Doktor bi zimanê baskî diaxivin

Rêjeya zanîna ziman di nava xebatkarên tenduristiyê de îsal gihîşt 51 ji %.

Ev serfirazî bi saya polîtîkaya ziman a hukumetên Welatê Baskê hat bidestxistin.

Di bîst salên dawî de ji bo xebatkarên tenduristiyê 58,631 kursên ziman hatine dayin.

Zimanê baskî di xizmetên tenduristiyê de her ku diçe zêdetir tê bikaranîn.

Rêjeya zanîna ziman di nava xebatkarên tenduristiyê de îsal gihîşt 51 ji %.

Bîst sal berê, bi tenê 7.6 % xebatkarên vê qadê bi zimanê baskî dizanîbûn.

Ev serfirazî bi saya polîtîkaya ziman a hukumetên Welatê Baskê hat bidestxistin.

Wezarereta Tenduristiyê ya Welatê Baskê (Osakudetza) derbarê parastina ziman de agahiyên berdest parve kirin.

Wezaretê diyar kir, salane li derdora 350,000 kes xizmetên tenduristiyê bi baskî daxwaz dikin.

77 ji % nexweş dane zanîn, ew ji xizmetên bi zimanê baskî kêfxweş in.

58,631 kursên ziman

Wezîra Tenduristiyê ya Welatê Baskê Gotzone Sagardui. /Foto: Malpera Hukumeta Bask

Wezîra Tenduristiyê Gotzone Sagardui got, di bîst salên dawî de ji bo xebatkarên tenduristiyê 58,631 kursên ziman hatine dayin.

Bi van xebatên hîndekariyê, asta zanîna ziman a di nava xebatkarên tenduristiyê bilind bûye.

Hukumeta Baskê ji bo normalkirina bikaranîna ziman a di vê qadê de di 2003’an de Biryarnameya 67’an ragihandibû.

Bi vê biryarnameyê, ji bo bikaranîna ziman di qada tenduristiyê de hedefên mînîmûn hatibûn diyarkirin.

Li Baskê bikaranîna ziman

Li Welatê Baskê hejmara kesên zimanê baskî bi kar tînin gihîştiye 680.000’î.

Di 1991’an de 24 ji % civakê ango li derdora 400.000 kes bi baskî diaxivîn.

Anketa Sosyolîngûstîk a 2021’an a nîşan dabû, zanîna ziman a di nava civakê de pêş dikeve.

Daneyên vê vekolîna mezin derxistibû holê, di 30 salên dawî de 261.000 kes fêrî zimanê Baskî bûne.

Li gorî vekolînê, rêjeya zanîna ziman a civaka baskê gihîştiye 36 ji %.

Di 1991’an de 24 ji % civakê ango li derdora 400.000 kes bi baskî diaxivîn.

Ji vê hejmarê jî bi tenê 15 ji % di jiyana rojane de baskî ji îspanyolî zêdetir bi kar danîn.

Niha hejmara kesên zimanê Baskî bi kar tînin gihîştiye 680.000’î.

Ev serfirazî, ji aliyê parazvanên ziman û zimanzanan ve wekî şoreşeke ziman hatibû pênasekirin.

Infowelat

Foto: Ambûlansên Wezareta Tenduristiyê yên Welatê Bask /Foto: Elcorreo 

Derbarê infowelat.com

Li vê jî binêre

VVJ and EFJ condemn raid on Kurdish TVs

Ronî Riha The Flemish Union of Journalists and the European Federation of Journalists have condemned …