Generated by IJG JPEG Library

Nicola Sturgeon îstifa kir

Nicola Sturgeon: Ji bo vê, divê em dijberiyên polîtîk bi dawî bikin. Niha ez gihîştime wê qenaetê ku lîdereke nû dikare baştir vî karî bike.

Nicola Sturgeon ligel rêvebiriyê wê terka serokatiya partiya li ser kar SNP (Partiya Netewperest a Skotlandê) jî bike.

Lîdera Skotlandê Nicola Sturgeon bi biryareke surprîz ji karê xwe îstifa kir.

Serokwezîra Skotlandê ku di fermiyetê de payeya wê Wezîra Yekemîn e, bi daxuyaniyekê sebebên biryara xwe îzeh kir.

Sturgeon got, ew nema dikare yekitiya alîgirên serxwebûnê bidomîne û lewma jî îstîfa dike.

Sturgeon diyar kir, piraniya gelê Skotlandê destekê didin serxwebûnê û ji bo ev pêk were, divê pêşî yekitiya komên polîtîk bê avakirin.

Lîdera skotî gotinên xwe wiha dom kir:

Ji bo vê, divê em dijberiyên polîtîk bi dawî bikin. Niha ez gihîştime wê qenaetê ku lîdereke nû dikare baştir vî karî bike.

Nicola Sturgeon ligel rêvebiriyê wê terka serokatiya partiya li ser kar SNP (Partiya Netewperest a Skotlandê) jî bike.

Kurteçîroka serfiraziya Sturgeon

Partiya Sturgeon SNP di hilbijartinên Brîtanyayê ya di 2015’an gihîştibû serfiraziyeke mezin.

SNP 56 ji 59 kursiyên Parlamentoya Skotlandê bi dest xistibû û bi vê encamê bûbû partiya sêyemîn a mezin a Brîtanyayê.

Lîdera Skotlandê 8 sal berê, di dema referandûma serxwebûnê ya 2014’an de hatibû ser kar.

Di dengdana dîrokî de 55 ji % welatiyan li dijî serxwebûnê dengên xwe bi kar anîbûn.

Digel vê jî, cara ewil meseleya serxwebûna Skotlandê ketibû rojeva raya giştî ya cîhanê.

Partiya Sturgeon SNP di hilbijartinên Brîtanyayê ya di 2015’an de gihîştibû serfiraziyeke mezin.

SNP 56 ji 59 kursiyên Parlamentoya Skotlandê bi dest xistibû û bi vê encamê bûbû partiya sêyemîn a mezin a Brîtanyayê.

Dijberiyên London û Edinburgê

Lêbelê di demên dawî de rêvebiriya Sturgeon a li Edinburgê bi Brîtanyayê re rastî hin probleman hatibû.

Kurtedemek berê Dadgeha Bilind a Brîtanyayê biryar dabû, Skotland nikare referandûmeke duyemîn a serxwebûnê li dar bixe.

Yek ji meseleyeke din a di navbera Skotland û Londonê de bûbû problem, qanûneke Parlamentoya Skotlandê bû.

Skotlandê du meh berê qanûneke nîqaşbar a li ser kesên transseuksuelan qebûl kiribû.

Qanûn mecbûriyeta rapora tibî ya ji bo transeksuelan betal kiribû û temenê naskirina fermî ya ji bo transseksuelan ji 18’an daxistibû 16’yan.

Herwiha Parlamentoya Skotlandê mafê prosedûrên guherandina zayendê hêsan kiribû.

Hukumeta Londonê derbarê vê qanûnê de daxuyaniyek dabû û diyar kiribû, ew ê vê qanûnê veto bike.

———————

Foto: The Scotsman

Derbarê Necat Ayaz

Necat Ayaz is an exiled Kurdish writer and journalist originally from Turkey. He is editor and founder of Infowelat online magazine since 2013. He has been living in Belgium since 2020. He is the author of Katalonya: Dirok Ziman Otonomi (Catalonia: History Language and Autonomy) and Ispanya”da Ozyonetimin Tarihi (The History of Self-Government in Spain).

Li vê jî binêre

Konseya Cornwallê: Zimanê kernewek biparêzin

Konseya Cornwallê di 10. salvegera naskirina ziman a di bin Peymana Çarçove ya Parastina Kêmarên …