10,000 kes ji bo serxwebûna Galê meşiyan

Li Welatê Galê meşeke ji bo self-determînasyonê hate lidarxistin.

10,000 alîgirên serxwebûnê tevlî vê meşa girseyî bûn.

Welatê Gal careke din ji bo serxwebûnê kete nava tevgerê.

Li bajarê Bangorê meşeke ji bo self-determînasyonê hate lidarxistin.

10,000 alîgirên serxwebûnê tevlî vê meşa girseyî bûn.

Çalakî ji aliyê YesCymru and AUOBCymru (All Under One Banner) ve hate birêxistinkirin.

Her du komên navborî ji bo belavkirina fikra serxwebûnê di nava civakê de xebatan dimeşînin.

Bi dûv meşê re, nûnerên tevgera serwebûnê axivîn û banga xurtkirina doza serxwebûnê kirin.

Herwiha, li ciyê kombûna girseyê bernameyeke muzîkê jî hate lidarxistin.

Kurtedîroka meşên serxwebûnê

Li Galê desteka ji bo serxwebûnê  sal bi sal mezin bû û niha ji 30 ji % derbas kiriye.

Meşa ewil a ji bo serxwebûna Welatê Gal, di bin pêşengiya Yes Cymruyê de 7 sal berê dest pê kiribû.

Meş, bi zêdebûna tevlîbûna civakî, di nava demê de bandora xwe hîn bêtir zêde kiribûn.

Meşa beriya niha di Gulanê de hatibû lidarxistin û 6,000 kes tevlî bûbûn.

Li Welatê Galê desteka ji bo serxwebûnê ya civakî di 2019’an de li derdora 21 ji % bû.

Ev destek sal bi sal mezin bû û tê ragihandin, niha ji 30 ji % derbas kiriye.

Welatê Gal

Nifûsa Galê di ser 3 milyonî re ye û berfirehbûna wê bi qasî 20 hezar km2 ye.

Li Welatê Galê ligel Îngilîzî zimanê Galî xwedî statuya fermî ye.

Welatê Gal (bi zimanê Galî Cymru) tevlî Skotland û Îrlandaya Bakur herêmeke xweser a bi ser Brîtanyayê ve ye.

Welatê Gal li başûrêrojavayê Brîtanyayê ye. Welêt, xwedî statuyeke lawaz a otonomiyê ye. /Harîte: Wikipedia

Nifûsa Galê di ser 3 milyonî re ye û berfirehbûna wê bi qasî 20 hezar km2 ye.

Li Welatê Galê ligel Îngilîzî zimanê Galî xwedî statuya fermî ye.

Brîtanya di 1999’an de bi awayekî fermî otonomiya Galê nas kir.

Bi dûv vê re, parlamentoya herêmî Senedd hat avakirin û hukumeta Galê dest bi kar kir.

Foto: Meşa serxwebûnê ya li Bangorê ya 23’yê Îlonê. /Thecanary.co.uk

infowelat

Derbarê infowelat.com

Li vê jî binêre

Yûnanistan di 1829an de bû serbixwe

Gelê yûnan di 1821an de li hemberê osmanîyan dest bi serhildaneke çekdarî kir. Di encama …