Wergera katalanî ya pirtûka ramanger Tariq Alî a li ser Winston Churchill hat weşandin.
Di danasîna pirtûkê de ligel nîjadperestî û parazvaniya ji bo emperyalîzmê, heyraniya wî ya ji bo Franco û Mussolini jî derket pêş.
Wergera katalanî ya pirtûka ramanger Tariq Alî a li ser Winston Churchill hat weşandin.
Ev pirtûka di 2022’an de bi Îngilîzî hatibû weşandin, gelek balê kişandibû ser xwe.
Tariq Aliyê ku di heman demê de nivîskar, rojnameger, dîrokzan û aktîvîstekî siyasî ye, Churchill bi otorîterîzm û nîjadperestiyê sûcdar dike.
Cara ewil, Hannah Arendt lîderê brîtanî Churchill tevlî Hîtler û Stalîn bi totalîterîzmê sûcdar kiribû.
Bo boneya wergera pirtûka bi katalanî, taybetiyên Churchill ket rojeva raya giştî ya katalan.
Di danasîna pirtûkê de ligel nîjadperestî û parazvaniya ji bo emperyalîzmê, heyraniya wî ya ji bo Franco û Mussolini jî derket pêş.
Di nûçeya di malpera Vilaweb de hat weşandin, wiha hat gotin:
“Dema faşîstên Îtalyan, Nazî û Francoîst cara ewil li Ewrûpayê nişteciyên sivîl ên bêparastin ên Barcelona, Madrîd û Gernikayê bomberan kirin, wî li Downing Streetê li vê rewşê bi dilrihetî temaşe dikir.”
Kurdan bomberan kir
“Niha ereb û kurd piştî windahî û zirara mezin dizanin bomberan tiştekî çawa ye. Di 45 deqeyan de mimkûn e hemû bajarekî xwedî mezinbûneke normal ji harîteyê bê paqijkirin û yek ji sêyan nişteciyên wî bê kuştin.”
Churchill ji bilî dayina fermana ji bo zilma Brîtanya ya li çaraliyê cîhanê, berpirsê bomberana kurdan li Başûrê Kurdistanê ye jî.
![](https://infowelat.com/wp-content/uploads/Screenshot-2023-12-05-203603-198x300.png)
Di nûçeyê de tê ragihandin, Churchill fermana bomberana kîmyewî ya kurdan daye.
Nûçe wiha berdewam dike:
Hevalê wî fermandarekî RAFê (Hêzên Hewayî yên Kraliyetê) ku wekî Harrisê Bombeker tê naskirin, pir eşkere dipeyivî: “Niha ereb û kurd piştî windahî û zirara mezin dizanin bomberan tiştekî çawa ye. Di 45 deqeyan de mimkûn e hemû bajarekî xwedî mezinbûneke normal ji harîteyê bê paqijkirin û yek ji sêyan nişteciyên wî bê kuştin.”
Infowelat
Foto: Winston Churchill /Vilaweb