Skotland Wezareta Serxwebûnê damezrand

Hukumeta nû ya Skotlandê Jamie Hepburn wekî Wezîrê Serxwebûnê peywirdar kir.

Wezaret wê karûbarên ji bo proseya serxwebûna Skotlandê fînanse bike.

Yek ji karê Wezareta Serxwebûnê jî kordînekirina hemû xebatên ji bo serxwebûna welêt e.

Skotlanda ji Brîtanyayê serxwebûna xwe daxwaz dike wê ji îro pê ve bibe xwediyê Wezîrê Serxwebûnê.

Biryara avakirina wezareteke bi vî rengî ji aliyê hukumeta nû ve hate girtin.

Serokwezîrê nû yê Skotlandê Hemze Yûsif diyar kir, wezareteke wiha ji bo Skotlandê pêwîst e.

Yûsif got, ew ê wezaret karûbarên ji bo proseya serxwebûna Skotlandê fînanse bike.

Yek ji karê Wezareta Serxwebûnê jî kordînekirina hemû xebatên ji bo serxwebûna welêt e.

Heta niha detayên karê vê wezaretê ji aliyê hukumetê ve nehatine eşkerekirin.

Kî ye Wezîrê Serxwebûnê?

Hukumeta nû ya Skotlandê Jamie Hepburn wekî Wezîrê Serxwebûnê peywirdar kir.

Hepburnê 42 salî ji salên xwendekariya xwe û vir ve endamê Partiya Netewperest ê Skotlandê ye (SNP).

Herwiha Hepburn ji 2011’an û vir ve endamê Parlamentoya Skotlandê ye.

Beriya niha, Jamie Hepburn di Wezareta Spor, Kar û Perwerdeya Bilind de jî xebatê kiribû.

Meseleya serxwebûnê

Skotland welatekî li bakurê Brîtanyayê ye ku ji destpêka sedsala 18. û vir ve di bin kontrola vê dewletê de ye.

Skotland di 1999’an de bi riya statuya otonomiyê bû xwedî parlamentoya neteweyî.

Skotland welatekî li bakurê Brîtanyayê ye ku ji destpêka sedsala 18. û vir ve di bin kontrola vê dewletê de ye.

Berfirehbûna welêt 78,782km2 ye û nifûsa wê di ser 5 milyonî re ye.

Skotland di 1999’an de bi riya statuya otonomiyê bû xwedî parlamentoya neteweyî.

Li ser daxwaza partiya li ser kar SNP’ê, di 2014’an de li Skotlandê referandûma serxwebûnê hatibû lidarxistin.

Di referandûmê de 55 ji % welatiyan li dijî serxwebûnê dengên xwe bi kar anîbûn.

Daxwaza lidarxistina referandûma duyemîn a serxwebûnê di mijdara 2022’an de ji aliyê Dadgeha Bilind a Brîtanyayê ve hatibû redkirin.

Lê digel vê jî lîdera SNP’ê diyar kiribû, ew ê Skotland yekalî referandûmeke serxwebûnê li dar bixe.

Derbarê Necat Ayaz

Necat Ayaz is an exiled Kurdish writer and journalist originally from Turkey. He is editor and founder of Infowelat online magazine since 2013. He has been living in Belgium since 2020. He is the author of Katalonya: Dirok Ziman Otonomi (Catalonia: History Language and Autonomy) and Ispanya”da Ozyonetimin Tarihi (The History of Self-Government in Spain).

Li vê jî binêre

Repertuwara Stranên Kurdî bo Gîtarê derket

Pirtûkeke li ser stranên kurdî yên gîtarê êdî online dikare bê peydekirin. Di berhemê de …