Rîska dîjîtal a li pêşiya zimanê Galî

Eger tedbîr neyê girtin wê zimanê Galî rastî “rîska tunebûnê dîjîtal were.”

Komîteya Karûbarên Galê ya Parlamentoya Brîtanyayê, di raporeke xwe de balê kişand xetereya dîjîtal ya li pêşiya zimanê Galî.

Eger tedbîr neyê girtin wê zimanê Galî rastî “rîska tunebûnê dîjîtal were.”

Ev agahiya li ser rewşa ziman, ji aliyê Parlamentoya Brîtanyayê ve hat ragihandin.

Komîteya Karûbarên Galê ya Parlamentoya Brîtanyayê, di raporeke xwe de balê kişand xetereya dîjîtal ya li pêşiya zimanê Galî.

Di raporê de hat destnîşankirin, zimanê Galî di cîhana dîjîtal de gelek bêhez e.

Komîteyê, ji bo pêşîgirtina “xetereya tunebûna di warê dîjîtal de” reforma weşangeriya gelemperî pêşniyaz kir.

Komîteya Parlamentoyê balê kişand ser rewşa weşangeriya televîzyonê û got, zimanê Galî di televîzyonê de xwedî astekê ye.

Lêbelê di raporê de hat ragihandin, butçeya ji bo kanala zimanê Galî ji 2010’an û vir ve 36 ji % kêm bûye.

Komîteyê pêşniyaz kir, lîstikên sporê û bi taybetî jî yên Rugbyê bi zimanê Galî bên weşandin.

Bernameyên herî zêde ji aliyê welatiyên Galê tên temaşekirin jî di raporê de cî girtin.

Li gorî komîteyê, li Welatê Galê herî zêde bernameyên sporê tên temaşekirin û mafê weşandina wan jî di destên platformên dîjîtal de ne.

Komîteyê pêşniyaz kir, lîstikên sporê û bi taybetî jî yên Rugbyê bi zimanê Galî bên weşandin.

Di belgeya parlamentoyê de rola kanalên radyoyê yên ji bo parastina ziman jî cî girtin.

Rapor nîşan da, weşangeriya heyî ya radyoyê ya bi zimanê Galî li gorî weşangeriya asta global li paş maye û di vê mijarê de reformek pêwîst e.

Ku der e Welatê Gal?

Welatê Gal di 1999’an de bû xwedî statuya otonomiyê û li paytext Cardiffê parlamentoya herêmî (Senedd) Cymru) hat damezrandin.

Welatê Gal yek ji sê herêmên otonom ê Brîtanyayê ye. /Harîte: Wikipedia

Welatê Gal (bi Galî Cymru) herêmeke otonom a Brîtanyayê ye ku nifûsa wê di ser 3 milyonî re ye.

Welêt  di 1999’an de bû xwedî statuya otonomiyê û li paytext Cardiffê parlamentoya herêmî (Senedd) Cymru) hat damezrandin.

Îngilîzî û Galî zimanên fermî yên Welatê Galê ne.

Zimanê Galî wekî parçeyeke jênager a nasnameya neteweyî tê qebûlkirin.

Infowelat

———————

Foto: Ala Welatê Gal

Derbarê infowelat.com

Li vê jî binêre

VVJ and EFJ condemn raid on Kurdish TVs

Ronî Riha The Flemish Union of Journalists and the European Federation of Journalists have condemned …