Orkney veqetîna ji Brîtanyayê gotûbêj dike

Gelo wê Orkney ji Brîtanyayê veqete û tevlî Norwêcê bibe?

Serokê Konseya Orkneyê James Stockan çendekî berê diyar kir, Orkney “formên rêvebiriyeke nû” gotûbêj dike.

Lîderê Orkneyê got, ji ber “têkiliyên kûr ên çandî” girav herî zêde nêzîkî Norwêcê ne.

Gelo wê Orkney ji Brîtanyayê veqete û tevlî Norwêcê bibe?

Ev pirs, piştî daxuyaniyeke rêvebiriya herêmî ket rojeva Brîtanyayê.

Serokê Konseya Orkneyê James Stockan çendekî berê diyar kir, Orkney “formên rêvebiriyeke nû” gotûbêj dike.

Lîderê Orkneyê got, ji ber “têkiliyên kûr ên çandî” girav herî zêde nêzîkî Norwêcê ne.

Herwiha Stockan qala Giravên Faro û Channel Islandsê jî kir û statuya wan ji bo Orkneyê mînak nîşan da.

Stockan di daxuyaniyeke xwe ya ji bo medyayê wiha axivî:

Li kolanên Orkneyê mirov tên cem min û vê dibêjin: em ê kengî deynê cihêzê Margaretê bidin? Em ê kengî tevlî Norwêcê bibin? Em ji aliyê çandî ve xwe pir nêzîkî Norwêcê dibînin. Niha dem hatiye em binêrin ka ji bo vê em dikarin çi bikin?

Serokê Konseya Orkneyê di daxuyaniya xwe de rexneyên giran li hukumetên Brîtanya û Skotlandê jî kirin û got, ew ji giravên Shetland û Western Islesê kêmtir pere ji butçeyê werdigirin.

Pêşniyaza rêvebiriya herêmî ya ji bo gotûbêja li ser statuya giravan wê îro were rojeva Konseya Orkneyê.

Pisporên li ser mijarê diyar dikin, ji bo guherîna statuyê divê referandûm bên lidarxistin û veqetîna giravê bi Londonê re bê muzakerekirin.

Aliyekî din ê di vê mijarê de balê dikişîne ser xwe, bandora nîqaşên li Orkneyê yên li ser Giravên Shetlandê ne.

Shetland jî wekî Orkneyê komeke giravên Skotlandê ne ku li bakurê welêt cî digirin.

Bawerî ev e, eger statuya Orkneyê biguhere îhtimal heye wê Shetland jî heman daxwazî bike.

Ji ber ku her du herêm bi ser Skotlandê ve ne, ev ê jî bandoreke xerab li vî welatî bike.

Profîla Orkneyê

Orkney heta 1472’an parçeyeke dewleta Norwêc-Denmarkê bû.

Girav, bi zewaca prenses Margaretê ya Denmarkê bi Qralê Skotlandê James III re diyariya Skotlandê hati kirin.

Orkney komeke giravên bi ser Skotlandê ve ne û ku li bakurê vî welatî ne.

Nifûsa giravan bi tevahî encax piçekî ji 22,000’î derbas dike.

Orkney komegiravên li bakurêrojhilatê Skotlandê ne. Girav di 1472’an de ket bin kontrola Skotlandê. Harîte: Orkney/Wikipedia

Girav yek ji 32 konseyên Skotlandê pêk tînin û wekî konseyên din, di Parlamentoya Skotlandê de tên temsîlkirin.

Orkney heta 1472’an parçeyeke dewleta Norwêc-Denmarkê bû.

Girav, bi zewaca prenses Margaretê ya Denmarkê bi Qralê Skotlandê James III re diyariya Skotlandê hati kirin.

Tê ragihandin, ev yek ji ber krîza aboriyê ya Norwêc-Denmarkê pêk hat.

Ev jî tê vê wateyê, eger rewşa aboriyê ya vê dewletê baş bûna niha Orkney bi ser Norwec an Denmarkê ve bû.

 

 

 

Derbarê Necat Ayaz

Necat Ayaz is an exiled Kurdish writer and journalist originally from Turkey. He is editor and founder of Infowelat online magazine since 2013. He has been living in Belgium since 2020. He is the author of Katalonya: Dirok Ziman Otonomi (Catalonia: History Language and Autonomy) and Ispanya”da Ozyonetimin Tarihi (The History of Self-Government in Spain).

Li vê jî binêre

VVJ and EFJ condemn raid on Kurdish TVs

Ronî Riha The Flemish Union of Journalists and the European Federation of Journalists have condemned …