Lîderê Alba Party Neale Hanvey /Albaparty.org

Brîtanya referandûma Skotlandê red kir

Di Parlamentoya Brîtanyayê de dengdaneke li ser serxwebûna Skotlandê hat lidarxistin.

Wekîlên parlamentoyê ji bo pêşniyazqanûna li ser erkên referandûmê  dengên xwe bi kar anîn.

Di encama dengdanê de pêşniyazqanûna ji aliyê serokê Alba Partyê Neale Hanvey hat redkirin.

Meseleya serxwebûnê di salên dawî de di navbera Brîtanya û Skotlandê de dibe sebeba aloziyê.

Skotland ji Londonê daxwaz dike, referandûmeke duyemîn a self-determînasyonê li dar bixe.

Bi mebesta zelalkirina vê meseleyê, duh di Parlamentoya Brîtanyayê de dengdanekê hat lidarxistin.

Wekîlên parlamentoyê ji bo pêşniyazqanûneke li ser vê mijarê dengên xwe bi kar anîn.

Di encama dengdanê de pêşniyazqanûna ji aliyê serokê Alba Partyê Neale Hanvey hat redkirin.

228 wekîl li dij û 48 wekîl jî di lehê pêşniyaza Hanvey de dengên xwe bi kar anîn.

Kesên dengên erênî bi kar anîn wekîlên SNP (Partiya Netewperest a Skotlandê), Plaid Cymru  û wekîlekî partiya mihefazakar bû.

Pêşniyazqanûna self-determînasyonê di nava xwe de guherîna Qanûna Skotlandê ya 1998an dihewand.

Eger ev belge di parlamentoyê re derbas bûbûna wê mafê lidarxistina referandûmê li qanûna 1998’an bihatana zêdekirin.

Di belgeyê de dihat diyarkirin, divê dema di navbera du referandûman de herî kêm 7 sal be.

Ev hukum di Peymana Îna Bixêr a Bakurê Îrlandayê de jî cî girtibû.

Bi vê hukmê, Bakurê Îrlandayê dikare bi referandûmekê tevlî Komara Îrlandayê bibe.

Serxwebûn mijara sereke ye

Meseleya serxwebûnê di ji 2014’an û vir ve mijara serdest a rojeva Skotlandê ye.

Di referandûmê de 55 ji % welatiyan li dijî serxwebûnê dengên xwe bi kar anîbûn.

Meseleya serxwebûnê di ji 2014’an û vir ve mijara serdest a rojeva Skotlandê ye.

Bi pêşengiya SNPê de 2014’an de li Skotlandê referandûma serxwebûnê hatibû lidarxistin.

Di referandûmê de 55 ji % welatiyan li dijî serxwebûnê dengên xwe bi kar anîbûn.

Par, Skotland careke din daxwaz kiribê referandûmeke serxwebûnê li dar bixe.

Lêgelê Dadgeha Bilind a Brîtanyayê bi biryarekê pêşî li vê daxwazê girtibû.

Lîderê Alba Party Neale Hanvey /Albaparty.org

Rapirsiyên dawî nîşan didin, % ji 46ê gelê Skotlandê serxwebûnê dixwazin.

% 47 ji gel jî li hember vê derdikevin û yekitiya heyî ya bi Brîtanyayê re erê dikin.

Infowelat

—————————

Fotoyê sereke: Ala Brîtanyayê /X.com

Derbarê infowelat.com

Li vê jî binêre

VVJ and EFJ condemn raid on Kurdish TVs

Ronî Riha The Flemish Union of Journalists and the European Federation of Journalists have condemned …