Home / Tag Archives: brîtanya

Tag Archives: brîtanya

Îskoçya

Profîl Nifûs: 5,200,000 (2018) Berfirehbûn: 78,782km2 Paytext: Edinburg Ziman: Îngilîzî, galîkî (% 96,8 îngilîzî, % 1,3 galîkî, skotî % 1,9) Destpêka xweseriyê: 1999 Berfirehbûna serdestiya îngilîz a ber bi bakur ve bi sedan salan dom kiriye û piştî şerên domdar ên di navbera her du aliyan de Îskoçya bi Îngilîstanê …

Read More »

Gal ji bo serxwebûnê meşiya

Li paytexta herêma Galê ya li Brîtanyayê meşeke ji bo serxwebûnê hat lidarxistin. Demeke dirêj derdorên serxwebûnxwaz ji bo vê çalakiyê amadekarî dikirin. Tê ragihandin ku qasî 2000 kesên alîgirê serxwebûna Galê beşdarê vê çalakiyê bûn. Meşa ku di 11’yê mehê de hat lidarxistin de ji aliyê AUOB Cymru (Herkes …

Read More »

Li Galê meşa serxwebûnê tê lidarxistin

Welatê Gal a girêdayê Brîtanyayê her dem bi xebatên xwe ya ji bo parastina ziman û carinan jî bi xweseriya xwe hatiye rojevê. Îcarê li vî welatî tevgera serxwebûnxwaz bi aktîvîzma sivîl dixwaze di Gulanê de meşek li dar bixe. Rêxistinên sivîl ên Galê ku di bin sîwana Cymru AUOB’de …

Read More »

Cornwallî dixwazin bi televîzyonê zimanê xwe vejînin

Li Brîtanyayê zimanekî di xetereyê de ji bo ji nava civakê winda nebe di ber xwe dide. Kornîşî (kernewek) di dîrokê de zimanê herêma Cornwallê (Kernow) a li başûrêrojavayê Brîtanyayê bûye. Di demên dawiyê de parazvanên vî zimanî ji ziman vejînin plan û projeyan amade dikin. Yek ji van hewldanan damezrandina …

Read More »

Rêvebiriyên herêmî mafê zimanê galî binpê dikin

Li herêma Galê ya li Brîtanyayê mafên ziman ji aliyê rêvebiriyên herêmî ve tên binpêkirin. Koma kampanyayê ya zimanê galî Cymdeithas yr Iaith Gymraeg bi raporekê vê rastiyê li berçav raxist û navên rêvebiriyên  bi vî rengî yek bi yek eşkere kir. Rêxistina kampanyayê di raporê de diyar kir ku di çarçoveya mafên …

Read More »

Ji sendîkayek Brîtanyayê serdana hevşaredaran

Hevşaredar di serdana duyemîn mezintirîn sendîkaya Brîtanyayê de axivîn û bal kişande ser rîska mirina zarokên Sûrê û got, “Li wê derê nêzî 100-150 kes asê bûne, di nav wan de jin û zarok jî hene. Eleqeya bo Can Dundar û Erdem Gul hate nîşandan em dixwazin bo mirovên ber …

Read More »

Siyaseta Galê ji pêşnûmaqanûna xweseriyê ne razî ye

        Partiyên li Galê diyar dikin ku pêşnûmaqanûna di derbarê xurtkirina xweseriya Galê de bersiva daxwazên wan nade. Di pêşnûmaqanûnê de hikumeta brîtanî xwedî hêzên ku wê tranferê Galê bihatana kirin e. Hikumeta Galê, Demokratên Lîberal ên Galê û Plaid Cymruya serxwebûnxwaz li dijî Pêşnûmaqanûna Galê ku …

Read More »

Pêdiviya zimanê galî bi axêverên nû heye

      Cymdeithas yr Iaith Gymraeg (Komeleya Zimanê Galî) komeke mirov in ku ji bo zimanê galî têkoşînê dikin. Komele bawer dike ku kampanyaya ji bo zimanê galî parçeyeke têkoşîna li seranserê cîhanê ya ji bo maf û azadiyên kêmaran e. Di demên dawiyê de Cymdeithas dokumaneke ku pêşniyaz …

Read More »

Operatorên Cornwallê wê bi kornîşî xizmetê bidin

  Konseya Cornwallê (Kernow) ya li başûrêrojavayê Brîtanyayê ji operatorên xwe xwest ku di axaftinên xwe yên li ser telefonê ya bi gel re peyvên sereke yên kornîşî bi kar bînin. Ji ber ku zimanê kornîşî ji aliyê hejmareke pir biçûk a welatiyên li herêmê tê bikaranîn, vê tedbîrê wekî …

Read More »

Armanc milyonek axêverên zimanê galî ye

      Saziya kampanyayê ya ji bo parastina zimanê galî bang li civakê kir ku divê armanca herêmê pêkanîna milyonek axêverên zimanê galî bin. Saziya ziman Cymdeithas yr Iaith vê pêşniyazê ji bo hilbijartinên herêmî yên 2016’an de anî ziman. Pêşniyaza bi serenavê “Milyonek axêverên galî: Vîzyoneke ji 2016’an û …

Read More »

Di plana ji bo Cornwallê de xweserî tuneye

      Hikumeta Brîtanyayê eşkere kir ku ew ê hin hêzên di destên xwe de transferê navçeyên “Îngilîstanê” bike. Yek ji herêma ku ji demekê ve ye li benda vê nûçeyê ye herêma Cornwall (bi zimanê herêmê Kernow) bû. Ji ber ku di nava hêzên wê bên transferkirin de …

Read More »

SNP doza xweseriya aboriyê kir

    Partiya Neweperest a Skot (SNP) ku di hilbijartinên giştî de 56 ji 59 kursiyên Skotlandê yên li Parlamentoya Brîtanyayê bi dest xistibû, doza xweriya tam a aboriyê kir. SNP pêvekekê ku tê de qala xweseriya tam a aboriyê dihat kirin li Qanûna Skotlandê zêde kir û wê di …

Read More »

Plaid Cymru dixwaze xweseriya Galê bê xurtkirin

    Partiya sereke ya Galê Plaid Cymru da xuyakirin ku ew hemû hêzên ku wê transferê Skotlandê bê kirin ji bo herêma xwe jî dixwazin. Serokê Partiyê Edwards diyar kir ku hêzên ku ji bo Skotlandê hatine tespîtkirin ji bo Galê mimkûn e. Di nava hêzên ji bo Galê …

Read More »

Xweseriya Skotlandê bi berhevkirina bacê tê xurtkirin

    Delegeyên ji pênc partiyên Parlamentoya Skotlandê ji bo xurtkirina xweseriya Skotlandê, li ser transferkirina hin hêzên di qada aboriyê de li hev kirin. Hêzên nû yên ku wê têkeve destên Skotlandê divê di 2015’an de di Parlamentoya Britanyayê de bê qebûlkirin. Parlamentoya Skotlandê wê bi hêzên nû yên …

Read More »

Brîtanya hebûna kêmara Cornwallê nas kir

    Hikumeta brîtanî diyar kir ku wê gelê kornî ku li başûrêrojavayê Brîtanyayê dijî, bi awayekî fermî wekî kêmareke neteweyî nas bike. Statuya ‘kêmara neteweyî’ heta niha ji aliyê gelên gal, skot û îrlandî yên li Brîtanyayê dihat bikaranîn. Naskirina Cornwallê (Bi zimanê kornî Kernow) di çarçoveya Konvansiyona Çarçove …

Read More »

Kampanyaya perwerdeya bi zimanê galî dest pê kir

    Serokwezîrê herêma Galê ya li Brîtanyayê Crwyn Jones, bi armanca bilindkirina hişmendiya perwerdeya bi galî û ya duzimanî kampanyayeke agahdariyê da destpekirin. Serokwezîr di çarçoveya kampanyaya bi navê “Em li Galê dijîn: Çima em galî fêr nebin?” bi dê û bavên xwendekaran re hevdîtinek pêk anî û ji …

Read More »

Belgeya “Pêşeroja Skotlandê” hat eşkerekîrîn

    Hikumeta Skotlandê bi armanca zelalkirina mijarên bi serxwebûna welat ve girêdayî, di 26’ê Mijdarê de raporeke bi navê “Pêşeroja Skotlandê” weşand. Di rapora ku ji 670 rûpelan pêk tê de sebebên ku çima divê Skotland bibe serbixwe, ew ê çawa di nava pêvajoyê de welat serdestiya tam bi …

Read More »