Butçeya Katalonyayê 41 milyar Euro ye

Butçeya hukumeta Katalan Generalitat 41 milyar Euro ye.

Butçeya îsal bi qasî 7.6 % ji ya sala 2022’an zêdetir e.

Hukumeta Katalan zêdebûna butçeyê wekî gaveke aboriyê ya ber bi serxwebûnê ve nîşan dide.

Parlamentoya Katalonyayê butçeya hukumeta katalan a ji bo sala 2023’an qebûl kir.

Piştî dengdana di parlamentoyê de, hukumeta katalan Generalitat bû xwediyê 41 milyar Euroyî.

Butçeya îsal bi qasî 7.6 % ji ya sala par zêdetir e.

Hukumeta Katalan zêdebûna butçeyê wekî gaveke aboriyê ya ber bi serxwebûnê ve nîşan dide.

Wezîra Aboriyê ya Katalonyayê Natalia Mas Guix di axaftina xwe de balê kişand vê taybetiyê û got, wê bi vê gavê welat hîn bêtir pêş de biçe.

Proseya amadekirina butçeyê di parlamentoyê de rastî gelek nîqaşan hat û hin partiyên mixalif li dijî butçeyê derketin.

Di dengdanê de ERC, PSC û En Comu Podem dengên erênî bi kar anîn.

Partiyeke din a katalan CUP tevlî partiyên lîberal Ciutadans û partiyên rastgir PP û Vox li dijî butçeyê dengên xwe bi kar anîn.

Wekîla CUP’ê Eulalia Reguant got, lihevkirina li ser butçeyê meseleyeke baweriyê ye û serokê Katalonyayê Pere Aragones vê baweriyê nedaye.

Parlamentoya Katalonyayê ligel butçeyê, qanûneke li ser teşwiqa sektora kar û desteka ji bo hin komên civakî jî qebûl kir.

Bi vê qanûnê wê parekê ji baca welêt transferê kesên dixwazin li Katalonyayê şîrket vekin.

Ji bilî vê, malbatên mezin an kesên astengdar dema xanî dikirin wê êdî baceke kêmtir bidin.

Butçeya Katalonyayê û polîtîkaya Madridê

Para Katalonyayê di Hilberîna Tomerî ya Îspanyayê de bi qasî 19 ji % ye.

Lêbelê butçeya Katalonyayê bi qasî 17.2 ji % butçeya total a Îspanyayê ye.

Ji bilî butçeya herêmî, Katalonya ji xezîneya navendî ya Îspanyayê jî her sal qismeke alîkarî werdigire.

Lê pereye transferê Katalonyayê tê kirin herdem mijara nîqaşê ye di navbera hukumetên Îspanyol û katalan de.

Îspanya îsal ji butçeya navendî 2.3 milyar Euro şandibû Katalonyayê.

Hukumeta katalan diyar dike, ev pereyê jê re tê şandin gelekî kêm e.

Para Katalonyayê di Hilberîna Tomerî ya Îspanyayê de bi qasî 19 ji % ye.

Lêbelê butçeya Katalonyayê bi qasî 17.2 ji % butçeya total a Îspanyayê ye.

Bi gotineke din, Katalonya li gorî hilberîna xwe, her sal ji butçeyê 2 ji % kêmtir pere werdigire.

Necat Ayaz

Necat Ayaz is an exiled Kurdish writer and journalist originally from Turkey. He is editor and founder of Infowelat online magazine since 2013. He has been living in Belgium since 2020. He is the author of Katalonya: Dirok Ziman Otonomi (Catalonia: History Language and Autonomy) and Ispanya”da Ozyonetimin Tarihi (The History of Self-Government in Spain).

Li vê jî binêre

Ji bo zimanê baskî dimeşin

jBernameya beza Korrikayê ya ji bo parastina zimanê baskî dest pê kir. Meşa 10 roj …