Welatê Gal navê bi îngilîzî naxwaze

Welatê Gal bi fermî “Wales” û miletê wê jî “Welsh” tê pênasekirin.

Welatparêzên Galê daxwaz dikin, ji bo navê welêt peyva bi galî “Cymru” bê bikaranîn.

Li Welatê Galê ji bo venasîna fermî ya navê welêt kampanyayekê hat destpêkirin.

Bi daxwaznameyekê bang li hukumeta herêmî tê kirin, di dewsa navê bi îngilîzî de navê bi galî bê bikaranîn.

Welatê Gal bi fermî “Wales” û miletê wê jî “Welsh” tê pênasekirin.

Welatparêzên Galê daxwaz dikin, ji bo navê welêt peyva bi galî “Cymru” bê bikaranîn.

Heta niha 3,500 kes vê daxwaznameyê îmze kirine.

Eger ev hejmar heta hezîranê bigihîje 10,000î, Parlamentoya Galê wê ev pêşniyazê gotûbêj bike.

Welatê Galê ji ber serdestiya Brîtanyayê, ji 1282’an û vir ve wekî “Wales” tê binavkirin.

Brîtanya 1284’an de Welatê Galê bi tevahî xist bin kontrola xwe.

Beriya vê kampanyayê, navên îngilîzî yên du deverên li Welatê Galê bi yên galî re hatibûn guherandin.

Li ser daxwaza welatiyan, navê Snowdania National Park bûbû Eryri National Park.

Serfiraziyeke din a di ware parastina navên xwerû de di qada toponomiyê de pêk hatibû.

Navê çiyayê herî bilind ê Welatê Gal Snowden hatibû betalkirin û di dewsa wê de navê galî Yr Wyddfa hatibû pejirandin.

Welatê Gal

Brîtanya di 1999’an de bi awayekî fermî otonomiya Galê nas kir.

Bi pêkhatina statuyê, parlamentoya herêmî Senedd hat avakirin.

Welatê Gal (Cymru) herêmeke xweser a li rojavayê Brîtanyayê ye.

Nifûsa Galê di ser 3 milyonî re ye û berfirehbûna wê bi qasî 20 hezar km2 ye.

Ciyê welatê Galê ya li Brîtanyayê/Wales.com

Li Welatê Galê ligel îngilîzî zimanê galî xwedî statuya fermî ye.

Li derdora nîv milyon welatî bi zimanê galî diaxivin.

Brîtanya di 1999’an de bi awayekî fermî otonomiya Galê nas kir.

Bi pêkhatina statuyê, parlamentoya herêmî Senedd hat avakirin û hukumeta Galê dest bi kar kir.

Infowelat

————————-

Foto: Bernameyeke sporê û ala Welatê Gal /X.com 

Derbarê infowelat.com

Li vê jî binêre

VVJ and EFJ condemn raid on Kurdish TVs

Ronî Riha The Flemish Union of Journalists and the European Federation of Journalists have condemned …