UKRAINE-CRISIS/REFERENDUMS-DONETSK

Çar herêmên Ûkraynayê li benda îlheqa Rûsyayê ne

Referandûmên yekalî yên li rojhilat û başûrê Ûkraynayê  bi dawî bûn

Di encama dengdana encama wê ji destpêkê ve diyar bû, 4 herêmên Ûkraynayê biryar dan tevlî Rûsyayê bibin

Rûsya plana îlhaqkirina herêmên dagirkirî yên Ûkraynayê bi wekî ku amade kiribû dimeşîne.

Moskow ji bo 4 herêmên li vî welatî tevlî erdên xwe bike, referandûmên herêmî li dar xist.

Rûsya ji bo baweriya bi encamên referandûmê zêde bike, komeke pisporên navneteweyî jî vexwend herêmên dagirkirî.

Koma pisporan Donetsk, Luhansk, Zaporijya û Xersonê li çar herêmên di bin destên Rûsyayê de prosesa dengdayinê şopandin.

Piştî vê referandûma ku 5 roj berdewam kir, bi lez prosesa jimartina dengan dest pê kir.

Li gorî daneyên hatin eşkerekirin, Luhanskê ji 98.4 ji %, li Donetskê 99.2 ji %, û li Zaporijyayê 93.1 ji % welatiyên ji bo Rûsyayê dengên xwe bi kar anîn.

Kurtedemek bi dûv vê re jî encamê referandûman hate ragihandin.

Rêvebiriya herêmî ya li herêmên dagirkirî diyar kir, piraniya welatiyên di lehê tevlîbûna Rûsyayê de dengên xwe bi kar anîne.

Li gorî daneyên hatin eşkerekirin, Luhanskê ji 98.4 ji %, li Donetskê 99.2 ji %, û li Zaporijyayê 93.1 ji % welatiyên ji bo Rûsyayê dengên xwe bi kar anîn.

Rêjeya herî kêm a ji bo tevlîbûna Rûsyayê, li herêma Xersonê ya li başûrê Ûkraynayê pêk hat.

Ji sedî 87’ê welatiyên li vê herêmê, ji bo tevlîbûna Rûsyayê gotin erê.

Berî niha, di 2014’an de bi pêşengiya Rûsyayê cara pêşî li herêma Kirimê referandûmek hatibû lidarxistin.

Îlheqkirina Kirimê

Berî niha, di 2014’an de bi pêşengiya Rûsyayê cara pêşî li herêma Kirimê referandûmek hatibû lidarxistin.

Bi vê referandûmê welatiyên Kirimê ku piranî bi zimanê rûsî diaxivin, di lehê yekitiya bi Rûsyayê re dengên xwe dabûn.

Piştî referandûmê Kirim ji aliyê Rûsyayê ve hatibû îlheqkirin.

Venasîna Donbasê

Herêmên Ûkraynayê yên referandûm hatin li dar xistin

Di sibata 2022’an de Donetsk û Luhansk bi desteka Rûsyayê wekî du komar serxwebûna xwe ragihandibûn.

Serokê Rûsyayê Vladimir Putîn di 21ê sibatê de lîderên her du parêzgehên herêma Donbasê vexwendibû Kremlînê.

Putin di vê hevdîtinê de biryara Rûsyayê ya venasîna komarên Donestk û Luhanskê îmze kiribû.

Derbarê infowelat.com

Li vê jî binêre

VVJ and EFJ condemn raid on Kurdish TVs

Ronî Riha The Flemish Union of Journalists and the European Federation of Journalists have condemned …