Welatê Gal ji bo serxwebûnê meşiya

6.000 kes li bajarê Swanseayê ya li Welatê Galê ji bo serxwebûnê meşiyan.

Şîrketên anketê radigihînin, li  Galê desteka ji bo serxwebûnê gihîştî ye 36 ji %.

Li Welatê Gal a li Brîtanyayê, dawiya vê hefteyê ji bo serxwebûnê çalakiyeke girseyî hate lidarxistin.

Bi hezaran kesên destêkê didan serxwebûnê li Swanseayê daketin kolanan.

Çalakiya girseyî ji aliyê koma Yes Cymru û AUOB (All Under One Banner) Cymru ve hate birêxistinkirin.

Hat ragihandin, li derdora 6,000 kes tevlî meşa Swanseayê ya roja Şemiyê bûn.

Ev çalakî, bû meşa şeşemîn a Yes Cymruyê ku heft sal berê hatibû damezrandin.

Anketên dawî nîşan didin, desteka ji bo serxwebûna Welatê Galê her ku diçe zêde dibe.

Du şîrketên anketê ragihandibûn, li Welatê Galê desteka ji bo serxwebûnê gihîştî ye 36 ji %.

Qismeke miletê Welatê Gal jî dixwazin otonomiya heyî hîn bêtir bê xurtkirin.

Deh sal berê kesên serxwebûnê daxwaz dikirin bi tenê 5 ji % nifûsa welêt bûn.

Alîgirên otonomiyeke berfireh

Qismeke miletê Welatê Gal jî dixwazin otonomiya heyî hîn bêtir bê xurtkirin.

Hêjayî gotinê ye, di Sibatê de bi pêşengiya sendîkaya Unison Cymru Walesê proseyeke nîqaşa li ser otonomiyê dest pê kiribû.

Sendîkaya navborî tevlî çend komên din ên civakî daxwaza berfirehkirina otonomiya Welatê Galê kiribû.

Serokwezîrê Brîtanyayê Rishi Sunak li ser vê daxwazê daxuyaniyek dabû û transfera erkên nû yên ji bo Welatê Galê red kiribû.

Senedd parlamentoya neteweyî ye

Parlamentoya Galê Senedd ji 60 wekîlên pêk tê û di parlamentoyê de partiya serxwebûnxwaz Plaid Cymru xwedî 12 wekîlan e.

Welatê Gal (bi Galî Cymru) herêmeke xweser a li rojavayê Brîtanyayê ve ye.

Senedd Parlamentoya Welatê Galê ye. Li welêt, Şaxa herêmî ya Partiya Kedê ya Brîtanyayê li ser kar e.  

Brîtanya di 1999’an de statuya otonomiya Galê qebûl kir û welêt parlemena bi navê Senedd hate avakirin.

Senedd ji 60 wekîlên pêk tê û di vê parlamentoyê de partiya serxwebûnxwaz Plaid Cymru xwedî 12 wekîlan e.

Piraniya parlemenê di bin kontrola şaxa Partiya Kedê ya Brîtanyayê de ye.

Derbarê Necat Ayaz

Necat Ayaz is an exiled Kurdish writer and journalist originally from Turkey. He is editor and founder of Infowelat online magazine since 2013. He has been living in Belgium since 2020. He is the author of Katalonya: Dirok Ziman Otonomi (Catalonia: History Language and Autonomy) and Ispanya”da Ozyonetimin Tarihi (The History of Self-Government in Spain).

Li vê jî binêre

VVJ and EFJ condemn raid on Kurdish TVs

Ronî Riha The Flemish Union of Journalists and the European Federation of Journalists have condemned …