Amerîka û Brîtanya êrişî Yemenê kirin

Hêzên hewayî yên Amerîka û Brîtanyayê Yemena di bin kontrola hûsiyan de bombebaran kirin.

Hedefa vê êrişê dron, fuze, radar û sîstemên çavdêriyê bûn.

Aloziya li Derya Sor bi midaxaleya Amerîka û Brîtanyayê gihîşt asteke din.

Duh nîvê şevê hêzên hewayî yên her du welatan Yemena di bin kontrola hûsiyan de bombebaran kirin.

Hedefa vê êrişê dron, fuze, radar û sîstemên çavdêriyê bûn.

Baregeheke nêzîkî paytext Sana, baregeha hêzên deryayî ya li Hudeydeyê û navendên leşkerî yên li Haccayê hatin bombebarankirin.

Fermandarıya Hêzên Navendî yên Amerîkayê (CENTCOM) bi daxuyaniyekê sebeba vê êrişê îzeh kir.

Di daxuyaniyê de hat ragihandin, armanca vê êrişê kêmkirina êrişên bi dronan ên li hemberê keştiyên bazirganiyê ye.

Herwiha hat diyarkirin, hêzên Awustralya, Kanadam Holanda û Behreynê jî destekê dane êrişê.

Kurtedemek berê Amerîka bi desteka 20 welatan hêzêke ji bo ewlekariya rotaya bazirganiyê ya li Derya Spî damezrandibû.

Lê CENTCOMê di daxuyaniya xwe ya dawî de da zanîn eleqeya vê koalîsyona leşkerî bi êrişa dawî re tune ye.

Hukumeta Yemenê derbarê êrişê de daxuyaniyekê da û gefa bersivê li Amerîka û Brîtanyayê xwar.

Cîgirê Wezîrê Karên Derve yê Yemenê Huseyîn el-Îzzî got, wê her du welat ji bo êrişê berdêleka giran bidin.

Hûsiyên li bakurê Yemenê li ser kar in, di demên dawî de gelek êrişan biribûn ser keştiyên bazirganiyê yên di Derya Sor re derbas dibin.

Hûsî dabûn zanîn, ew bi armanca destekê bidin Xezayê keştiyên mal dibin ji Îsraîlê re asteng dikin.

Rotaya Derya Sor

Bazirganiya bi riya rotaya Derya Sor tê kirin % ji 12yê hemû bazirganiya cîhanê pêk tîne.

Derya Sor yek ji rotayên giring ên bazirganiyê yê cîhanê ye.

Navendên rastî êrişa Amerîka û Brîtanyayê hatin. /Harîte: Medyaya Sosyal

Bazirganiya bi riya vê rotayê tê kirin % ji 12yê hemû bazirganiya cîhanê pêk tîne.

Nuqteya herî girîng a bazirganiyê  Tengava Bab el Mendebê ye ku di navbera Yemen û Afrîkayê de ye.

Firehbûna vê tengavê 29 km ye û lewma jî hûsî bi hêsanî dikarin êriş bibin ser keştiyên bazirganiyê.

Infowelat

———————

Foto: Balafireke ku êriş bir ser Yemenê/Medyaya Sosyal

Derbarê infowelat.com

Li vê jî binêre

VVJ and EFJ condemn raid on Kurdish TVs

Ronî Riha The Flemish Union of Journalists and the European Federation of Journalists have condemned …