Şîlî destûra bingehîn a radîkal red kir

Gelê Şiliyê di referandûmê de destûra bingehîn a nû red kir

Encamên referandûmê ji bo serokê Şiliyê Gabriel Boric bû derbeyeke siyasî

Şili referandûmeke krîtîk li dûv xwe hişt.

Di referandûmê de belgeya destûra bingehîn pêşkêşî civakê hate kirin.

Di encama dengdanê de ji % 62’yê hilbijêran ji vê belgeya nû re gotin “na.”

Bi tenê ji ji % 38’ê welatiyan dengên erênî dan destûra bingehîn a nû.

Serokê Şiliyê Gabriel Boric. Encamên referandûmê ji bo Boric bû derbeyeke siyasî.

Encama referandûmê bû derbeyeke siyasî ya giran li hemberê serokê welêt Gabrîel Boric.

Boric ji destpêkê de destekê da pêşniyaza destûra bingehîna a nû û ji bo wê kampanya meşand.

Serokê Şiliyê di daxuyaniya xwe ya ewil a piştî referandûmê de banga diyalogê li partiyên siyasî kir.

Boric got, divê proseyeke nû ya amadekirina destûra bingehîn a Şiliyê ku herkes tevlî bibe, dest pê bike.

Destûreke demokratîk

Li Şiliyê piştî raperîna civakî ku di 2019’an de dest pêkiribû, hukumet û mixalifan ji bo destûreke bingehîn li hev kiribûn.

Ji bo amadekirina destûra bingehîn, ji komên cihêreng ên civakê 155 delege hatibûn hilbijartin.

Ji bo wekheviya zayendî, nîvê kontenjana delegeyan ji nûnerên jin re hate veqetandin.

Di desteya amadekirina destûrê de xweciyên li Şiliyê jî bi 17 nûneran hatin temsîlkirin.

Destûra Bingehîn a Şiliyê, di 1980’an de di dema cûntaya leşkerî ya general Aûgûstûs Pînoşe de hatibû nivîsandin.

Digel hin reformên salên dawî de hatibûn pêkanîn, naveroka destûra dema darbeyê, heta îro wekî xwe ma.

 

infowelat.com

Li vê jî binêre

Linguistic struggle must be an axis of the national liberation

Interviewer: Necat Ayaz We must look at other processes of language revitalization, and in our …