Referandûma Kurdistanê û meseleya serxwebûnê

Referandûma Serxwebûna Kurdistanê ket 6. salvegera xwe.

Digel propagandaya rêvebiriya Hewlerê dengdan bû sebeba encamên wekî karesatê.

Hukumeta Kurd kontrola xwe ya li ser Kerkûkê û hin herêmên din winda kir.

Referandûma Serxwebûna Kurdistanê ket 6. salvegera xwe.

Dengdana li ser gelek nîqaş hatin kirin, di 25’ê Îlona 2017’an hat lidarxistin.

Welatiyên Herêma Kurdistanê ya Iraqê û Kurdên li derveyî herêmê di vê referandûmê de dengên xwe bi kar anîn.

Gel bi rêjeke mezin tevlî referandûmê bû û 93 ji % piştgiriyê da serxwebûna Başûrê Kurdistanê.

Lê, digel propagandaya rêvebiriya Hewlerê û coşa welatiyên Başûr, dengdan bû sebeba encamên wekî karesatê.

Hukumeta Kurd kontrola xwe ya li ser Kerkûkê herêmên din ku Iraqê dixwest bidest bixe, winda kir.

Krîza siyasî ya navxweyî tevlî ya krîza aboriyê li dûv van windahiyên giran hatin.

Ji wê demê û pê ve, bandora dewletên dagirker li ser Başûrê Kurdistanê zêde bû û îstiqrara li herêmê ji holê rabû.

Kurdistana beriya referandûmê

Artêşa Iraqê di şerê bi DAIŞ’ê re têk çûbû û valahiya leşkerî ya li Başûr û ji aliyê Pêşmerge û gerîlayên HPG’ê ve hatibû dagirtin.

Kerkûk, Şengal, Xaneqîn û Mexmûr ketibû bin kontrola Başûrê Kurdistanê.

Başûrê Kurdistanê beriya referandûmê, herêma herî xurt û bi îstiqrar a li Iraqa federal bû.

Ji ber serkeftinên leşkerî yên li dijî DAIŞ’ê, li cîhanê ji bo Pêşmerge û YPG’ê sempatiyeke mezin pêk hatibû.

Artêşa Iraqê di şerê bi DAIŞ’ê re têk çûbû û valahiya leşkerî ya li Başûr û ji aliyê Pêşmerge û gerîlayên HPG’ê ve hatibû dagirtin.

Kerkûk, Şengal, Xaneqîn û Mexmûr ketibû bin kontrola Başûrê Kurdistanê.

Kurdistan bi riya peymanên bi Tirkiyeyê re petrola xwe bi serbestî difirot û pereyeke mezin ji vê bazirganiyê bi dest dixist.

Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê destekeke xurt dida herêmê û Kongreya Amerîkayê dixwest destekê bidomîne.

Çawa proseya referandûmê dest pê kir?

Barzanî bi hinceta parçebûna olî û krîza siyasî ya li Iraqê, cara ewil di 2014’an de daxwaza xwe ya ji bo referandûmê eşkere kir.

Paşê, di civîna bi partiyên Kurd re a di Hezîrana 2017’an de biryara referanduma serxwebûnê hat dayîn.

Meseleya referandûmû cara pêşî di 2014’an de, di dema serokwezîrê Iraqê Nûrî El-Malîkî de hat rojevê.

Barzanî bi hinceta parçebûna olî û krîza siyasî ya li Iraqê daxwaza xwe ya ji bo referandûmê eşkere kir.

Lêbelê ji ber guherîna serokwezîrê Iraqê, referandûma di 2016’an de dixwest li dar bixe, betal kir.

Piştî serkeftinên li dijî DAIŞ’ê û berfirehbûna erdên herêmê, mesele careke din hat rojevê.

Di 7ê Hezîrana 2017an li bajarokê Pîrmamê yê Hewlêrê, serokê Başûrê Kurdistanê Mesûd Barzanî bi partiyên Başûrê Kurdistanê re civînek hat lidarxistin.

Di vê civînê de biryar hate girtin, di roja 25ê Îlona 2017’an referanduma serxwebûna Başûrê Kurdistanê bê lidarixistin.

Hêzên Kurd û amadekarî

Beriya referandûmê, artêşeke neteweyî nehatibû avakirin û Pêşmerge wekî îro ji ber partîzaniya du hêzên serdest bûbûn du parçe.

Li Kerkûkê û herêmên din ên ketibûn bin kontrola Başûrê Kurdistanê, kordînasyoneke pêwîst ya di navbera PDK-YNK’ê de pêk nehatibû.

Yekitiya Niştimanî ya Kurdistan (YNK) bi nêzîkbûna roja referandûmê re helwesta xwe gav bi gav guherand.

Di encama zextên navneteweyî de, dilxwaziya YNK’ê ya ji bo referandûmê kêm bû û vê partiyê bi dilê xwe desteka xwe ya bo vê proseyê domand.

Tê ragihandin, Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) ragihandiye, eger YNK ji peymanê vekişe wê referandûm li herêmên di bin kontrola PDK’ê de bê lidarxistin.

Beriya referandûmê, artêşeke neteweyî nehatibû avakirin û Pêşmerge wekî îro ji ber partîzaniya du hêzên serdest bûbûn du parçe.

Herwiha, li Kerkûkê û herêmên din ên ketibûn bin kontrola Başûrê Kurdistanê, kordînasyoneke pêwîst ya di navbera PDK-YNK’ê de pêk nehatibû.

Hişyariyên herêmî û navneteweyî

Hukumeta Iraqê û her du welatên dagirker Tirkiye û Îran bi tundî li dijî biryara referandumê derketin.

Hukumeta Washingtonê û Kongreya Amerîkayê, tevlî hin welatên Ewrûpayê ji bo betalkirina referandûmê hişyarî dan.

Hukumeta Iraqê û her du welatên dagirker Tirkiye û Îran bi tundî li dijî biryara referandumê derketin.

Qasim Suleymanî ku şefê leşkerî yê Îranê yê li Iraqê bû, ji bo hişyariyê çû serdana Hewlerê.

Rêveberiya Tirkiyeyê gelek caran daxwuyaniyên tund dan û gef li hukumeta Hewlêrê xwar.

Hukumeta Washingtonê û Kongreya Amerîkayê, tevlî hin welatên Ewrûpayê ji bo betalkirina referandûmê hişyarî dan.

Serokwezîrê Iraqê Heyder Abadî di berdêla referandûmê betal bike, kontrola seheya hewayî jî tê de hin tawizan pêşkêşî Hewlêrê kir.

Lêbelê Hewlêr guhên xwe ji bangên civaka navneteweyî re girt û muzakereyên bi Iraqê re red kir.

Referandûm çawa hat lidarxistin?

Serokwezîrê Iraqê Heyder Abadî di berdêla referandûmê betal bike, kontrola seheya hewayî jî tê de hin tawizan pêşkêşî Hewlêrê kir.

Hewlêr muzakereyên bi Iraqê re red kir û referandûma nîqaşbar li dar xist.

Digel hemû reaksiyon û tawizên Iraqê amade bû bide, referandûm di 25’ê Îlona 2017’an de hat lidarxistin.

400 çavdêrên biyanî û 2 hezar çavdêrên ji Kurdistanê di proseya referandûmê de amade bûn.

Ji çaraliyê cîhanê 159 û ji herêmê jî 500 dezgehên ragihandinê ji bo şopandina referandûmê hatin Kurdistanê.

Ji 3 milyonî zêdetir kes beşdarî referandumê bûn ku ev jî dikir 72 ji % yê hemû hilbijêran.

Di referandumê de 2 milyon û 861 hezar kes dengê xwe ji bo serxwebûna Kurdistanê bi kar anîn.

Ev jî digihîşt rêjeya 93 ji % yên hemû dengên hatine bikaranîn.

Rûreşiya vekişîna ji Kerkûkê

YNK’ê ji bo vekişîna ji bajarê Kerkûkê bi hukumeta Iraqê re li hev kir.

Heşdî Şabî bi hêzeke giran gihîşt Kerkûkê û Pêşmerge bêyî ku di ber xwe bide, bi lez ji  vekişiya.

Piştî referandûmê, Iraq kete nava hereketê û ji bo valakirina Kerkûkê ultîmatom da Kurdistanê.

Hêza paramîlîter Heşdî-Şabî di 15-16 Cotmeha 2017’an de gihîşt Kerkûkê û di demeke kurt de tevlî tesîsên petrolê bajêr dagir kirin.

Paşê derket holê ku YNK’ê ji bo vekişîna ji bajêr bi hukumeta Iraqê re li hev kiriye.

Rêvebiriya YNK’ê îdîa kir, haya PDK’ê jî ji vê peymanê heye.

Hêza Pêşmerge ya li bajêr bêyî ku di ber xwe bide, bi lez ji Kerkûkê vekişiya.

PDK’ê vê qebûl nekir û ji bo rûreşiya vekişînê YNK’ê bi îxanetê sûcdar kir.

Lêbelê Barzanî digel vê, ji herêmên din ên ku Bexda dixwest kontrol bike vekişiya.

Kurdistana piştî referandûmê

Kurdistan hêza xwe ya heyî winda kir û pozîsyona wê ya muzakereyê ya bi Iraqê re ji holê rabû.

Bi dagirkirina Kerkûk, Xaneqîn û herêmên din, Kurdistan vekişiya sînorên xwe yên sala 2003’an.

Encamên referandûmê di her qadî de ji bo Kurdistanê karesatê bi xwe re anî.

Hin encamên referandûmê wiha ne:

  • Kurdistan hêza xwe ya heyî winda kir û pozîsyona wê ya muzakereyê ya bi Iraqê re ji holê rabû.
  • Bi dagirkirina Kerkûk, Xaneqîn û herêmên din, Kurdistan vekişiya sînorên xwe yên sala 2003’an.
  • Ji ber dagirkirina Kerkûkê, Kurdistan 50 ji % hatina xwe ya ji petrolê winda kir.
  • Kurdistan kontrola xwe ya li ser sînorên bi dewletên din re winda kir û Iraq hebûna xwe li ser deriyên sînor xurt kir.
  • Ji ber krîza aboriyê, Kurdistan ji bo dayina heqdestên karmendan neçarî Bexdayê bû.
  • Tirkiye û Îran êrişên xwe yên li dijî hêzên Kurd ên li Başûrê Kurdistanê zêde kirin û bomberanên hewayî û ji bejahiyê êdî bû meseleyeke rojane.
  • Tirkiye êrişên li dijî HPG’ê derxist asta herî bilind û bi riya avakirina baregehên leşkerî cara ewil dest bi hewldana kontrola qadên di destên gerîla de kir.
  • Mesûd Barzanî ji karê xwe yê serokatiyê îstida kir.
  • Di heman proseyê de PDK her çû hîn bêtir xwe spart Tirkiyeyê û însîyatîfa wê ya polîtîk ji holê rabû.
  • Amerîkayê tevlî hukumet û Kongreyê baweriya xwe ya bi hukumeta Hewlêrê winda kir û cara ewil bi awayekî eşkere dest bi rexneyên rêvebiriya Kurd kir.
  • Atmosfera polîtîk a cîhanê a di lehê destkeftinên Başûrê Kurdistanê de dakeve asta herî nizm.

Fotoyê bergê: Xwepêşandake ji bo Referandûma Serxwebûna Kurdistanê / Rûdaw 

Derbarê Necat Ayaz

Necat Ayaz is an exiled Kurdish writer and journalist originally from Turkey. He is editor and founder of Infowelat online magazine since 2013. He has been living in Belgium since 2020. He is the author of Katalonya: Dirok Ziman Otonomi (Catalonia: History Language and Autonomy) and Ispanya”da Ozyonetimin Tarihi (The History of Self-Government in Spain).

Li vê jî binêre

Partîya Çep a Ewrûpî destekê da medyaya kurd

Partiya Çep a Ewrûpayê serdegirtina polîsan a li ser televizyonên kurd şermezar kir. Partîyê got, …