65 welat ji Brîtanyayê serxwebûnê bi dest xistin

Pêla rizgariya neteweyî piştî Şerê Cîhanê yê 2. di nava koloniyên Brîtanyayê de derket asta herî bilind.

Di nava demê de, hejmara welatên ji Brîtanyayê serxwebûna xwe bi dest xistin gihîşt 65’an.

Împaratoriya Brîtanî beriya 1914’an dewleta herî mezin a cîhanê bû.

Ji Îrlandayê heta Awustralyayê, ji Afrîkaya Başûr heta Kanadayê ji pêncan yekê cîhanê di destên Brîtanyayê de bû.

Lêbelê bi pêkhatina tevgerên netewperest, vê împaratoriya bi nav û deng ket proseya hilweşînekê.

Pêla rizgariya neteweyî piştî Şerê Cîhanê yê 2. di nava koloniyên Brîtanyayê de derket asta herî bilind.

Di nava demê de, hejmara welatên ji Brîtanyayê serxwebûna xwe bi dest xistin gihîşt 65’an.

Hêjayî gotinê ye, piraniya welat ji Împaratoriya Brîtanî bêyî aloziyeke mezin veqetiyan.

Li aliyekî din, du welatên din di encama referandûman de hebûna xwe ya di nava Brîtanyayê de domandin.

Ev welat Bakurê Îrlandayê û Skotland bûn ku Brîtanya wan parçeyeke erdên xwe yên esasî qebûl dikir.

Bakurê Îrlandayê di 1973’an de bi referandûmeke nîqaşbar 98.9 % miletê biryara yekitiya bi Brîtanyayê re da.

Katolîkên li welêt referandûmê protesto kirin û ev jî derî li aloziyeke mezin a salên bê vekir.

Skotland di referandûma serxwebûnê ya di 2014’an de ji serxwebûnê re got “na.”

44.7 ji % hilbijêran ji bo serxwebûna Skotlandê dengê xwe dan.

Welatên din û serxwebûn

Bi dûv Brîtanyayê re dewleta kolonyalîst a herî zêde welat jê veqetiyan Fransa ye.

Împaratoriya Îspanyaya dewleta sêyemîn e ku bi tevgerên serxwebûnê parçe bûye.

Bi dûv Brîtanyayê re dewleta kolonyalîst a herî zêde welat jê veqetiyan Fransa ye.

Împaratoriya Îspanyaya dewleta sêyemîn e ku bi tevgerên serxwebûnê parçe bûye.

Ji bilî van, hin welat ji Yekitiya Sovyetê, Portûgal û Amerîkayê serxwebûna xwe bi dest xistine.

Lîsteya welatên serxwebûnê ji van dewletan bi dest xistine wiha ye:

  • Fransa: 28
  • Yekitiya Sovyetê: 16
  • Portûgal: 7
  • Amerîka (DYA): 5

Fotoyê sereke: Welatên ji Brîtanyayê serxwebûnê bi dest xistin û salroja veqetîna wan. /Wikipedia

Infowelat

Derbarê infowelat.com

Li vê jî binêre

VVJ and EFJ condemn raid on Kurdish TVs

Ronî Riha The Flemish Union of Journalists and the European Federation of Journalists have condemned …