Yek ji sebeba herî mezin a vê daxwazê, li herêmê ligel Fransî axaftina zimanê Almanî ye. Di dîrokê de ev herêm di destên Almanyayê de mabû û lewma qismeke welatî hin jî bi zimanê Almanî diaxivin.
Fransaya xwedî tradîsyona jakoben, ji sedsala 18’an û vir ve bi polîtîkayên xwe cihêrengiya etnîk û zimanî ya li nava welêt lawaz dike.
Rêvebiriya Parîsê cara dawî bi reforma terîtoryal di 2014’an de dawî li hin herêmên etnîk anî û ew di bin banê herêmên mezin de ci bî kirin.
Yek ji van herêman Alsas (Bi almanî Elsass) bû ku ligel du herêmên din bû parçeyeke herêmeke berfireh a bi navê Rojhilata Mezin.
2014 wekîlên meclîsa herêmî jinûvebirêxistinkirina Alsasê protesto kirin
Ev jî li Alsasê bû sebeba aciziyan û wekîlên meclîsa herêmî biryara Parîsê protestokirin.
Meseleya daxwaza otonomiya herêmî careke din hat rojevê.
Serokê rêvebiriya bi navê kolektîvîtîya Alsasê Frederic Bierry da xuyakirin, ew ê li herêmê referandûmeke yekalî li dar bixin.
Çima referandûm?
Roja 15’ê sibatê de wê ji welatiyan bê pirsîn bê kirin ka ew dixwazin ji nû ve Alsas bê damezrandin an na.
Bîerry da zanîn, eger encama dengdanê erênî be, rêvebiriya wî wê daxwazên welatiyan pêşkêşî namzetên hilbijartina serokatiya Fransayê bike û ji wan destekê bixwaze.
Li gorî anketên dawî, ji sedî 68’ên welatiyên Alsasê, alîgirê herêmeke otonom a bi tena serê xwe ne.
Yek ji sebeba herî mezin a vê daxwazê, li herêmê ligel Fransî axaftina zimanê Almanî ye.
Nasnameya zimanî
Alsas herêmeke li bakurêrojhilatê Fransayê, li ser sînorê Almanyayê ye.
Nifûsa herêmê bi qasî 2 milyone û erdên wê yên berfireh, bi qasî 8.280 km2 ye.
Bajarên herî mezin ên herêmê Strasbourg, Mulhouse û Kolmar e.
Di dîrokê de ev herêm di destên Almanyayê de mabû û lewma qismeke welatî hin jî bi zimanê Almanî diaxivin.