“An serxwebûnê îlan bikin an îstifa bikin”

Referandûma serxwebûnê ya Katalonyayê duh 6 sal li dûv xwe hişt.

Seroka ANC’ê wiha bang li hukumeta Katalan kir:

“An serxwebûna welêt rabigihînin an jî ji bo avakirina hukumeteke din îstifa bikin.”

Di salvegera referandûmê de li paytext Barselonayê çalakiyên cihê hatin lidarxistin.

Referandûma serxwebûnê ya Katalonyayê duh 6 sal li dûv xwe hişt.

Di salvegera referandûmê de li paytext Barselonayê çalakiyên cihê hatin lidarxistin.

Meclîsa Neteweyî ya Katalan (ANC), Komîteyên Parastina Komarê (CDR), Omnium Cultural û Komeleya Şaredariyên ji bo Serxwebûnê (AMI) ji çalakiyan re pêşengiyê kirin.

Çalakiya Meclîsa Neteweyî ya Katalan bi meşekê dest pê kir û paşê bi axaftinên li ser mijarê bi dawî bû.

Dolors Feliu. Seroka Meclîsa Neteweyî ya Katalan (ANC).

Seroka meclîsê Dolors Feliu di bernameyê de axaftinekê kir û ji bo serxwebûnê bang li hukumeta Katalan kir.

Feliu ji hukumetê xwest, an serxwebûna welêt rabigihîne an jî ji bo avakirina hukumete din îstifa bike.

CDR’yê jî  ji bo salvegerê ji çend nuqteyên li Barselonayê meşeke hemwext lidarxist.

Di hin çalakiyên duh de alên Îspanyayê hatin şewitandin û cî bi cî bi polêsan re alozî pêk hat.

Referandûma Serxwebûnê ya 2017’an

Hukumeta Katalonyayê di 1’ê Cotmeha 2017’an de referandûmeke ji bo serxwebûnê li dar xist.

Digel astengiyên dewleta Îspanyol, 2,286,000  welatî çûn ser sindoqan.

Di encama dengdanê de ji 92 ji % hilbijaran dengên xwe dan serxwebûna Katalonyayê.

Piştî dengdana self-determînasyonê, Îspanya li dijî lîderên Katalan dest bi zilmeke siyasî kir.

Serokê Katalonyayê Carles Puigdemont ligel çend endamên hukumetê terka welêt kir.

Cîgirê serokê Oriol Junqueras û çend lîderên polîtîk û sivîl ên Katalan hatin girtin û bi salan di girtîgehê de man.

Paşê ji ber nerazîbûnên mezin ên li Katalonya û cîhanê lîderên di girtîgehê de ji aliyê serokwezîrê Îspanyayê Pedro Sanchez ve hatin efûkirin.

Foto: Çalakiyeke ji bo salvegera Referandûma Serxwebûnê ya li Barselonayê 

Infowelat

Derbarê infowelat.com

Li vê jî binêre

VVJ and EFJ condemn raid on Kurdish TVs

Ronî Riha The Flemish Union of Journalists and the European Federation of Journalists have condemned …