Amerîka koloniya yekemîn e ku ji bo serxwebûnê li dijî Împaratoriya Brîtanyayê serî rakir.
Di Şerê Serxwebûnê yê Amerîkayê de 25,000 welatparêzên çekdar hatine kuştin.
Amerîka koloniya yekemîn e ku ji bo serxwebûnê li dijî Împaratoriya Brîtanyayê serî rakir.
Şerê çekdarî ya bi artêşa kolonyalîst re di 1775’an de dest pê kir û heta 1883’an dom kir.
Lêkolîneke dawî nîşan dide, di şerê 8 salan de 25,000 welatparêzên çekdar ên Amerîkî hatine kuştin.
Nuqteya balkêş ev e, 27 ji % windahiyan li meydana şer pêk hatine.
Piraniya leşkerên Amerîkî ji ber nexweşiyan û kêmasiya dermankirinê li eniya şer canê xwe dane.
Hejmara tevahiya ya windahiyan li gorî şerên rizgariyê yên dema modern zêde nayê qebûlkirin.
Lê dema mirov li nifûsa wê demê ya Amerîkayê binêre, 25,000 ne hejmareke kêm e.
Ji ber ku nifûsa tevahî ya 13 koloniyên Amerîkayê di dema şer de 2,5 milyon bû.
Hejmara windahiyan bi qasî 1 ji % hemû nifûsa wê demê bû.
Bi gotineke din, heman rêje bi nifûsa niha re were danberhevkirin, wê bike 3,5 milyon leşker.
Lewma jî winbdahiyên wê demê berdêleke giran a ji bo serxwebûnê tê qebûlkirin.
Nifûsa tevahî ya 13 koloniyên Amerîkayê di dema şer de 2,5 milyon bû.
Hejmara windahiyan şer bi qasî 1 ji % hemû nifûsa wê demê bû.
Hin agahiyên derbarê Şerê Serxwebûna Amerîkayê wiha ne:
10,000 êsîrên Amerîkî
- Di navbera her du aliyan de 1331 pevçûnên bejahî û 215 pevçûnên deryayî qewimî ne
- 8,624 Amerîkî di şer de hatine kuştin
- 10,000 Amerîkî êsîr hatine girtin
- 8,500 ji wan nexweşiyên piştî şer mirine
24,000 Brîtanî hatin kuştin
Di heman şerî de hejmara leşkerên hatine kuştin ên artêşa Brîtanî ji Amerîkiyan zêdetir e.
Brîtanî didin zanîn, 24,000 leşkerên wan hatine kuştin an windane.
Xên ji vê, 7,500 leşkerên Alman ku berdêla heqdestê xizmetê ji Brîtanyayê re dikirin, hatine kuştin.
Infowelat