikin.

Di serî de sosyalîstên mixalif û hin derdorên civakê di wê baweriyê de ne, butçeya mezin a fîlmê dikaribû ji bo perwerdeyê bihatana xerckirin.

Lîdera koma Sosyalîstên ê di Parlemena Flanderê de Hannelore Goeman dibêje, fîlm “propagandaya Flanderê” dike “lêbelê di sedsala 15’an de mirov nikare qala miletê Flaman bike.”

Hin kesên rexne li fîlmê digirin, piranî li ser Şerê Kortrijkê ya 1302’an disekinin ku bi Flamanî wekî Guldensporenslag tê pênasekirin.

Jelle Haemers: Şer girîng in lê wekî ku pêşkêşî me tê kirin ne pir û pir gîring in. Ji bilî vê, di fîlmê de qala dîroka çandê nayê kirin. Ka dîroka hunerê? Ka dîroka edebiyatê? Ka ciyê jinê ya di dîrokê de?

Ev kes îdîa dikin, ne mimkûne Şerê Kortrijkê yê li dijî Fransayê wekî şerekî rizgariya Flanderê bê qebûlkirin.

Li aliyekî din, dîrokzanên li zanîngehên Flanderê jî tevlî nîqaşan bûn û hin ji wan rexne li fîlmê girtin.

Jelle Haemers a ji Zanîngeha Leuvenê dîtinên xwe wiha îfade kirin:

Hemû fîlm derbarê şeran de ye. Şer girîng in lê wekî ku pêşkêşî me tê kirin ne pir û pir gîring in. Ji bilî vê, di fîlmê de qala dîroka çandê nayê kirin. Ka dîroka hunerê? Ka dîroka edebiyatê? Ka ciyê jinê ya di dîrokê de?

Jan Jambon bersivê da

Serokwezîrê Flanderê Jan Jambon li ser rexneyan daxuyaniyek da û parastina fîlmê kir.

Jan Jambon: N-VA li herêmê partiya herî mezin e û xurtkirina nasnameyê parçeyeke bernameya wê ye. 

Jambon ji rojnameya De Standaardê re axivî û got, “N-VA li herêmê partiya herî mezin e û xurtkirina nasnameyê parçeyeke bernameya” wan e.

Herwiha, nivîskarê senaryoyê û hilberînerê fîlmê Jesse Fabre jî dîtînên xwe yên derbarê mijarê de parve kirin û wiha axivî:

Gelek zelale ku fîlm ne berhemeke netewperest e. Bi vê fîlmê me hewl da bi awayekî zanistî nêzîkî dîrokê bibin.

Derbarê Necat Ayaz

Necat Ayaz is an exiled Kurdish writer and journalist originally from Turkey. He is editor and founder of Infowelat online magazine since 2013. He has been living in Belgium since 2020. He is the author of Katalonya: Dirok Ziman Otonomi (Catalonia: History Language and Autonomy) and Ispanya”da Ozyonetimin Tarihi (The History of Self-Government in Spain).

Li vê jî binêre

Repertuwara Stranên Kurdî bo Gîtarê derket

Pirtûkeke li ser stranên kurdî yên gîtarê êdî online dikare bê peydekirin. Di berhemê de …