Sirbên Kosovayê hilbijartinê boykot kirin

Li bakurê Kosovayê li herêma sirb lê dijîn hilbijartinên xwecîhî hatin lidarxistin.

Ji ber vê boykota serfiraz a sirban, hukumeta Kosovayê neçar ma hilbijartinan betal bike.

Ji 45,000 hilbijêran bi tenê 253 kes çûn ser sindoqan.

Li bakurê Kosovayê li herêma sirb lê dijîn hilbijartinên xwecîhî hatin lidarxistin.

Sirbên li herêmê li ser banga Srpska Lista (Lîsteya Sirban) dengdanê boykot kirin.

Ji 45,000 hilbijêran bi tenê 253 kes çûn ser sindoqan.

Ji ber vê boykota serfiraz, hukumeta Kosovayê neçar ma hilbijartinan betal bike.

Hilbijartin bi mebesta dawîanîna alozîya ji bo çar şaredarîyên herêmê, hatibû lidarxistin.

Di hilbijartinên nîsana 2023an de şaredarên alban li her çar şaredarîyan hatibûn ser kar.

Ev encam ji ber boykota sirbên li herêmê derketibû holê.

Vê zivistanê, ji bo lidarxistina hilbijartinên demokratîk bi hezaran welatîyên herêmê daxwaznameyekê îmze kiribûn.

Loma boykota sirban a di hilbijartinan de wekî surprîz tê şîrovekirin.

Bakurê Kosovayê û hebûna sirban

Piranîya nifûsa 10 beledîyeyên li herêmê bi giranî ji sirban pêk tê.

Sirbên li herêmê dixwazin bi rêya yekîtîya beledîyeyan herêmeka otonom bê lidarxistin.

Li herêma li bakurê Kosovayê ku li ser sînorên Sirbistanê ye, 140,000 sirb dijîn.

Piranîya nifûsa 10 beledîyeyên li herêmê bi giranî ji sirban pêk tê.

Niha çar ji van beledîyeyan, (Mitrovicaya bakur, Zvecan, Leposavic û Zubin Potok) ji ber boykota sirban di destên şaredarên albanîaxêf de ne.

Mitrovica wekî paytexta de facto ya vê herêmê tê qebûlkirin.

Nexşeya hebûna sirban a li Kosovayê. Sirb herî zêde li bakurê Mitrovicayê bi cî bûne. /Medyaya Sosyal

Sirbên li herêmê dixwazin bi rêya yekîtîya beledîyeyan herêmeka otonom bê lidarxistin.

Kosova vê yekê qebû nake û ev jî dibe sebeba alozîya etnîk a li herêmê.

Hêjayî gotinê ye, di Parlamentoya Kosovayê de ji bo temsîlkirina sirban kotayeka ku ji 10 kursîyan pêk tê, hatiye veqetandin.

Du wezîrên hukumeta Kosovayê jî herdem di kêmara sirban tên hilbijartin.

————————————–

Foto: Dîmeneke ji herêma sirban a li Kosovayê/BalkanInsight

Infowelat

 

Derbarê infowelat.com

Li vê jî binêre

Serokwezîrê Skotlandê îstifa kir

Serokwezîrê Skotlandê Hamza Yûsif ji karê xwe îstifa kir. Yûsif tevî serokwezîrtîyê, ji seroktîya Partîya …