Hukumeta Galê dixwaze heta sala 2050 hemû zarok bikaribin bi zimanê Galî biaxivin.
Di çarçoveya plana ji bo ziman de, hukumeta herêmî bi partiya serxwebûnxwaz Plaid Cymru re Peymana Hevkariyê îmze kir.
Hukumeta Welatê Galê ji parastina ziman planeke qanûneke berfireh amade dike.
Armanca hukumetê ev e, heta sala 2050 hemû zarok bikaribin bi zimanê Galî biaxivin.
Hukumet ji bo ev pêk were, dixwaze hemû zarokên li Galê fêrî zimanê xwerû yê welêt bibin.
Di çarçoveya plana ji bo ziman de, hukumeta herêmî bi partiya serxwebûnxwaz Plaid Cymru re Peymana Hevkariyê îmze kir.
Bi vê peymanê re, hukumet belgeyeke bi navê White Paper a ku pêşniyazên ji bo naveroka qanûna nû cî digirt weşand.
Aliyên herî girîng ên vê belgeyê wiha ye:
Armanca hukumetê ev e milyoneke welatî bi zimanê Galî biaxivin
Divê Zimanê Galî bibe zimanekî ferz ê perwerdeyê
Ji bo hemû beşên civakê astên zanîna ziman wê bê standartkirin
Plana Neteweyî ya ji bo fêrbûna zimanê Galî wê ji aliyê wezaretên Galê ve bê amadekirin. Ev plan wê di her sala nû ya Parlamentoyê de bê nûkirin
Reforma ji bo belediyeyan da ku hebûna zimanê Galî ya di dibistanên wan de bê misogerkirin
Divê belediye bi awayekî aktîf tevlî têkoşîna ji bo parastina ziman bibin
Hukumeta Galê diyar kir, ji bo pêşniyazên derbarê qanûna nû de werbigire, ew ê pêşnûmaya hatiye amadekirin di 16yê hezîranê de pêşkêşî raya giştî bike.
Paşê jî wê pêşniyazqanûn pêşkêşî Seneddê (Parlamentoya Galê) bê kirin.
Welatê Gal
Brîtanya piştî nîqaşên bi salan dom kirin, di 1999’an de otonomiya Galê nas kir.
Bi vê rejî parlamentoya herêmî ya wekî Senedd tê binavkirin, hate damezrandin.
Welatê Gal (bi Galî Cymru) herêmeke xweser a bi ser Brîtanyayê ve ye. Brîtanya piştî nîqaşên bi salan dom kirin, di 1999’an de otonomiya Galê nas kir.
Welatê Gal (bi Galî Cymru) herêmeke xweser a bi ser Brîtanyayê ve ye.
Brîtanya piştî nîqaşên bi salan dom kirin, di 1999’an de otonomiya Galê nas kir.
Bi vê rejî parlamentoya herêmî ya wekî Senedd tê binavkirin, hate damezrandin.
Nifûsa Galê di ser 3 milyonî re ye û berfirehbûna wê bi qasî 20 hezar km2 ye.
Li Galê ligel îngilîzî zimanê Galî jî fermî ye û parastina ziman wekî parçeyeke doza neteweyî tê qebûlkirin.
Li gorî anketeke 2021’an, 35 ji % civaka Galê otonomiyeke berfireh dixwazin.
Necat Ayaz is an exiled Kurdish writer and journalist originally from Turkey.
He is editor and founder of Infowelat online magazine since 2013.
He has been living in Belgium since 2020. He is the author of
Katalonya: Dirok Ziman Otonomi (Catalonia: History Language and Autonomy) and Ispanya”da Ozyonetimin Tarihi (The History of Self-Government in Spain).