Katalan modela referandûma Quebecê nîqaş dikin

A.Rahman Çelîk

Piştî şeş salan Katalonya dîsa dixwaze referandûmê pêk bîne.

Hewldana hikûmeta Katalan a ji bo amadekirina çarçoveyeke hiqûqî ya referandûmê li Katalonyayê bû sebeba nîqaşan

Carles Puigdemont hukumeta katalan bi desteka siyasî ya ji bo hukumeta Pedro Sanchez sûcdar kir

Hikûmeta navendî da Îspanyayê ragihandin ew ê destûrê nedin referandûma serxwebûnê ya Katalonyayê.

Hikûmeta Madrîdê hewla pêkanîna referandûma serxwebûnê ya Katalonyayê qebûl nekir.

Wezîra Darayî Maria Jesus Monterayê li ser babetê daxuyanî da rojnamegeran.

Wezîrê got: “Heta ku rêveberiya serokwezîr Pedro Sanchez li ser kar be, li Katalonyayê wê referandûmeke self-determînasyonê pêk neyê.”

Pê re jî Monteraye got, divê serokwezîrê Herêma Katalonyayê Pere Aragones li gorî Qanûna Bingehîn tev bigere.

Quebec eyaleteke li rojhilatê Kanadayê ye ku bi zimanê fransî diaxive. Daxwaza parastina ziman bingeha tevgera serxwebûna ya Quebecê ye.

Pere Aragones li paytext Barselonaya ya Katalanyoyê dabû xuyakirin, ji bo pirsgirêka bingehîn a Katalanan bê çareserkirin komîsyonê amadekirina pêşniyazan dest bi kar kiriye.

Aragones bi vê daxuyaniyê re rapora ewil a vê komîsyona ji zanyaran pêk tê eşkere kir.

Rapor ji aliyê profesor Marc Sanjaume, çend zanyarên polîtîkayê û pisporên hiqûqê hate amadekirin.

Komîsyon wê pêşniyazên xwe herî dereng  heta serê sala 2024’an jî wê pêşkêşî Madrîdê bikin.

Ev komîsyon dixwaze formûlasyonên ji bo referandûma serxwebûnê di çarçoveya qanûna Quebecê ya li Kanadayê de amade bike.

Pere Aragones di domahîka daxuyaniya xwe de da ragihand ku li ser mijarê fikrên cuda hene.

Pê re jî got: “Tu kes ji vê rewşa dawî ya li Katalonyayê ne razî ye.”

Armanca hukumeta Katalan ev e, di meseleya referandûmê de bi hukumeta Îspanyayê re li hev bike.

Çi ye Quebec Clarity Act?

Qanûna Quebecê di sala 2000’an de ji aliyê Parlamentoya Quebecê ve hatibû amadekirin.

Li gorî vê belgeyê, ji bo referandûmeke divê biryara dawî Parlamentiya Quebecê bide.

Lê belê li vir mesele ev e, qanûna Parlamentoya Quebecê a bi navê Quebec Clarity Act tê binavkirin, paşê bi qanûnên hîn radîkal ên ji bo proseya serxwebûnê hatibû guherandin.

Hukumeta Quebecê jî tê de alîgirên serxwebûnxwaz ên li vê eyaletê Quebec Clarity Actê ji rojeva xwe derxistibûn.

Qanûna Quebecê di sala 2000’an de ji aliyê Parlamentoya Quebecê ve hatibû amadekirin.

Li gorî vê belgeyê, ji bo referandûmeke divê biryara dawî Parlamentiya Quebecê bide.

Puigdemont planê rexne kir

Puigdemont got, divê berî her tiştî herkes bizanibe ka hukumeta Katalan dixwaze di kîjan çarçoveyê de ji bo referandûmê bi Îspanyayê re li hev bike.

Carles Puigdemont. Serokê berê yê Katalonyayê plana dawî ya hukumeta Katalan rexne kir.

Plana hikûmeta Katalan ji aliyê dilxwazên serxwebûnê yên Katalan ve jî hat rexnekirin.

Partiyên piştevaniya veqetandinê dikin dibêjin, ji bo ku Katalonya serxwebûna xwe bi dest bixe, pêdivî bi pesendkirina Madrîdê ya referandûmê tune ye.

Serokê berê yê Katalan Carles Puigdemont bi daxuyaniyeke di Twitterê de rexneyên giran li hukumeta Katalan kirin.

Puigdemont got, divê berî her tiştî herkes bizanibe ka hukumeta Katalan dixwaze di kîjan çarçoveyê de ji bo referandûmê bi Îspanyayê re li hev bike.

Herwiha Puigdemont hukumeta Aragones bi desteka ji bo serokwezîrê Îspanyayê Pedro Sanchez tometbar kir.

Referandûma Katalonyayê

Di sala 2017’yan de li Katalonyayê referandûma serxwebûnê pêk hatibû.

Di encamê de dengên ji bo serxwebûnê bi ser ketibûn.

Li ser vê encamê, hikûmeta navendî ya Îspanyayê qeyyûm tayînî ser herêmê kiribû.

Endamên hikûmeta katalan ên wê demê, tevî serokwezîrê herêmê Carles Puigdemont, ji mecbûrî, derketibûn derveyî Îspanyayê.

Kesên derneketibûn derve Îspanyayê bi 13 salên girtîgehê hatibûn cezekirin.

Derbarê infowelat.com

Li vê jî binêre

Kurdish media outlets targeted in Europe condemn ‘double standards’ on free speech

Belgian authorities carried out overnight raids on two Brussels-based Kurdish TV studios. The media outlets …