Duma îlheqa herêmên Ûkraynayê qebûl kir

Peymanên ji bo beşdariya her çar herêmên Ûkraynayê bi tevahiya dengên endamên Dumayê hatin qebûlkirin.

Li Parlemena Rûsya Dumayê ji bo peymanên beşdariyê yên di navbera Rûsya û çar herêmên li Ûkraynayê dengdanek hate lidarxistin.

Pêşnûmayên qanûnê yên ji aliyê serokê Dûmayê Vyacheslav Volodin ve hatin pêşkêşkirin hatin qebûlkirin.

Peymanên ji bo beşdariya her çar herêman bi tevahiya dengên endamên Dumayê hatin qebûlkirin.

Bi vê encamê Donestk, Lugansk, Xerson û Zaporijyayê bûn parçeyeke Rûsyayê.

Bi peymanên hatin qebûlkirin kesên li her çar herêman dijîn wê bibin welatiyên Rûsyayê.

Lavrov: Kiev ji serê 8 salan e binesaziya sivil a Komarên Gel ên Donetsk û Luganskê bi qestî xera dike

Beriya dengdanê, Wezîrê Karên Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov axaftinek kir.

Lavrov ji bo rewabûna îlheqkirina erdên Ûkraynayê  van gotinan kir:

“Kiev ji serê 8 salan e binesaziya sivil a Komarên Gel ên Donetsk û Luganskê bi qestî xera dike. Ablûkaya fînans, ragihandin û enerjiyê daniye ser herêma Donbassê. Wan ji mafên bingehîn ên medenî bêpar hiştiye.”

Lavrov diyar kir, ew li hemberî vê polîtîkaya Ûkraynayê gelê li van herêman ji jenosîdê diparêzin.

 

infowelat.com

Li vê jî binêre

Linguistic struggle must be an axis of the national liberation

Interviewer: Necat Ayaz We must look at other processes of language revitalization, and in our …