Referandûma serxwebûnê ya Bouganvilleê hat taloqkirin

Bouganville giraveke li rojhilatê Papûa Gîneya Nû’ye ku nifûsa wê qasî 250 hezarî ye. Şerê rizgariyê bi hevdîtinên 1997’an a bi hevkariya Zelandaya Nû hatin lidarxistin bi dawî bû. Herêma Xweser a Bouganvilleê di 2002’an de hat damezrandin.

Girava Bouganvilleê ya li ser Papûa Gîneya Nû (PGN) di demên dawî de bi cihêxwaziya xwe ketiye rojeva sîyasî ya Pasîfîkî.   Li ser daxwaza hêzên serxwebûnxwaz ên girava Bouganville û PGN li hev kiribûn ku di 15’yê Hezîranê de referandûma serxwebûnê bê lidarxistin. Kurtedemek berê her du rêvebirî diyar kirin ku referandûm heta 17’yê Cotmehê hatiye taloqkirin. Serokê Komîsyona Referandûmê Serokwezîrê kevn ê Îrlandayê Bertie Ahern li ser mijarê axivî û got ku wan ji ber kêmasiya derfetên aboriyê û hin mijarên hiqûqî û teknîkî vê biryarê girtine.  

Lidarxistina referandûma serxwebûnê di peymana aştiyê ya Bouganville û PGN’yê ya di 2001’an de hatibû diyarkirin. Gelê Bouganvilleê wê di referandûmê de biryarê bide ku gelo ew xweseriyeke berfireh an serxwebûnê dixwaze. Analîstên bi vê mijarê re ji nêzîk ve eleqeder in dibin didin zanîn ku wê di referandûmê de “Erê” bi ser bikeve. Lê wê biryara dawiyê ya di derbarê serxwebûnê de ji aliyê Parlamentoya Giravê ve bê dayîn.

Di dawiya salên 1980’an de rêxistina BRA’yê bo mebesta serxwebûna giravê li dijî hêzên PGN’ê û mîlîsên hevkarên dewletê dest bi şerê çekdarî kir. Beriya pevçûnê PGN bi alîkariya Awistralyayê dest bi derxistina madênên giravê kiribû û ev yek di nava civaka giravê de bûbû sebeba bêaramiyeke berfireh.

Bouganville giraveke li rojhilatê PGNê ye ku nifûsa wê qasî 250 hezarî ye. Şerê rizgariyê ya giravê bi hevdîtînên 1997’an a bi hevkariya Zelandaya Nû hatin lidarxistin bi dawî bû. Peymana aştiyê ku di sala 2000’an de hat amadekirin di hundirê xwe de bêçekdarkina hêzên serhildêr û hêrêmeke xweser dihewand. Herêma xweser bi awayekî fermi di 2002’an de hat damezrandin.


înfowelat

Derbarê infowelat.com

Li vê jî binêre

Hejmara 5. a Rêya Serxwebûnê hat weşandin.

Mijara dosyeyê ya hejmara dawî otonomîya Giravên Alandê ya bi ser Fînlandê ve ye. Kurtedîroka …