Rûsya erdên Ûkraynayê îlhaq dike

Rûsya li rojhilat û başûrê Ûkraynayê referandûmê li dar dixe

Bi vê dengdanê armanc ev e Luhans, Donetsk û Kerson tevlî Rûsyayê bibe

Cara pêşî di 2014’an de li Kirimê referandûm hatibû lidarxistin û bi dûv vû re herêm tevlî Rûsyayê bûbû

Serfiraziyên Ûkraynayê yên li eniya Xarkovê polîtîkayên Rûsyayê yên ji bo Ûkraynayê serûbin kir.

Moskowa di şerên dawî de têk çû, biryar da erdên Ûkraynayê yên di bin kontrola xwe de îlhaq bike.

Ji bo vê jî rêvebiriyên herêmî yên li Donetsk, Luhansk, Xerson û qismeke Zaporijyayê biryar dan di nava hefteyekê de referandûmê li dar bixin.

Ji ber ku Rûsya ev her çar dever di destên Rûsyayê de ne, ji niha ve encamê referandûmê eşkere ye.

Derbarê mijarê de Wezîrên Karên Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov ji medyayê re axivî û piştevaniya referandûmê kir.

Lavrov got, Rûsya ji mêj ve ye dixwaze welatiyên li deverên navborî derbarê qedera xwe de biryarê bidin.

Bi van gotinan, Lavrov xwest senaryoya siyasî ya ji aliyê Moskowê hatiye nivîsandin veşêre û kiraseke demokratîk li îlhaqa her çar deeran bike.

Xebera referandûmê di cî de li Washingtonê olan da û hukumeta amerîkî reaksiyon nîşanî biryarê da.

Şêwirmendê Ewlekariyê yê Neteweyî Jake Sullivan di daxuyani fermî de got, referandûm rasterast serweriya Ûkraynayê îhlal dike.

Ûkraynayê jî derbarê mijarê de bêdeng nema û ji devê lîderê xwe Zelensky reaksiyon nîşanî planên Kremlînê da.

Serokê Ûkraynayê Volodîmîr Zelensky desteke xurt a navneteweyî ya ji bo welatê xwe bi bîr xist û wiha axivî:

Em ê zextên li ser Rûsyayê bidomînin. Em ê yekitiya xwe mayinde bikin û welatê xwe biparêzin. Em ê hemû erdên xwe rizgar bikin.

Referandûma Kirimê 

Hêjayî gotinê ye, bi pêşengiya Rûsyayê cara pêşî li herêma Ûkrayna Kirimê referandûmek yekalî hatibû lidarxistin.

Bi vê referandûmê welatiyên Kirimê ku piranî bi zimanê rûsî diaxivin, di lehê yekitiya bi Rûsyayê re dengên xwe dabûn.

Luhansk, Donetsk, Kerson û Zaporijya; Her çar deverên Ûkraynayê ku referandûm wê lê bê lidarxistin.

Venasîna Donbasê

Herwiha, di sibata 2022’an de Donetsk û Luhansk bi teşwîqa Rûsyayê wekî du komarên cuda serxwebûna xwe ragihandibûn.

Pûtîn di 21ê sibatê de lîderên her du komarên herêma Donbasê vexwendibû Kremlînê û di hizûra wan de biryara venasîna komarên Donestk û Lûhanskê îmze kiribû.

 

 

infowelat.com

Li vê jî binêre

Konferansa Parlamentoya Ewrûpayê ya li ser girtîyên siyasî

Endamê Parlamentoya Ewrûpayê Massîmîlîano Smerîglîo, Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) û Mafên Mirovan a …