Li Tûnisê hewldana ber bi rejîma takekesî ve

A.Rahman Çelîk

Li Tûnisê referandûmeke ji bo destûreke bingehîn a nû tê lidarxistin

Bi destûra nû erkên serokar pir zêde tê berfirehkirin û derî li rejîma takekesî tê vekirin

Li Tûnisê, gel ji bo referandûma destûra bingehîn diçe ser sindoqan.

Nêzîkî 10 milyon tûnisî di vê referandûmê de dengên xwe bi kar tînin.

Beriya destpêka dengdayînê, bi hinceta ku wê “rejîma takekesekî” ava bike, rexneyên giran li vê referandûmê dihat kirin.

Keys Seid. Serokê Tûnisê ji 2021’an û vir ve welêt bi tena serê xwe bi rê ve dibe.

Piştî “Şoreşa Yasemînê” ya sala 2011’an, li Tûnisê pergaleke parlementerî hatibû sazkirin.

Li pêyî şoreşê, di sala 2014’an de jî destûra binhegîn a Tûnisê hatibû qebûlkirin.

Bi referandûmê armanc ev e, di rêvebirina dewletê de sîstema du serî ji holê bê rakirin.

Armanc xurtkirina serokatiyê ye

Destûra bingehîn a nû ya li şûna sîstema parlamenteriyê tê avakirin, erkên serokomar berfireh dike.

Li gorî vê, serokomar kengî bixwaze, dikare dawî li wezîfeya hikûmetê yan jî endamekî hikûmetê bîne.

Ango bi gotineke din, serokomar bi tena serê xwe dikare biryarên girîng bide.

Ew ê ji biryarên ku dide berpirs neyê dîtin û bi tu awayê jî ji wezîfeyê nikari be bê daxistin.

Paşxaneya krîza siyasî

Hêjayî gotinê ye, krîza siyasî ya Tûnisê ji Tîrmeha 2021’ê û vir ve didome.

Serokomarê Tûnisê Keys Seîd salek berê xebatên parlemana Tûnisê dabû sekinandin.

Wî bi gavê re, mafê parêzbendiya parlementeran rakiribû.

Di 21’ê Îlona 2021’ê de jî bi biryarnameyan wezîfedariya xwe berfireh kiribû û desthilatdariya welat bi xwe ve girê dabû.

Pê re jî biryar dabû ku referandûm di 25’ê Tîrmeha 2022’yan de bê lidarxistin.

Li pêyî referandûmê, di 17’yê Kanûna 2022’yan de  wê hilbijartina giştî were lidarxistin.

Parlemana Tûnisê heta wê çaxê wê girtî bimîne.

Derbarê infowelat.com

Li vê jî binêre

Repertuwara Stranên Kurdî bo Gîtarê derket

Pirtûkeke li ser stranên kurdî yên gîtarê êdî online dikare bê peydekirin. Di berhemê de …