Arşîvên Tag: ziman

Çawa zimanekî mirî tê vejandin?

Bi mirina Dolly re ya di 26’ê Kanûna 1777’an de, zimanê herêma Cornwallê jî êdî nema hatiye axaftin. Niha li seranserê Cornwallê 10,000 xwendekar di 50 dibistanan de fêrî zimanê Kernewek dibin. Gundê Mouseholê ya li Brîtanyayê ciyê dawî ye ku zimanê Cornwallî ango Kernewek lê hatiye axaftin. Ev der …

Bêtir »

Island ziman bi GPT-4 diparêze

Island ji bo parastina zimanê giravê niha li ser projeyeke pêşxistina softwareê dixebite. Ev proje, bi riya însîyatîfa serokê Islandê HE Guðni Th. Jóhannesson dest pê kir. Şîrketa OpenAI ku hevparê vê projeyê ye, ji bo zimanê îslandî wê bernameya GPT-4 amade bike. Welatê çiya û volkanan Island ji bo parastina …

Bêtir »

Valencia daxwaza otonomiyeke berfireh kir

Valencia herêmeke li rojhilatê Îspanyayê ye ku berfirehbûna erdên wê 23 255 km² ye. Nifûsa vê herêma li kêleka Derya Spî dirêj dibe, di ser 5 milyonî re ye. Valencia piştî demeke dirêj a bindestiyê, di 1982’an de statuya otonomiyê wergirt. Li Valenciayê ji bo parastina mafên herêmî çalakiyeke girseyî …

Bêtir »

Bakurê Baskê ji bo ziman meşiya

Di 22yê nîsanê de nêzîkî 4,000 kesên li Bayonneê ya li Fransayê kom bûn, meşeke girseyî li dar xistin. Armanca vê çalakiyê, bidestxistina  mafê lidarxistina azmûnên zanîngehê bi zimanê Baskî bû. Parazvanên zimanê Baskî li Fransayê çalakiyên xwe didomînin. Ciyê çalakiya dawî, bajarê Bayonne (bi zimanê Baskî Baiona) a li …

Bêtir »

Oksîtanî bi midaxaleyeke hiqûqî hate parastin

Parlamentoya Katalonyayê qanûneke derbarê zimanê Newala Aranê de qebûl kir. Bi vê qanûnê, zimanê Oksîtanî wekî “zimanê perwerdeyê” ya Aranê hate naskirin. Şerê hiqûqî ya di meseleya ziman de ya di navbera Îspanya û Katalonyayê de berdewam dike. Vê carê eniya şer Newala Aran e ku devereke xweser a li Katalonyayê …

Bêtir »

Fransa naxwaze belediye bi Katalanî biaxivin

Duh li Fransayê Dadgeha Îdarî ya Montpelierê ji bo dozeke sosret rûnişt Doz ji ber giliyê Parêzgeha Pyrenees-Orientales a li başûrê Fransayê tê lidarxistin Parêzgeh îdîa dike, bikaranîna Katalanî ya di civînên meclîsên belediyeyan de li dijî Destûra Bingehîn e Fransa bi riya dadgehê dixwaze pêşî li bikaranîna katalanî ya …

Bêtir »

Ji Perspektîfa Hîpoteza Sapir-Whorf: Raman û Ziman

Hîpoteza Sapir-Whorf, bi salan e eleqeya zimanzanan, antropologan û derûnasan dikişine. Li gor vê terorîyê, bastûra zimanekî, bandorê têgihiştin(cognition), nêrîna jiyanê û heta çanda axaftvanên wî zimanî dike(Sapir, 1929; Whorf, 1956). Her çend ev teorîyê di nav zanyaran de bê nîqaşêkirin jî, çarçoveyek balkêş ji bo analîzkirina zimanên cihêreng pêşkêşî …

Bêtir »

Galê plana parastina ziman amade kir

Hukumeta Galê dixwaze heta sala 2050 hemû zarok bikaribin bi zimanê Galî biaxivin. Di çarçoveya plana ji bo ziman de, hukumeta herêmî bi partiya serxwebûnxwaz Plaid Cymru re Peymana Hevkariyê îmze kir. Hukumeta Welatê Galê ji parastina ziman planeke qanûneke berfireh amade dike. Armanca hukumetê ev e, heta sala 2050 …

Bêtir »

Siyaset namzetiya Zana Farqînî red kir

Partiya Çep a Kesk namzetiya di lîsteya xwe ya ji bo hilbijartinê dezimanzanê Kurd Zana Farqînî nîşan neda. Ev jî di medyaya civakî de bû sebeba reaksiyonên tund ên li dijî vê partiyê. Partiya Çep a Kesk (YSP) lîsteya namzetên xwe yên ji bo hilbijartina 14ê Gulanê ya li Tirkiyeyê …

Bêtir »

Li Welatê Baskê şoreşa ziman

Encamên Anketa Sosyolîngûîstîk a 2021’an a Welatê Baskê hate weşandin. Daneyên dawî nîşan didin, di 30 salên dawî de 261.000 kes fêrî zimanê Baskî bûne. Ev serfirazî li Welatê Baskê ji bo parastina ziman wekî şoreşekê tê qebûlkirin. Li Welatê Baskê polîtîkaya parastina ziman encamên serfiraz bi xwe re tîne. …

Bêtir »

Ulysses hişmendiya kolonîzebûyî têk bir-1

Joyce bi berhemên xwe ve, nemaze bi Ulyssesa xwe ve, li hemberî kolonyalîzma giran a ingilîzan karekî gewre û ‘ezîm pêk aniye û berê hişmendiya kolonîzebûyî daye têkçûnê. Niha îro, bêtir ji her demê, pêdiviya me kurdan bi vê yekê heye. Nivîskar û wergêr Kawa Nemirî têkildarî wergera Ulyssesê got: …

Bêtir »

Zazakî wê li Stenbolê bê fêrkirin

Belediyeya Stenbolê ku 3 sal berê dest bi dayîna dersên kurdî (kurmancî) kiribû, niha jî ji bo kirmanckî/zazakî qursê vedike. Bernameya ku dê 96 saetan bidome, yên bixwazin dikarin navên xwe qeyd bikin. ÎSMEK (Qursên Perwerdehiya Pîşe û Hunerê) di bin banê Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê de di gelek …

Bêtir »

Zimanê Baskî û sektora kar

Hukumeta Welatê Baskê desteka xwe ya ji bo parastina ziman a di qada kedê de berdewam dike. Beşa Çandê û Polîtîkaya Ziman a hukumetê 2 milyon euroyê din ji bo vê qadê terxan kir. Armanca vê destekê ev e, hebûna zimanê Baskî di navendên kedê de bê xurtkirin. Hukumeta Welatê …

Bêtir »

Parastina ziman li Ewrûpayê sembolîk e

Akademîsyenê katalan Climent-Ferrando di raporê de diyar kir, digel Biryara Alfonsi ya di 2013’an de jî zimanên kêmar (hatine kêmarkirin) bi tenê bi awayekî sembolîk hatine naskirin. Ev jî tê vê wateyê, zimanên mijara gotinê di pratîka saziyên Yekitiya Ewrûpayê de nayên bikaranîn an parastin. Di Yekitiya Ewrûpayê û saziyên …

Bêtir »

Federalîzm û polîtîkayên ziman

Bi pergala federalîzmê, ligel statuyeke bilind a ji bo neteweyan fermiyeta zimanên bindest jî hatine naskirin. Forûma Federasyonan (Forum of Federations) di hejmara dawî ya kovara xwe de li ser parastina ziman a li dewletên federal sekineye. Ziman hêmaneke esasî ye ji bo nasnameya gelek miletan. Lewma jî li gelek …

Bêtir »

Ulysses bi kurdî hate weşandin

Berhema navdar a Ulysses a James Joyce bi kurdî hate weşandin. Çapa normal a Ulysses cara pêşî li Fûara Pirtûkan a Hewlêrê hate pêşkêşkirin. Berhema navdar a Ulysses a James Joyce bi kurdî hate weşandin. Ulyssesa ji aliyê Kawa Nemir ve hate wergerandin, ji aliyê weşanxaneya Avestayê hate weşandin. Çapa …

Bêtir »

Zimanê Korsîkayê li meclîsa giravê qedexe ye

Dadgeha li bajarê Bastiayê ya li Korsîka di biryara xwe de ragihand, tekane zimanê fermî yê Korsîkayê Fransî ye. Dadgehê bi biryara ku xwe spart Destûra Bingehîn a Fransayê, di Meclîsa Korsîkayê de bikaranîna zimanê Korsîkî qedexe kir. Dadgeheke Fransî bikaranîna zimanê Korsîkî ya di Meclîsa Korsîkayê de qedexe kir. …

Bêtir »

Romenî bû zimanê fermî yê Moldovayê

Parlamentoya Moldovayê zimanê welêt wekî “zimanê Romenî” pênase kir. Bi vê encamê, careke din siyaseta Moldovayê li ser meseleyeke bingehîn a welêt ji hev veqetiya. Alîgirên yekitiya bi Romanyayê re ku dixwazin Moldova ji Rûsyayê dûr be, pênaseya “Romenî” bi kar tînin. Li hember vê komê jî alîgirên Rûsyayê di …

Bêtir »

Siyasetên ziman ên aktorên Kurd li Almanyayê

Partiyên sereke yên siyasî yên Kurd, di salên 1990’î de li xelkê Kurd ê li Elmanyayê, yan weke miletekî ku berê xwe wê dîsa bide Kurdistanê nihêrî yan jî weke çavkaniyeke berhevkirina derfetên dewamkirina têkoşîna xwe. Siyaseta xwe ya ziman jî li gorî vê diyar kirin. Gava em behsa siyasetên …

Bêtir »