Aragones referandûmeke serxwebûnê pêşniyaz kir

Serokê Katalan bang li Pedro Sanchez kir, di dema hukumeta nû ya 2023-2027’an de mercên ji bo referandûma serxwebûna Katalonyayê zelal bike.

Ev jî tê vê wateyê, Katalonya wê bikaribe heta 2027’an referandûmeke din a serxwebûnê li dar bixe.

Îspanyaya nikare hukumeta xwe ava bike neçarê desteka siyasî ya Katalonyayê ye.

Katalonya ji bo desteka xwe stratejiyeke neteweyî dişopîne û şert û mercan dide pêşberî Madrîdê.

Serokê hukumeta Katalan (Generelitat) Aragones di axaftina xwe ya di Parlamentoya Katalonyayê de tevlî nîqaşan bû.

Pere Aragones di gotûbêja polîtîkaya giştî de, efûya ji bo siyasetmedarên Katalan wekî şertê yekemîn nîşan da.

Lîderê Katalan got, ew hêvî dike serokê berê yê welêt Carles Puigdmont û sekreterê giştî yê ERC’ê Marta Rovira bikaribin vegerin Katalonyayê.

Di berdewamiya axaftina xwe de Aragones diyar kir, efûya siyasî wê derî li muzakereyên bi Îspanyayê re veke.

Aragones da zanîn, bi dûv efûyê re divê Îspanya destûrê bide Katalonya referandûmeke serxwebûnê li dar bixe.

Serokê Katalan bang li Pedro Sanchez kir, di dema hukumeta nû ya 2023-2027’an de mercên ji bo referandûma serxwebûna Katalonyayê zelal bike.

Ev jî tê vê wateyê, Katalonya wê bikaribe heta 2027’an referandûmeke din a serxwebûnê li dar bixe.

Pedro Sanchezê serokwezîrê Îspanyayê bû, ji bo avakirina hukumeta xwe ya nû pêdivî bi desteka wekîlên Katalonya û Welatê Baskê dibîne.

Pedro Sanchezê serokwezîrê Îspanyayê bû, ji bo avakirina hukumeta xwe ya nû pêdivî bi desteka wekîlên Katalonya û Welatê Baskê dibîne.

Puigdemont çi gotibû?

Serokê berê yê Katalonyayê Carles Puigdemont jî sê hefte berê derbarê desteka muhtemel a partiya wî ya ji bo hukumeteke din a Pedro Sanchez daxwuyaniyek dabû.

Puigdemont ji bo desteka hukumeta Sanchez van şertan pêşkêşî Sanchez kiribû:

  • Ragihandina efûyeke giştî ya ji bo siyasetvanên Katalan
  • Naskirina encamên referandûma serxwebûnê ya 2017’an
  • Jiholêrakirina hemû astengiyên li hember ziman û çanda Katalan.

Foto: Serokê hukumeta Katalan Pere Aragones. /Okdiario.com 

Infowelat

Derbarê infowelat.com

Li vê jî binêre

VVJ and EFJ condemn raid on Kurdish TVs

Ronî Riha The Flemish Union of Journalists and the European Federation of Journalists have condemned …