Peymana Belediyeyên Katalan ên Bê Sînor

66 belediyeyên katalan ên ji herdu parçeyên Katalonyayê civînekê li dar xistin.

Nûnerên katalan di civînê de Peymana Belediyeyên Katalan a Bê Sînor” îmze kirin.

Başûr û Bakurê Katalonyayê têkiliyên xwe yên çandî û zimanî xurtir dikin.

66 belediyeyên katalan ên ji herdu parçeyên welêt li Sant Cebrià de Rossellóyê civînekê li dar xistin.

Pêşengiya vê bernameyê ji aliyê komeleya çandê Angelets de la Térra ve hat kirin.

100 kesên ku ji şaredar û endamên meclîsên belediyeyan pêk dihatin, tevlî civînê bûn.

Di civînê de hevkariya di warê perwerde, çand, aborî û hin qadên din de hat gotûbêjkirin.

Yek ji armanca sereke ya civînê, tunehesibandina sînorên siyasî yên di navbera her du parçeyên Katalonyayê de bû.

Bi dûv gotûbêjan, nûnerên belediyeyên katalan Peymana Belediyeyên Katalan a Bê Sînor” îmze kirin.

Her belediyeya ku îmzeya xwe avêtin binê vê peymanê wê ji bo pêşxistina têkiliyên bakur û başûrê Katalonyayê mirovekî erkdar bike.

Kesên erkdar wê tevlî civînên bi belediyeyên din re bibin û çalakiyên ji bo hevkariyê li dar bixin.

Bakurê Katalonyayê

Belediyeyên li Bakurê Katalonyayê îsal ji bo bikaranîna katalanî di civînên xwe de rêziknameyên xwe guherandibûn.

Lêbelê li ser daxwaza waliyê herêmê, Dadgeha Îdarî ya Montpellierê biryara belediyeyan betal kiribû.

Bakurê Katalonyayê herêmeke bi qasî 4 116 km2  ye û di bin kontrola Fransayê de ye.

Nifûsa vê herêma ji aliyê dîrokî ve parçeyeke Katalonyayê bû, 450,000 e.

Bajarê herî mezin ê li vê herêma berûberê Çiyayê Pîrene dirêj dibe, Perpignan e.

Belediyeyên li Bakurê Katalonyayê îsal ji bo bikaranîna katalanî di civînên xwe de rêziknameyên xwe guherandibûn.

Lêbelê li ser daxwaza waliyê herêmê, Dadgeha Îdarî ya Montpelierê biryara belediyeyan betal kiribû.

Infowelat

Foto: Nûnerên belediyeyên katalan /Foto: X.com

Derbarê infowelat.com

Li vê jî binêre

VVJ and EFJ condemn raid on Kurdish TVs

Ronî Riha The Flemish Union of Journalists and the European Federation of Journalists have condemned …