Giraveke li Okyanûsa Pasîfîkê ku 170 sal in li benda serxwebûnê ye, bi referendûmekê xwest bigihîje armanca xwe..Lê mixabin mêtingeran nehiştin welatiyên giravê bigihîjin armanca xwe..Li Kaledonyaya Nû, alîgirên serxwebûnê careke din referandûma serxwebûnê de têk çûn û hêviya xwe ji careke din re hiştin.. Tevgera serxwebûnxwaz bi mehan berê …
Read More »Kaledonyaya Nû ji bo serxwebûnê referandûm li dar dixe
Li Kaledonyaya Nû ku koloniyeke Fransayê ye pêvajoya referandûma serxwebûnê destpê kir. Rêvebiriya giravê lîsteyên hilbijêran amade kir û ew pêşkêşî welatiyan kirin. Di vê hilbijartinê de gelê Kanak ku xweciyên Kaledonyaya Nû ne û wê kesên ji 1994’an û vir ve li giravê dijîn, wê karibin dengên xwe bi …
Read More »SNP li Îskoçyayê bû partiya yekemîn
Partiya îskoç a serxwebûnxwaz SNP (Partiya Neteweyî a Îskoç) di hilbijartinên ji bo Parlamentoya Yekitiya Ewrûpayê û lokal de serkeftinek bi dest xist. Partiyê li Îskoçyayê ji %38’ê dengan girt û bû partiya yekemîn. Serkeftina hilbijartinê SNP’ê carek din jî nîşan dide ku welatiyên Îskoçyayê bi giranî hem alîgirê serxwebûna …
Read More »Referandûma serxwebûnê ya Bouganvilleê hat taloqkirin
Bouganville giraveke li rojhilatê Papûa Gîneya Nû’ye ku nifûsa wê qasî 250 hezarî ye. Şerê rizgariyê bi hevdîtinên 1997’an a bi hevkariya Zelandaya Nû hatin lidarxistin bi dawî bû. Herêma Xweser a Bouganvilleê di 2002’an de hat damezrandin. Girava Bouganvilleê ya li ser Papûa Gîneya Nû (PGN) di demên dawî …
Read More »Bouganville di 2019’an de referandûma serxwebûnê li dar dixe
Roja referandûma serxwebûnê ya Bouganvilleê ya girêdayê Papûa Gîneya Nû (PGN) hat diyarkirin. Hikumeta xweser û hikumeta ya PGN’yê li hev kirin ku referandûm di 15’yê Hezîrana 2019’an de bê lidarxistin. Lidarxistina referandûmeke li herêmê di peymana 2001’an de ya di navbera Bouganvilleê û PGN’yê de hatibû qebûlkirin. Di dawiya …
Read More »Kurdistanê ji bo serxwebûnê roja referandumê eşkere kir
Hêmin Hewramî duh (19.01.2016) beşdarî semînereke li Zanîngeha Amerîkî ya Kurdistanê [American University Kurdistan (AUK)] bû û derbarê jeopolîtîka Kurdistanê de axivî. Berpirsê Pêwendiyên Derve yên Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) Hêmin Hewramî di axaftina xwe ya li Zanîngeha Amerîkî de bal kişande ser berdewamiya xetereyên li dijî Kurdistanê …
Read More »Yewnanîstan ji YE û IMF’yê got “Oxi”*
Hilbijêrên yewnan girtina tedbîrên aboriyê yên ku ji aliyê Yekitiya Ewropayê û Fona Pereyan a Navneteweyî dihatin pêşniyazkirin red kir. Di referandûma 5’ê Tîrmehê de ji welatiyan hatibû xwestin ku ew peymana ji aliyê YE, Bankeya Navendî ya Ewropî û Fona Pereyan a Navneteweyî (IMF) ve hatibû pêşniyazkirin …
Read More »Katalonya referandûma yekalî lidarxist
Digel qedexeya Dadgeha Destûra Bingehîn a Spanyayê, referandûma serxwebûna Katalonyayê di 9’ê Mijdarê de hat lidarxistin. Ji 2 milyonî zêdetir welatiyên li Katalonyayê di referandûmê de dengên xwe bi kar anîn. Li gorî encamên hatin eşkerekirin ji % 80’i dengan ji bo serxwebûna Katalonyayê hatin bi kar anîn. …
Read More »1.8 milyon welatî ji bo serxwebûna Katalonyayê meşiyan
Di roja neteweyî ya Katalonyayê ya 11’ê Îlonê de alîgirên serxwebûnê li Katalonyayê meşeke pir mezin li dar xistin. Li gorî rêxistina polîsan a Barselonayê li paytext Barselonayê 1.8 milyon kesên ji her temenî û komên civakê beşdarê vê meşê bûn. Bi vê meşê destekeke mezin ji bo …
Read More »Somalîland: Referandûma serxwebûna kurdan hêviyê bi xwe re tîne
Di çend hefteyên dawî yên derbasbûyî de eşkere bû ku serxwebûna Kurdistana Iraqê bi gurahî di derdorên civaka navneteweyî de tê nîqaşkirin. Vê yekê piştî ku mîlîtanên DAIŞ’ê li Iraqê gelek bajarên stratejîk dagir kirin û artêşa Iraqê nikaribû welatiyên iraqî ji milîtanan biparastana û di dawiyê de …
Read More »Destûra Bîngehîn a Demî ya Skotlandê hat eşkerekirin
Hikumeta Skotlandê Destûra Bingehîn a Demî ya ji bo Skotlanda serbixwe eşkere kir. Di teksta destûra bingehîn de serdestiya gelê Skotlandê, mafê wê yê diyarkirina qederê (self-determînasyon) û forma hikumetê hat diyarkirin. Destûra bingehîn a demî parçeyeke qanûna serxwebûna Skotlandê ye ku di 16’yê Hezîranê de hat eşkerekirin. …
Read More »“Ji bo kesên ku hîn radizên: Şiyarbin.” Postereke ji bo referandûma dilxwazî ya ku ji aliyê San Wong ve hatiye çêkirin. (Çavkanî: Housenews.com)
Veneto referandûmên xweseriyê û serxwebûnê li dar dixe
Li herêma Venetoyê ya li bakurê Îtalyayê pêvajoya berfirehkirina xweseriyê û serxwebûna herêmê dom dike. Konseya Herêmî ya Venetoyê du qanûnên ku destûrê didin referandûmên ji bo xweserî û serxwebûnê bê lidarxistin qebûl kir. Qanûna referandûma xweseriyeke berfireh a ji bo Venetoyê di 11’yê Hezîranê de hat qebûlkirin. …
Read More »Etxarri-Aranatz a li Navarrayê referandûma serxwebûnê li dar xist
Şaredariya Etxarri-Aranatz a li herêma baskîaxêf a li Navarrayê referandûma biryardayina qederê li dar xist. Qasî ji % 43’yê welatiyên li bajêr beşdarî referandûmê bûn û piraniya beşdaran dengên erênî bi kar anîn. Yekemîn referandûma lokal a li Welatê Bask a ji bo diyarkirina qederê di 13’yê Nîsanê …
Read More »Parlamentoya Spanyayê referandûma serxwebûnê ya Katalonyayê red kir
Parlamentoya Spanyayê daxwazên Katalonyayê ya ji bo lidarxistina referandûma di derbarê statuya herêmê ya di nava Spanyayê de red kir. Serokê Katalonyayê da xuyakirin ku ew ê vê biryarê qebûl nekin û referandûmê li dar bixin. Daxwaza Parlamentoya Katalonyayê ya transferkirina hin hêzên ku ji bo lidarxistina referandûmê …
Read More »Referandûma li Kirimê: çima plebîsîta yekalî bi kêr nayê?
Tove Malloy Mafê dengdayina di warê girêdayina bı dewletekê ve û sînorên serbixwe de, hiqûqa navneteweyî li wir bihêle, heta niha di têkiliyên nav-dewletî yên ewropî de ne mijareke hêsan bûye. Digel ku ew wekî mijarên navxweyî û mafê demokratîk tên dîtin jî heta ku ji aliyê qada …
Read More »Li Swîsreyê pêşniyaza antî-koçberiyê hat qebûlkirin
Hilbijêrên li Swîsreyê pêşniyazeke ji bo bisînorkirina koçberiya ji derveyê welat, bi ferqeke pir biçûk qebûl kirin. Pêşniyaz di warê hejmara kesên biyan ên li welat sînorekê diyar dike û li hember peymana bicîbûna serbest a ku bi Yekitiya Ewropayê (YE) re hatiye îmzekirin, xetereyekê pêk tîne. Di …
Read More »Hilbijêrên gagawûz nêzîkbûna Moldovayê ya ber bi YE’yê ve red kirin
Di referandûma li herêma xweser a Gagawûzyayêde nêzîkî ji % 98.9’ê hilbijêrên herêmê bi dengên xwe diyar kirin ku eger Moldova tevlî Romanyayê bibe bila Gagawûzya serxwebûna xwe îlan bike. Digel ku hikumeta Moldovayê referandûmê îlegal bi nav kir, vê pêşveçûnê ji niha ve tesîreke neyênî li planên Moldovayê …
Read More »Katalonya biryara referandûma serxwebûnê da
Katalonya di riya lidarxistina referandûma serxwebûnê de gaveke girîng avêt. Piraniya endamên Parlamentoya Katalonyayê, di dengayina ji bo lidarxistina referandûmê de dengên erênî dan. Serfiraziya alîgirên serxwebûnê di encama hevkariya partiyên neteweperest ên katalan de derket holê. Di dengayina ku di 9’ê Çileyê de hat lidarxistin de pêşniyaza …
Read More »Katalonya di 2014’an de referandûma serxwebûnê li dar dixe
Serokê Parlamentoya Katalonyayê Artur Mas diyar kir ku wê di sala 2014’an de li Katalonyayê referandûma ji bo serxwebûnê bê li dar xistin. Ji 135 parlementerên katalan 87 parlementer destekê didin lidarxistina referandûmê serxwebûnê. Artur Mas di 12’ê Kanûnê de eşkere kir ku wê di 9’ê Mijdara 2014’an …
Read More »Pêşniyaza damezrandina Polînezyaya Federal
Partiya herî mezin a serxwebûnxwaz a li Polînezyayê Tavini Huiraatira pêşniyaz kir ku eger vî welatî bibe serbixwe bila sîstema wê ya siyasî federal be. Van dîtinan ji aliyê serokê partiyê ve di kongreya partiyê ku rojên 18 û 19’yê Cotmehê hat lidarxistin de hat îfadekirin. Serokê partiya serxwebûnxwaz a …
Read More »