Rizgariya Amerîkayê bi çalakiyekê dest pê kir

Çirûska ewil a şerê rizgariya Amerîkayê bi bûyereke di 16ê kanûna 1773an de qewîmî, dest pê kir.

Welatparêzên amerîkî li dijî qanûna Çayê ya Împaratoriya Brîtanyayê çalakiyekê li dar xistin.

Brîtanya bi tedbîrên hişk bersivê da û xweseriya koloniya Massachusettê betal kir.

Çirûska ewil a şerê rizgariya Amerîkayê bi çalakiyeke di 16ê kanûna pêşîn a 1773an de, pêk hat.

Di vê rojê de komeke amerîkî avêtin ser keştiyeke çaybarkirî ya li bajarê Bostonê.

Çalakgerên amerîkî hemû qutîyên çayê yên di keştiyê de avêtin nava deryayê.

Armanca vê çalakiya li dijî keştiya brîtanî, Qanûna Çayê ya Împaratoriya Brîtanyayê bû.

Brîtanya bi vê qanûnê destûrê dabû, Şîrketa Rojhilatê Hîndistanê bêyî ku bacê bide, çayê bifroşe koloniyên Amerîkayê.

Navê vê bûyerê li Amerîkayê wekî “Partiya Çayê” hat dayîn û xebera çalakiyê belavî welêt bû.

Çend roj paşê, keştiyên hatin Philedelphiayê ji ber berxwedana amerîkiyan nekaribûn barê xwe vala bikin û neçar man tevlî barên xwe vegerin Brîtanyayê.

Amerîkiyên li Bostonê çalakî kirin, endamên rêxistina Kurên Azadiyê (Sons of Liberty) bûn.

Ev rêxistin li 13 koloniyên Amerîkayê li dijî baca Brîtanya ya li ser Amerîkayê ferz dikir, têkoşînê dikir.

Brîtanya bi tedbîrên hişk bersivê da çalakiya li dijî bazirganiya wê ya çayê.

Otonomiya Massachusettê hat betalkirin 

Parlamentoya Brîtanyayê di 1774’an e Qanûna Tepeserkirinê qebûl kir û xweseriya koloniya Massachusettê betal kir.

Koloniyên Amerîkayê bi berxwedanê bersivê dan Brîtanyayê û di 1774’an de Hevgirtina Parzemînê ava kirin.

Parlamentoya Brîtanyayê di 1774’an e Qanûna Tepeserkirinê qebûl kir û xweseriya koloniya Massachusettê betal kir.

Bi heman biryarê, bazirganiya bi bajarê Bostonê re dihat kirin, hat bidawîkirin.

Koloniyên Amerîkayê bi berxwedanê bersivê dan Brîtanyayê û di 1774’an de Hevgirtina Parzemînê ava kirin.

Krîz her du aliyan ber bi Şerên Lexington û Concordê ve bir ku di 1775’an de pêk hatin.

Bi her du şeran, Şerê Rizgariya Amerîkayê ku wekî Şerê Şoreşgerî ya Amerîkayê jî tê pênasekirin, dest pê kir.

Infowelat

Foto: Partiya Çayê ya Bostonê. Berhema W. D. Cooper’s ya di The History of North America, London: E. Newberry, 1789[1]

Derbarê infowelat.com

Li vê jî binêre

VVJ and EFJ condemn raid on Kurdish TVs

Ronî Riha The Flemish Union of Journalists and the European Federation of Journalists have condemned …