Kurdistanê ji bo serxwebûnê roja referandumê eşkere kir

 

Hêmin Hewramî duh (19.01.2016) beşdarî semînereke li Zanîngeha Amerîkî ya Kurdistanê [American University Kurdistan (AUK)] bû û derbarê jeopolîtîka Kurdistanê de axivî.

Berpirsê Pêwendiyên Derve yên Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) Hêmin Hewramî di axaftina xwe ya li Zanîngeha Amerîkî de bal kişande ser berdewamiya xetereyên li dijî Kurdistanê û got: ‘Kurdistanê xwe îsbat kir ku hikûmeteke çalak û kara ye; lêbelê bidawîbûna heyama dîktatoriyê nayê wê wateyê ku xetere jî bi dawî bûne. Herwiha sistbûna yekrêziya Kurdistanê nahêle ku Kurdistan roleke çalak a global bilîze.’

Hewramî diyar kir li Rojhilata Navîn rewşeke aloziyê ya dayîmî heye; lêbelê Kurdistan dikare bi arîşeyên qewimî re serderiyê derxe û wiha berdewam kir: ‘Divê Kurdistan fêm bike ku Rojhilata Navîn derbasî rewşeke nû bûye û divê kurd jî cih û warê xwe di nexşeya nû de bibînin. Li Rojhilata Navîn di navbera projeyên herêmî û navneteweyî de şer heye; herwiha hinek aktorên nefermî jî derketine holê. Divê Kurdistan jî rola xwe ya fermî û nefermî baş bi cih bîne.’
Derbarê referanduma serxwebûna Kurdistanê û heyama piştî serxwebûnê de jî rayedarê PDKê wiha got: ‘Referanduma serxwebûna Kurdistanê dê sala 2016an pêk were û Iraqeke bêhêz ji bo serxwebûna Kurdistanê tehdîdek e; em cîranên xurt dixwazin. Herwiha partiyek tenê nikare pêşiyê li serxwebûna Kurdistanê bigire.’

Jêder: Sputnik News

infowelat.com

Li vê jî binêre

Lîtwanya di 1991an de bû welatekî serbixwe

Konseya Bilind Komara Sovyetê ya Lîtwanyayê di 11ê adara 1990an de serxwebûna welêt ragihand. Yekitiya …