SNP li Îskoçyayê bû partiya yekemîn

Partiya îskoç a serxwebûnxwaz SNP (Partiya Neteweyî a  Îskoç) di hilbijartinên ji bo Parlamentoya Yekitiya Ewrûpayê û  lokal de serkeftinek bi dest xist. Partiyê li Îskoçyayê ji %38’ê dengan girt û bû partiya yekemîn.

Serkeftina hilbijartinê SNP’ê carek din jî nîşan dide ku welatiyên Îskoçyayê bi giranî hem alîgirê serxwebûna Îskoçyayê û hem jî alîgirê endamtiya YE’yê ne. Bi vê encamê, hilbijêrên welat bi rengekî zelal Brexit (veqetîna Brîtanyayê ji YE’ê) red dikin. Li aliyekî din, SNP bi rêjeya xwe ya bilind di heman demê de li hemû rojavayê Ewrûpayê bû partiya yekemîn ku herî zêde deng wergirtiye.

Di hilbijartina lokal de serfiraziya partiyê zêdetir berbiçav bû. Hema hema hemû konseyên (şaredarî) li Îskoçyayê di vê hilbijartinê de ket destên namzetên SNP’ê. Partiyê bi tenê şaredariyên  li giravên Orkney û Shetlandê yên li bakurê welat winda kir. Dîsa jî li Orkneyê ji % 24’ên hilbijêran dengên dan namzetê partiya serxwebûnxwaz.

Sînorên councilsên (konsey) Îskoçyayê

Encama herî baş a SNP’ê ya di hilbijartina Ewrûpayê de bi wergirtina ji % 32.6’ê dengan di 1994’an de pêk hatibû. Ev jî baş nîşan dide ku di hilbijartinên ji bo Parlamentoya Ewrûpayê de dengên partiyê her ku diçe zêde dibin.

Hilbijartin û serxwebûna Îskoçyayê

Rêvebirên partiyê di wê baweriyê de ne ku encamên hilbijartinên dawî îşaretek ji bo referandûma serxwebûnê ya duyemîn e. Bi ya wan, desteka xurt a ji bo SNP’ê tê wateya xurtbûna daxwaza serxwebûnê û lidarxistina referandûma duyemîn. Anketên piştî referandûma serxwebûnê ya di 2014’an û vir ve tên weşandin bilindbûna desteka ji bo serxwebûnê li ber çavan radixin.

Serokê SNP’ê Nicola Sturgeon li ser encamên hilbijartinê axivî û got ku Îskoçya carek din nîşan daye ku wê Brexit red kiriye. Sturgeon got ku wê partiya wê çend roj şûn de pêşnûmaqanûnek ji bo lidarxistina referandûmeke serwebûnê ya duyemîn ji raya giştî re eşkere bike.  

Aliyên domandina yekitiya bi Brîtanyayê re ku Partiya muzafazakar a îskoç ji wan re rêvebiriyê dikir, bi tenê ji % 11.6’ê dengan girtin. Partiya îskoç a Muhafazakar beriya hilbijartinê bi navê “No to IndyRef2” li dijî serxwebûnê kampanyayekê dabûn destpêkirin û xwestibûn hilbjartinê veguherînin referandûmeke li dijî serxwebûnê.

Wiha xuya dike ku ji ber alîgirek radîkal a Brexitê piştî hilbijartinê  li Londonê bû serokwezîr, ew ê daxwaza ji bo serxwebûna Îskoçyayê di dema nû de derkeve asta herî bilind. Îskoçya tekane herêma li Brîtanyayê ye ku alîgirên Brexitê têk çûn. Brexitî di hijbijartina îskoçyayê de bi tenê ji % 15 dengan girtin.

Înfowelat

infowelat.com

Li vê jî binêre

Îspanya efûya katalanan qebûl kir

Parlamentoya Îspanyayê pêşnûmaya efûya serxwebûnxwazên katalan qebûl kir. Piştî parlamentoyê wê pêşnûma biçe Senatoya Îspanyayê. …