Digel qedexeya Dadgeha Destûra Bingehîn a Spanyayê, referandûma serxwebûna Katalonyayê di 9’ê Mijdarê de hat lidarxistin. Ji 2 milyonî zêdetir welatiyên li Katalonyayê di referandûmê de dengên xwe bi kar anîn. Li gorî encamên hatin eşkerekirin ji % 80’i dengan ji bo serxwebûna Katalonyayê hatin bi kar anîn. …
Bêtir »1.8 milyon welatî ji bo serxwebûna Katalonyayê meşiyan
Di roja neteweyî ya Katalonyayê ya 11’ê Îlonê de alîgirên serxwebûnê li Katalonyayê meşeke pir mezin li dar xistin. Li gorî rêxistina polîsan a Barselonayê li paytext Barselonayê 1.8 milyon kesên ji her temenî û komên civakê beşdarê vê meşê bûn. Bi vê meşê destekeke mezin ji bo …
Bêtir »Somalîland: Referandûma serxwebûna kurdan hêviyê bi xwe re tîne
Di çend hefteyên dawî yên derbasbûyî de eşkere bû ku serxwebûna Kurdistana Iraqê bi gurahî di derdorên civaka navneteweyî de tê nîqaşkirin. Vê yekê piştî ku mîlîtanên DAIŞ’ê li Iraqê gelek bajarên stratejîk dagir kirin û artêşa Iraqê nikaribû welatiyên iraqî ji milîtanan biparastana û di dawiyê de …
Bêtir »Destûra Bîngehîn a Demî ya Skotlandê hat eşkerekirin
Hikumeta Skotlandê Destûra Bingehîn a Demî ya ji bo Skotlanda serbixwe eşkere kir. Di teksta destûra bingehîn de serdestiya gelê Skotlandê, mafê wê yê diyarkirina qederê (self-determînasyon) û forma hikumetê hat diyarkirin. Destûra bingehîn a demî parçeyeke qanûna serxwebûna Skotlandê ye ku di 16’yê Hezîranê de hat eşkerekirin. …
Bêtir »“Ji bo kesên ku hîn radizên: Şiyarbin.” Postereke ji bo referandûma dilxwazî ya ku ji aliyê San Wong ve hatiye çêkirin. (Çavkanî: Housenews.com)
Veneto referandûmên xweseriyê û serxwebûnê li dar dixe
Li herêma Venetoyê ya li bakurê Îtalyayê pêvajoya berfirehkirina xweseriyê û serxwebûna herêmê dom dike. Konseya Herêmî ya Venetoyê du qanûnên ku destûrê didin referandûmên ji bo xweserî û serxwebûnê bê lidarxistin qebûl kir. Qanûna referandûma xweseriyeke berfireh a ji bo Venetoyê di 11’yê Hezîranê de hat qebûlkirin. …
Bêtir »Etxarri-Aranatz a li Navarrayê referandûma serxwebûnê li dar xist
Şaredariya Etxarri-Aranatz a li herêma baskîaxêf a li Navarrayê referandûma biryardayina qederê li dar xist. Qasî ji % 43’yê welatiyên li bajêr beşdarî referandûmê bûn û piraniya beşdaran dengên erênî bi kar anîn. Yekemîn referandûma lokal a li Welatê Bask a ji bo diyarkirina qederê di 13’yê Nîsanê …
Bêtir »Parlamentoya Spanyayê referandûma serxwebûnê ya Katalonyayê red kir
Parlamentoya Spanyayê daxwazên Katalonyayê ya ji bo lidarxistina referandûma di derbarê statuya herêmê ya di nava Spanyayê de red kir. Serokê Katalonyayê da xuyakirin ku ew ê vê biryarê qebûl nekin û referandûmê li dar bixin. Daxwaza Parlamentoya Katalonyayê ya transferkirina hin hêzên ku ji bo lidarxistina referandûmê …
Bêtir »Referandûma li Kirimê: çima plebîsîta yekalî bi kêr nayê?
Tove Malloy Mafê dengdayina di warê girêdayina bı dewletekê ve û sînorên serbixwe de, hiqûqa navneteweyî li wir bihêle, heta niha di têkiliyên nav-dewletî yên ewropî de ne mijareke hêsan bûye. Digel ku ew wekî mijarên navxweyî û mafê demokratîk tên dîtin jî heta ku ji aliyê qada …
Bêtir »Li Swîsreyê pêşniyaza antî-koçberiyê hat qebûlkirin
Hilbijêrên li Swîsreyê pêşniyazeke ji bo bisînorkirina koçberiya ji derveyê welat, bi ferqeke pir biçûk qebûl kirin. Pêşniyaz di warê hejmara kesên biyan ên li welat sînorekê diyar dike û li hember peymana bicîbûna serbest a ku bi Yekitiya Ewropayê (YE) re hatiye îmzekirin, xetereyekê pêk tîne. Di …
Bêtir »Hilbijêrên gagawûz nêzîkbûna Moldovayê ya ber bi YE’yê ve red kirin
Di referandûma li herêma xweser a Gagawûzyayêde nêzîkî ji % 98.9’ê hilbijêrên herêmê bi dengên xwe diyar kirin ku eger Moldova tevlî Romanyayê bibe bila Gagawûzya serxwebûna xwe îlan bike. Digel ku hikumeta Moldovayê referandûmê îlegal bi nav kir, vê pêşveçûnê ji niha ve tesîreke neyênî li planên Moldovayê …
Bêtir »Katalonya biryara referandûma serxwebûnê da
Katalonya di riya lidarxistina referandûma serxwebûnê de gaveke girîng avêt. Piraniya endamên Parlamentoya Katalonyayê, di dengayina ji bo lidarxistina referandûmê de dengên erênî dan. Serfiraziya alîgirên serxwebûnê di encama hevkariya partiyên neteweperest ên katalan de derket holê. Di dengayina ku di 9’ê Çileyê de hat lidarxistin de pêşniyaza …
Bêtir »Katalonya di 2014’an de referandûma serxwebûnê li dar dixe
Serokê Parlamentoya Katalonyayê Artur Mas diyar kir ku wê di sala 2014’an de li Katalonyayê referandûma ji bo serxwebûnê bê li dar xistin. Ji 135 parlementerên katalan 87 parlementer destekê didin lidarxistina referandûmê serxwebûnê. Artur Mas di 12’ê Kanûnê de eşkere kir ku wê di 9’ê Mijdara 2014’an …
Bêtir »Pêşniyaza damezrandina Polînezyaya Federal
Partiya herî mezin a serxwebûnxwaz a li Polînezyayê Tavini Huiraatira pêşniyaz kir ku eger vî welatî bibe serbixwe bila sîstema wê ya siyasî federal be. Van dîtinan ji aliyê serokê partiyê ve di kongreya partiyê ku rojên 18 û 19’yê Cotmehê hat lidarxistin de hat îfadekirin. Serokê partiya serxwebûnxwaz a …
Bêtir »Quebecê careke din mafê diyarkirina qederê bi bîr anî
Parlamentoya Neteweyî ya Qubecê bi pêşniyaznameyekê ji hikumeta Kanadayê xwest ku rêzê ji mafê diyarkirina qederê ya vî welatê ku piranî fransewî lê tê axaftin, bigire. Pêşniyaznameya ku di 22’yê Cotmehê de di Parlamentoyê de dengdayina wê hat kirin, bi dengên hemû parlementerên Quebecê yên ji hemû partiyan hat qebûlkirin. …
Bêtir »Bask “modela skotlandê” dixwaze
Serokê Baskê Inigo Urkullu da xuyakirin ku ew dixwaze referandûma li ser statûya polîtîk a nû di dema îktîdara xwe de li dar bixe. Urkullu diyar kir ku ew dixwaze di vî warî de “modela Skotlandê” ji xwe re mînak bigirin. Serokê Herêma Xweser a Baskê ji Radyoya Baskê re …
Bêtir »