Skotland stratejiya serxwebûnê diyar kir

Li gorî stratejiya nû ya du konferansa Aberdeenê de hat qebûlkirin, hilbijartina bê wê bibe referandûmeke de facto ya ji bo serxwebûnê.

SNP wê hewl bide ji 29 kursiyên Skotlandê yên li Parlamentoya Brîtanyayê de bi dest bixe.

Skotland di riya xwe ya serxwebûnê de konferanseke krîtîk li dûv xwe hişt.

Di bernameya di dawiya hefteyê de, Partiya Netewperest ê Skotlandê (SNP) stratejiyeke nû qebûl kir.

Serokwezîra berê ya Skotlandê Nicola Sturgeon destekê da stratejiya nû.

Li gorî stratejiya nû ya du konferansa Aberdeenê de hat qebûlkirin, hilbijartina bê wê bibe referandûmeke de facto ya ji bo serxwebûnê.

SNP wê hewl bide ji 29 kursiyên Skotlandê yên li Parlamentoya Brîtanyayê de bi dest bixe.

Skotland di Parlamentoya Brîtanyayê de bi 57 wekîlan tê temsîlkirin.

Ku ev yek pêk were, Skotland wê ji bo referandûmeke serxwebûnê gav bavêje.

Par, Dadgeha Bilind a Brîtanyayê bi biryarekê pêşiya lidarxistina referandûmeke din a ji bo serxwebûnê girtibû.

Dadgehê diyar kiribû, Parlamentoya Skotlandê ji bo referandûmê divê pêşiyê bi hukumeta Brîtanî re li hev bike.

Hilbijartina giştî ya Brîtanyayê wê di 2025’an de bê lidarxistin.

Yekitiya siyasî û sivîl

Yekitiya Skotlandê wê di bin Konvansiyona Destûra Bingehîn de pêk were û tê de wekîlên Skotlandî yên li parlamentoyên Brîtanya û Skotlandê ligel nûnerên civaka sivîl cî bigirin.

Delegeyên SNP’ê di konferansa Aberdeenê de pêvekeke jî ku li biryarê hate zêdekirin, qebûl kirin.

Li gorî vê, eger Brîtanya muzakereyan red bike wê SNP’ê vê carê hilbijartina giştî ya Skotlandê ji bo referandûma serxwebûnê bi kar bîne.

Hilbijartina ji bo Parlamentoya Skotlandê wê di 2026’an de bê lidarxistin.

Beriya lidarxistina referandûma yekalî ya ji bo self-determînasyonê wê yekitiya gelê Skotlandê bê avakirin.

Ev yekitî wê di bin banê Konvansiyona Destûra Bingehîn de pêk were û tê de wekîlên Skotlandî yên li parlamentoyên Brîtanya û Skotlandê ligel nûnerên civaka sivîl cî bigirin.

Foto: Harîteya Skotlandê. / Flicr

Infowelat

Derbarê infowelat.com

Li vê jî binêre

VVJ and EFJ condemn raid on Kurdish TVs

Ronî Riha The Flemish Union of Journalists and the European Federation of Journalists have condemned …