Awustralya referandûma Aborîcînan li dar dixe

Awustralya ji bo berfirehkirina mafên Aborîcînan di 14’ê Cotmehê de referandum li dar dixe.

Eger encama dengdanê erênî be wê Aborîcînên li vî welatî ji aliyê Destûra Bingehîn ve bên naskirin.

Herwiha hukumet plan dike piştî referandûmê ji xweciyan komîteyek ava bike.

Awustralya ji bo berfirehkirina mafên Aborîcînan di 14’ê Cotmehê de referandum li dar dixe.

Eger encama dengdanê erênî be wê Aborîcînên li vî welatî ji aliyê Destûra Bingehîn ve bên naskirin.

Serokwezîrê Awustralyayê Anthony Albanese di derbarê referandûmê de daxuyaniyekê da û hin agahiyan parve kir.

Albanese got, bi vê referandûmê ew plan dikin gelê Aborîcîn di parlamentoyê de temsîl bikin.

Temsîlkirina siyasî wê bi riya mekanîzmaya “Dengê Xweciyan” pêk were.

Lîderê Awustralyayê di vê mijarê de wiha axivî:

Anthony Albanese. Serokwezîrê Awustralyayê par soza referandûma Aborîcînan dabû. /Foto: Wikipedia

“Em ê bikaribin di warê meseleyên tenduristî, perwerde, îstihdam û hebûna xaniyan de rasterast civakên Aborîcîn guhdarî bikin.”

Hukumet plan dike eger encamê dengdanê erênî  be wê ji xweciyan komîteyek ava bike.

Ev komîte wê li ser polîtîka û projeyên ku bi xweciyan ve têkîldar pêşniyazan li Parlemana Federal a Awustralyayê bike.

Hukumeta federal dema di van meseleyan de biryarê bide, wê van pêşniyazan li ber çav bigire.

Di Gulana 2017’an de 250 lîderên civakên xwecî yên li Awustatralyayê daxwaza temsîlkirinê ya bi riya Destûra Bingehîn kiribûn.

Antony Albanese jî piştî serkeftina xwe ya hilbijartinê, di Gulana 2022’an de soza lidarxistina referandûmê dabû Aborîcînan.

60 hezar sal in li Awustralyayê ne 

Aborîcîn koma gelên xwecî yên li Awustralyayê ne ku herî kêm 60,000 sal in li vî welatî dijîn.

Ji 26 milyon nifûsa Awustralyayê nêzîkî 3.2 ji % ango nêzîkî 1 milyon kes Aborcîn in.

Aborîcîn koma gelên xwecî yên li Awustralyayê ne ku herî kêm 60,000 sal in li vî welatî dijîn.

Ji 26 milyon nifûsa Awustralyayê nêzîkî 3.2 ji % ango nêzîkî 1 milyon kes Aborcîn in.

Rêjeya nifûsa Aborîcînan a li eyaletên Awustralyayê. /Harîte: Malpera Saziya Neteweyî ya Awustraliyên Aborîcîn

Aborîcîn ji aliyê demografyayê herî zêde li eyaleta New South Wales û Quenslandê dijîn.

Nifûsa civakên li van her du eyaletan bi qasî 60 ji % Aborîcînan e.

Ji dema mêtingeriya Brîtanyayê ya di sedsala 18. û vir ve rastî cudakariyê tên.

Infowelat

Fotoyê bergê: Ala Awustralyayê. /Wikipedia

Derbarê infowelat.com

Li vê jî binêre

VVJ and EFJ condemn raid on Kurdish TVs

Ronî Riha The Flemish Union of Journalists and the European Federation of Journalists have condemned …