Switzerland map and flag - highly detailed vector illustration

Federalîzma Swîsreyê û demokrasiya dîrekt

Fatoş Demirtaş

Aliyekî Swîsreyê ya li cîhanê bale dikişîne,  cihêrengiya wê ya ziman û otonomiya kantonan e.

Swîsre ji bo mafên her çar komên ziman û xweseriya dîrokî ya kantonan sîstema federal pejirandî ye.

Swîsre welatekî biçûk ê Ewrûpayê ye ku bi sedan salan e di nava sîstema navneteweyî de bi sekna xwe ya bêalî tê naskirin.

Aliyekî Swîsreyê ya li cîhanê bale dikişîne,  cihêrengiya wê ya ziman û otonomiya kantonan e.

Swîsre ji bo mafên her çar komên ziman û xweseriya dîrokî ya kantonan sîstema federal pejirandî ye.

Biryarên derbarê welêt de ji aliyê parlamentoya neteweyî ve tê girtin û Konseya Federal ku rola hukumetê girtiye ser xwe, li gorî biryaran welêt birêve dibe.

Lê digel vê şemaya klasîk a rêvebirinê jî, sîstema biryardayinê ya li Swîsreyê ji welatên din cudatir e.

Sîstem çawa dixebite?

Eger komeke welatî di nava 100 rojan de 50,000 îmze berhev bikin, ji bo qanûneke heyî referandûm dikare bê lidarxistin.

Li aliyekî din, sîstema Swîsreyê destûrê dide welatî ji bo pêşniyazkirina qanûnekê însîyatîfa referandûmê bidin destpêkirin.

Li welatên din wekîl li ser navê gel li parlamentoyê biryaran digirin û ji bo biryaran bi gel naşêwirin.

Li Swîsreyê biryarên tên girtin encax piştî referandûmê dikevin meriyetê.

Ev sîstema wekî demokrasiya dîrekt (rasterast) tê pênasekirin, rola gel a di polîtîkayê de berfirehtir dike.

Pergala referandûmê ji referandûmên ferz û ji yên hilbijarî pêk tê.

Referandûmên ferz, piştî qanûn ji aliyê parlementoyê ve tên qebûlkirin tên lidarxistin.

Eger welatî dengê red bidin, pêşniyazqanûna parlemenê nabe qanûn û nakeve meriyetê.

Cureya duyemîn a referandûmê bi însîyatîfên welatiyan tên lidarxistin.

Eger komeke welatî di nava 100 rojan de 50,000 îmze berhev bikin, ji bo qanûneke heyî referandûm dikare bê lidarxistin.

Li aliyekî din, sîstema Swîsreyê destûrê dide welatî ji bo pêşniyazkirina qanûnekê însîyatîfa referandûmê bidin destpêkirin.

Eger komeke herî kêm ji heft kesan pêk tê di nava 18 mehan de 100,000 îmze berhev bike, ji bo pêşniyaza însîyatîfê referandûmeke neteweyî tê lidarxistin.

Ji bo referandûmên kantonan û belediyeyan li gorî nifûsa wan hejmareke hîn kêmtir deng pêwîst in.

Di encam de mirov dikare bêje sîstema polîtîk a Swîsreyê li ser bingeha referandûman bilind dibe.

Li Swîsreyê serokatî

Sîstema Swîsreyê ya rêvebiriya federal li ser wekheviya heft endamên hukumetê hatiye damezrandin.

Ji bilî dema kurt  a serokatiyê, yek ji heft kesên endamên Konseya Federal ji yekî din ne pêşdetir e.

Wekî gelek welatên din Swîsre jî xwedî saziya serokatiyê ye.

Lêbelê erkên di destê serok de kêm in û ji vî alî ve naşibe serokên din ên li welatên din.

Serokê Swîsreyê ji nava heft endamên hukumetê tê hilbijartin û bi tenê salekê li ser kar dimîne.

Ev post bi giranî xwedî erkên sembolîk e û herkes dizane piştî serokê li ser kar wê kîjan endamê hukumetê bibe serokê nû.

Ne yek lê heft kes 

Yanî a rast, mirov dikare bêje Swîsre ne ji aliyê kesekî lê ji aliyê heft kesan ve tê birêvebiribin.

Sîstema Swîsreyê ya rêvebiriya federal li ser wekheviya heft endamên hukumetê hatiye damezrandin.

Ji bilî dema kurt  a serokatiyê, yek ji heft kesên endamên Konseya Federal ji yekî din ne pêşdetir e.

Ev jî pêşî li siyasetmedaran digire ku erkê bi dest bixin û bi vî awayî li gorî berjewendiyên xwe welêt bi rê ve bibin.

Derbarê Fatoş Demirtaş

Fatoş Demirtaş rojnamevenake Kurd a ji Bakurê Kurdistanê ye. Wê cara pêşî di 1999’an de li Azadiya Welat dest bi rojnamevaniyê kir û paşê heft salan li navenda rojnameya Gundemê ya li Stenbolê xebitî. Ew dema ji bo Belediyeya Baxlera dixebitî, di 2017’an de ji aliyê dewleta Tirkiyeyê ji kar hate girtin. Demirtaş ji sala 2019’an û vir ve li Swîsreyê wekî penaberekî polîtîk dijî.

Li vê jî binêre

VVJ and EFJ condemn raid on Kurdish TVs

Ronî Riha The Flemish Union of Journalists and the European Federation of Journalists have condemned …