Ewrûpa ji bo ziman bang li Brîtanyayê kir

Konseya Ewrûpayê bang li Brîtanyayê kir zimanên kêmar ên di nava sînorên xwe de biparêze.

Di rapora konseyê de zimanên li Bakurê Îrlandayê, Skotland, Cornwall û Welatê Galê cî girtin.

Rapor bi mebesta şopandina Konvansiyona Çarçove ya ji bo Parastina Kêmarên Neteweyî (FCPNM) hate nivîsandin.

Ewrûpayê rapora xwe ya derbarê meşandina Konvansiyona Çarçove ya ji bo Parastina Kêmarên Neteweyî (FCPNM) ya li Brîtanyayê weşand.

Di rapora ji aliyê Komîteya Şêwirmend ve hate nivîsandin, zimanên kêmar ên li Îngilîstan, Bakurê Îrlandayê, Skotland û Welatê Galê cî girtin.

Belgeya Konseya Ewrûpayê hem rexne li hin polîtîkayan girt û hem jî ji bo cîbicîkirina (meşandin) peymanê pêşniyazan kir.

Bakurê Îrlandayê 

Di pêşniyazan de ji hukumetê hate xwestin, li gorî kotaya ji bo ziman hatiye diyarkirin tevbigere, hemû navên kolanan û trafîkê bi Îrlandî-Îngîlîzî binivîse.

Bi vê paragrafê Komîteya Şêwirmend kêmasiyên parastina zimanê Îrlandî/Galîkî ya li Bakurê Îrlandayê li ber çavan raxist:

Kêmasiyên bi israr ên rêvebiriya Bakurê Îrlandayê, bêguman cîbicîkirina Konvansiyona Çarçoveyê asteng dike û ev yek Komîteya Şêwirmend dixe nava alarmê.

Ji bilî vê, komîte ji hukumeta herêmî daxwaz kir “pratîkên baş ên parastina ziman û pêşniyazên pisporên navneteweyî li ber çavan bigire.”

Di pêşniyazan de ji hukumetê hate xwestin, li gorî kotaya ji bo ziman hatiye diyarkirin tevbigere, hemû navên kolanan û trafîkê bi Îrlandî-Îngîlîzî binivîse.

Naveroka raporê ya derbarê Bakurê Îrlandadayê de, Tevgera zimanê Îrlandî Conradh na Gaeilgeyê dilxweş kir.

Tevgera ziman, di daxuyaniya xwe de pêşniyazên Konseya Ewrûpayê bi kêfxweşî pêşwazî kir.

Skotland, Gal û Cornwall 

Ji hukumeta Brîtanî hate daxwazkirin, zimanê Cornwalî (bi zimanê herêmê Kernewek) têxe mifredeta perwerdeyê û ji bo perwerdeya bi vî zimanî têra xwe fonan ji saziyên sivîl re terxan bike.

Rapora Komîteya Şêwirmend a Konseya Ewrûpayê, di beşa xwe ya ji bo Skotlandê de ji bo parastina Galîkî bang li hukumeta herêmî kir.

Ji hukumeta Skotlandê hat daxwazkirin, zêdetir zimanê Galîkî bi kar bîne û polîtîkayeke nû ya ziman ji bo Skotlandê amade bike.

Brîtanya û çar herêmên wê yên otonom. Harîte: Abaroth.

Daxwaza herî berbiçav a ji hukumeta Welatê Galê derbarê problema kêmasiya xaniyan de bû.

Ji hukumetê hat xwestin, vê meseleyê çareser bike da ku kesên bi zimanê Galî diaxivin terka herêmê nekin.

Konseya Ewrûpayê di rapora xwe de cî da rewşa ziman a li Cornwallê (bi zimanê herêmê Kernow) jî.

Ji hukumeta Brîtanî hate daxwazkirin, zimanê Cornwalî (bi zimanê herêmê Kernewek) têxe mifredeta perwerdeyê û ji bo parastina ziman erkan transferê Konseya Cornwallê bike.

Necat Ayaz

Necat Ayaz is an exiled Kurdish writer and journalist originally from Turkey. He is editor and founder of Infowelat online magazine since 2013. He has been living in Belgium since 2020. He is the author of Katalonya: Dirok Ziman Otonomi (Catalonia: History Language and Autonomy) and Ispanya”da Ozyonetimin Tarihi (The History of Self-Government in Spain).

Li vê jî binêre

Ji bo zimanê baskî dimeşin

jBernameya beza Korrikayê ya ji bo parastina zimanê baskî dest pê kir. Meşa 10 roj …