Macron otonomiyê pêşniyazê Korsîkayê kir

Fransa bi girava Korsîkayê re ji nû ve dest bi hevdîtinên ji bo otonomiyê kir.

Serokomarê Fransayê Emanuel Macron ligel delagasyona hukumetê tevlî civînê bû.

Tê ragihandin, pêşniyaza Fransayê li gorî modelên otonomiya giravên Derya Spî yên wekî Balear, Sîcîlya û Sardînyayê hatiye amadekirin.

Fransa bi girava Korsîkayê re ji nû ve dest bi hevdîtinên ji bo otonomiyê kir.

Civîna ewil ku proseya muzakereyê ji nû ve da destpêkirin, roja înê dest pê kir.

Serokomarê Fransayê Emanuel Macron ligel delagasyona hukumetê tevlî civînê bû.

Beşdarbûna Macron a civînê wekî daxwaza Fransayê ya ji bo çareserkirina meseleya Korsîkayê tê qebûlkirin.

Macron di civînê de du xetên sor ên Fransayê diyar kirin:

Yek ji van ev e, divê Korsîka ji Fransayê veneqete û herdem wekî parçeyeke welêt bimîne.

Ya din jî derbarê “du kategoriyên cuda yên welatîbûnê de” ye ku Korsîka pêşniyaz dike.

Serokomarê Fransayê got, meseleya welatîbûnê yek ji erka di destê Parisê de ye û lewma ne mimkûne vê dawxaza Korsîkayê bê qebûlkirin.

Daxwazên Korsîkayê

Hukumeta herêmî dixwazezimanê korsîkî ji aliyê destûra bingehîn a Fransayê ve bê qebûlkirin û bibe zimanê fermî yê Korsîkayê.

Korsîka ji bo parastina demografyaya giravê dixwaze erka mafê welatîbûnê û kirîna milkan di destên wê de be.

Hukumeta Korsîkayê diyar dike, kesên heta demeke diyarkirî li giravê îkamet nekiribe, divê nikari be bibe xwedî mal û milk.

Yek ji daxwazên hukumeta Korsîkayê jî derbarê statuya ziman de ye.

Hukumeta herêmî dixwaze zimanê korsîkî ji aliyê destûra bingehîn a Fransayê ve bê qebûlkirin û bibe zimanê fermî yê Korsîkayê.

Herwiha, hukumeta herêmî ji Fransayê dixwaze ji bo Korsîkayê sîstemeke fînansê ya taybet têxe meriyetê.

Pêşniyazên Fransayê

Fransa di hevdîtinan de otonomiyeke li ser bingeha desentralîzasyonê pêşniyaz kiribû.

Fransaya wekî pêşengê modela jakoben a netew-dewletê tê naskirin, demeke dirêj muzakereyên bi Korsîkayê re red kir.

Par, piştî kuştina mîlîtanê doza Korsîkayê Yvan Colonna ya di girtîgeheke Fransayê de, li Korsîkayê proseyeke serhildanê dest pê kiribû.

Piştî vê, di encama vê de Fransa bi hukumeta Korsîkayê re dest bi muzakereyan kiribû.

Fransa di hevdîtinan de otonomiyeke li ser bingeha desentralîzasyonê pêşniyaz kiribû.

Tê ragihandin, pêşniyaza Fransayê li gorî modelên otonomiya giravên Derya Spî yên wekî Balear, Sîcîlya û Sardînyayê hatiye amadekirin.

Bi dûv hevdîtinên her du aliyan de wê vê carê proseya muzakereyê li Parlemen û Senatoya Fransayê berdewam bike.

Pêşniyazên Fransa û Korsîkayê wê di her du saziyên Fransayê de bibe mijara gotûbêjan.

Derbarê Necat Ayaz

Necat Ayaz is an exiled Kurdish writer and journalist originally from Turkey. He is editor and founder of Infowelat online magazine since 2013. He has been living in Belgium since 2020. He is the author of Katalonya: Dirok Ziman Otonomi (Catalonia: History Language and Autonomy) and Ispanya”da Ozyonetimin Tarihi (The History of Self-Government in Spain).

Li vê jî binêre

Repertuwara Stranên Kurdî bo Gîtarê derket

Pirtûkeke li ser stranên kurdî yên gîtarê êdî online dikare bê peydekirin. Di berhemê de …