Yewnanîstan ji YE û IMF’yê got “Oxi”*

 

 

Hilbijêrên yewnan girtina tedbîrên aboriyê yên ku ji aliyê Yekitiya Ewropayê û Fona Pereyan a Navneteweyî dihatin pêşniyazkirin red kir.

Di referandûma 5’ê Tîrmehê de ji welatiyan hatibû xwestin ku ew peymana ji aliyê YE, Bankeya Navendî ya Ewropî û Fona Pereyan a Navneteweyî (IMF) ve hatibû pêşniyazkirin qebûl dikin an na.

Encamên hilbijartinê wiha ne:

Erê /Qebûl dike:                              % 38.69

Deng:                                                   2,245,537

Na / Qebûl nake:                            % 61.31

Deng:                                                   3,558,450

Beşdariya hilbijartinê:                   % 62.5

Piştî van encaman, tê ragihandin ku çar senaryo li pêşiya têkiliyên Yewnanîstanê û YE’yê heye. Di senaryoya yekemîn de wê Troikaya YE’yê ku ji her sê dewletên mezin ên yekitiyê pêk tên, mecbûr bibînin deynên Yewnanîstanê ji % 30 daxin. Li gorî senaryoya duyemîn, wê hikumeta Syrizayê baca zengînên welat zêde bike.  Di senaryoya sêyemîn de jî wê Yewnanîstan ji qada Euroyê derkeve û vegere pereyê xwe yê kevn Drahmi. Di senaryoya dawî de jî wê hikumeta Syrizayê dûrî Ewropayê bikeve û xwe nêzîkî Rûsya û Çînê bike.

*Oxsi: Bi yewnanî na.

Înfowelat

Derbarê infowelat.com

Li vê jî binêre

Kurd li Davosê çalakî li dar xistin

Cengîz Demirtaş  Çalakgerên kurd bi çalakîyeke ji bo Rojava xwestin dengê xwe bigihînin Forûma Aborîyê …