Daxwaza self-determînasyonê ne sûc e

Komîteya Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî li bende ye Îspanya derbarê serokê berê yê Katalonyayê Carles Puigdemont û lîderên din de daxwaza wê pêk bîne.

Serokê berê yê Katalonyayê Carles Puigdemont di 2018’an de serî li komîteyê dabû û giliyê Îspanyayê kiribû.

Zilma siyasî ya Îspanyayê ya li dijî lîderên Katalonyayê di rojeva rêxistinên navneteweyî de ye.

Komîteya Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî li bende ye Îspanya derbarê serokê berê yê Katalonyayê Carles Puigdemont û lîderên din de daxwaza wê pêk bîne.

Nûnerên mijara gotinê ji bilî Puigdemont ev in:

Oriol Junqueras, Raül Romeva, Josep Rull û Jordi Turull.

Komîteya Neteweyên Yekbûyî ji bo tedbîrên pêwîst ên mafên polîtîk diparêze 180 roj muhlet dabû Îspanyayê.

Lêbelê ev dem bi dawî bû û Îspanya ji bilî daxuyaniyeke online tu gavên din navêtin.

Hêjayî gotinê ye, dewletên endam neçar in biryarên Komîteya Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî qebûl bikin û wan di pratîkê de pêk bînin.

Serîlêdana Puigdemont

Xala 1.1 a Peymana Mafên Sivîl û Polîtîk:

Hemû milet xwedî mafên self-determînasyonê ne (mafê çarenûsê). Bi saya vî mafî, ew bi awayekî azad statuya xwe ya polîtîk diyar dikin û pêşketina xwe ya aborî, civakî û çandî didomînin.

Parêzerên Puigdemont xwe spartibûn Peymana Mafên Sivîl û Polîtîk ên Neteweyên Yekbûyî û di gilînameya xwe spartibûn xala 1.a peymanê.

Xala 1.1 a peymanê wiha ye:

Hemû milet xwedî mafên self-determînasyonê ne (mafê çarenûsê). Bi saya vî mafî, ew bi awayekî azad statuya xwe ya polîtîk diyar dikin û pêşketina xwe ya aborî, civakî û çandî didomînin.

Serokê berê yê Katalonyayê Carles Puigdemont di 2018’an de serî li komîteyê dabû û giliyê Îspanyayê kiribû.

Komîteya navneteweyî serîlêdana Puigdemont qebûl kiribû û vê biryarê dabû:

Dewleta Îspanyol ne ji ber sebebên maqûl û objektîf a di peymanê de hatine nivîsandin, lê ji ber biryara mehkemekirina nûnerên Katalan ên bi sûcdariya serhildanê, xala 25. a Peymana Mafên Sivîl û Polîtîk binpê kiriye.

Puigdemont li Belçîkayê ye

Serokê Katalonyayê Carles Puigdemont piştî referandûma serxwebûna Katalonyayê neçar mabê terka welêt bike ji Belçîkayê mafê penaberiyê daxwaz bike.

Par Dadgeha Edaletê ya Yekitiya Ewrûpayê jî li ser giliyê Îspanyayê biryarek di lehê Belçîkayê de dabû.

Dadgeha Ewrûpî diyar kiribû, Belçîka ji ber parastina Puigdemont karekî nelirê nekiriye.

Di Cotmeha 2017’an de li Herêma Otonom a Katalonyayê, digel îhtîrazên Îspanyayê referandûmeke serxwebûnê li dar xistibû.

Necat Ayaz

Necat Ayaz is an exiled Kurdish writer and journalist originally from Turkey. He is editor and founder of Infowelat online magazine since 2013. He has been living in Belgium since 2020. He is the author of Katalonya: Dirok Ziman Otonomi (Catalonia: History Language and Autonomy) and Ispanya”da Ozyonetimin Tarihi (The History of Self-Government in Spain).

Li vê jî binêre

Ji bo zimanê baskî dimeşin

jBernameya beza Korrikayê ya ji bo parastina zimanê baskî dest pê kir. Meşa 10 roj …