Brîtanya jenosîda Kurdên Êzidî nas kir

Brîtanya bû welatê dawî ku komkujiya Êzidiyan nas kir.

Wezareta Karên Derve ya Brîtanyayê li ser malpera xwe derbarê mijarê de daxuyaniyek da.

Bi biryara Brîtanyayê, hejmara welatên jenosîda Êzidiyan nas kirin gihîşt 10’an.

Brîtanya bû welatê dawî ku komkujiya Êzidiyan nas kir.

Wezareta Karên Derve ya Brîtanyayê li ser malpera xwe derbarê mijarê de daxuyaniyek da.

Wezaretê di daxuyaniya duh de ragihand, hikumet êrişa DAIŞê ya bi ser Şengalê ve wekî jenosîd qebûl dike.

Daxuyanî cî da van gotinên Wezîrê Dewletê yê Brîtanyayê yê Karûbarên Rojhilata Navîn Lord Tariq Ehmed :

“Beriya 9 salan, gelê Êzidî ji destê DAIŞê gelek êşên mezin kişand û bandora wê êşê heta îro jî tê dîtin.”

Gotinên Ehmed wiha dom kirin:

“Îro me biryareke dîrokî da ku li hemberî Êzidiyan komkujî hatiye kirin. Ev biryar pabendbûna me xurt dike ku em piştrast bin ew dê tezmînateke guncav bistînin û dadperweriyeke watedar bi dest bixin.”

Hikumeta Brîtanyayê beriya niha komkujiya DAIŞê ya li Şengalê şermezar kiribû lê bi awayekî fermî komkujî nas nekiribû.

Kîjan welat jenosîdê nas kirin?

UNHCR bi 2015’an de di rapora xwe ya di 2015’an de êrişa bi ser Şengalê ve wekî “jenosîd” pênase kiribû.

Piştî vê mijar ketibê rojeva hin welatan û Kanada, Fransa, Ermenistan, Îsraîl, Iraq, Belçîka, Hollanda û Almanya jenosîda Êzdiyan nas kirin.

Bi biryara Brîtanyayê, hejmara welatên jenosîda Êzidiyan nas kirin gihîşt 10’an.

Cara dawî, di Çileya 2023’an de Almanya bi biryara parlamentoya federal jenosîdê nas kiribû.

Meseleya jenosîda Êzidiyan bi raporeke Konseya Mafên Mirov a Neteweyên Yekbûyî (UNHCR) hatibû rojeva qada navneteweyî.

UNHCR bi 2015’an de di rapora xwe ya di 2015’an de êrişa bi ser Şengalê ve wekî “jenosîd” pênase kiribû.

Meclîsa Nûneran a Amerîkayê jî di 2016’an de kiryarên li dijî Êzidiyan wekî jenosîd qebûl kir.

Piştî vê, mijar hat rojeva hin welatan û Kanada, Fransa, Ermenistan, Îsraîl, Iraq, Belçîka, Hollanda û Almanya jenosîda Êzdiyan nas kirin.

Jenosîda Êzidiyan

DAIŞ di Roja 3ê Tebaxa 2014’an de dest bi êrişa xwe ya berfireh a Şengalê kir.

Pêşmergeyên wezîfeya wan parastina Şengalê bû, di dewsa berxwedanê de terka herêmê kirin.

Piştî vekişîna Pêşmergeyan DAIŞ bi hêsanî kete nava bajarê Şengalê û piraniya wan jin 6417 Kurdên Êzidî revand.

Jin û keçên hatin revandin bûn koleyên vê rêxistinê rastî destdirêjiyê hatin.

Gelek zarokên Êzidî bi darê zorê tevlî çeteyên çekdar ên rêxistinê hatin kirin.

Ji ber vê êrişê 400 hezar Êzidî terka Şengalê kirin û li belavî dinyayê bûn.

Qederê  5000 Êzidî di jenosîda Şengalê de hatin kuştin.

Infowelat

Foto: Êzidiyên piştî êrişa DAIŞ’ê terka Şengalê dikin. /ANF 

Derbarê infowelat.com

Li vê jî binêre

VVJ and EFJ condemn raid on Kurdish TVs

Ronî Riha The Flemish Union of Journalists and the European Federation of Journalists have condemned …