Cîhan Roj: Hûn ê daneheviya sed salî ya nivîskî çi bikin?!

Ziman li hêlekê wekî xwezayê ye, ger hûn bi niyeta hin rewşan midaxeleyên zêde bikin hûn ê rastiyên wê hem xirab bikin hem jî talan bikin! Têkiliya bi zimên re qasî têkiliya bi xwezayê re hesas e! “

Pêşî li Bakur bi navê ‘Rêbera Rastnivîsînê’ xebatek hatibû çapkirin, û niha li Rojava pirtûkek li ser ‘standardkirina kurmancî’ bi navê “Rêzimana Kurmancî” çap bû û nîqaşa me bû mecbûrî. Piştî Îbrahîm Seydo Aydogan gotinên xwe gotin, vê carê me berê xwe da Cîhan Roj. Roj, pirsa “Hûn ê daneheviya sed salî a nivîskî çi bikin?!” dike.

JI 93’YAN VE KEDA LI SER KURDÎ

Nivîskar Cîhan Roj ji sala 1993’yan ve li ser wêjeyê xebatê dike. Heta niha nêzî 20 pirtûkên wî derketine. Di destpêka 2000’î de dema belavbûneke li nav wêjeya kurdî, kovargeriya kurdî de hebû li Îzmîrê bi beşdariya piraniya nivîskarên kurd ên li Bakur konferansa nivîskaran hat organîzekerin ku Roj yek ji pêşengên vê konferansê bû.

Ji wê rojê de jî di kovar û rojnameyên kurdî de, û bi piranî jî di quncikê xwe yê Diyarnameyê de li ser têkiliyên kurdî û wêjeyê, wêjeya honakî gotinên xwe anîn ziman.

‘GERE CELADET BEDIRXAN ESAS BÊ GIRTIN’

Di vê nîqaşa niha em têde ne de Cihan Roj jî bi twitek gotinên xwe nivîsî bû. Twîtek girîng bû loma me serî li wî da. Cihan Roj wisa dibêje, “Esasên gengêşiyê warê rêziman û zimanzaniyê xuya bike jî tesîr li nivîsevaniya kurdî dike. Bo qada edebî jî muhîm e ku Celadet Bedirxan esas were girtin. Hûn ê daneheviya sed salî a nivîskî çi bikin! Baş e ku qada edebî, nivîskî guh li hin midaxeleyên bingehîn nake! Bikaranîna alfabeyên cuda pir tişt ji kurdî birine. Bikaranîna ‘qaîdeyên bingehîn’ wê di kurdî de rê bide aloziyan ku xisarên mezin biqewimin! Bihêlin bila kurdî bi hemî halên xwe bikeve qada nivîskî. Pey re wê standartek bihemd biqewime!”

‘ÎCABÊ HEWLÊN HÊSANKIRINÊ NAKE, KURDÎ JI XWE HÊSAN E’

Em jê dipirsin, “wê xisarên çawa bide kurdî?”, ew dibêje, “Yek ji alî azînê ve ye ku derî eslê meselê gelek tiştên din wexta têne rojevê dibe polemîk û tevlîhevî çêdibe. Aydogan jî wekî gelek kesên bi ked di warê ziman û rêzimaniyê de, wêjeyê de heya niha li vî zimanî her zêde kiriye lê terz û seknên bi polemîk nahêlin xwendevan rexneyên li cî, pêşniyarên li cî derxin pêş. Ji salên nodî de, li Bakur ew awa gengêşî-polemîk bûn sebeb gelek fikir, dîtin û tespît bibin qurbana polemîkan! Xisara din a herî mezin digihîje kurdî ku ji ber gelek sebeban tiştên ne li cî, bilezûbez li kurdî têne ferzkirin. Min çîrok nivîsîn, şîyîr lêkirin, romanan dinivîsînim lewre ev gengêşî bo wêjevanan jî têra xwe muhîm e; qasî gramerê jiyana peyvan, mehne, îfade û bi gelemperî jiyana kurdî bi hêlên dîtir jî muhîm in. Kurdî têra xwe herikbar, hêsan û şayîk e; bi tevî ew qas zarava, devok û bi sedhezaran peyvan di berhemên edebiyata devkî de tu problem nayên jiyîn. Ger metnên edebiyata nivîskî ji qelemên hin nivîskaran tevlihev, giran bin ew arîşeyek din e; ew nivîskar gerek karibin têkiliya xwe û kurdî germ û xurt bikin. Bi dehan sal in em bi israr dibêjin di berhemên edebî de bi zimanekî din nefikirin, metnê saz nekin û di hemn demê de li kurdî wernegerînin, dernekevin nebêjin min bi kurdî nivîsî! Ji ber sebebên wisa jî têkiliya xwendevanan û hin berheman qels dimîne. Rastiyên wisa dibin sebeb vehesînek çêbe ku gerek ziman were hêsankirin lê şaş e!”

‘BILBIL BERSIVEK DAYE KU NE TU BERSIV E’

Li aliyê din Roj bi israr balê dide terza gengêşiyan, rexneyê li Mikail Bulbul jî digire û dibêje, “Mikaîl Bilbil jî bi heman hêrs, halê tevlîhev bêyî Aydogan mixatab bigire, bi awayek îndîrekt ‘bersivek’ daye ku bi tu awayî meriv nikare bêje bersiv e û xwendevan xweş dibîne ku ew hêrsa wî li hemberî gotinên derheq Weqfê de ne, lê ew jî sebir nake, bi awayek rêk û pêk bersivan nade rexneyan. Em nikarin behsa sekn û şêwazeke akademîk bikin! Halbûkî her du mijar jî pir muhîm in; yek derheq zimanê neteweyekê de ye a din jî mijareke derheq sazî, dezgeh, hêz, proje û fonan de ye! Ne ew mijar in nivîsevaniya kurdî, bi îfadeyên îndîrekt, bi şêwazên şaş û teng paşguh bikin!”

‘XWENDEVAN LI BENDA RÊ Û RÊÇIKÊN ZANISTÎ NE’

Cîhan Roj vê îdîayê derdixe pêş, “Bi bîr bixim ku nêzî deh panzdeh salan e gelek xwendevanên kurdî pêxim bi polemîkan naxin. Îfade û nêzikahiyên derî şêwazên gengêşîyan red dikin. Li bendê ne kesên bi îdîa, bi sebir, li gorî rê û rêçikên zanistî mijaran bînin rojevê.”

‘BI SEKNÊN HIYERARŞÎK MIROV NIKARE ZIMÊN KONTROL BIKE’

Em vê carê pirsê bi awayê provakatîf davêjin ber; “Tu di warê standardkirinê de kîjan alî mafdar dibînî?” Ew dibêje, “Gotina Aydogan a derheq midaxaleyên bingehîn de û xweferzkrinê de muhîm in. Ji esagirtina xebatên Celadet Bedirxan, Roger Lescot bigirin heya gelek kedkar û zimanzanên me ên hêja îro ro rê didin ku em karibin zimanê xwe peyderpey binasin. Ger ku kitêb bi alfabeya latînî bin meriv dikare kurdiya her hêlê xweş û baş, bi halê wan bixwîne. Heta ew rewş zêhn û zanînên me ên derheq zimên de zengîntir dikin. Bi seknên hîyerarşîk meriv nikare zimên kontrol bike, ew wekî av e rêya xwe dibîne.”

‘LÎRÎZMA KURDÎ TAYBETIYEK KURDÎ YE’

Di cihek de jî Aydogan dibêje, “Fonetîka kurdî xira dikin. Bi ya te xira dikin yan na? Çiqas xira dikin? Û li ser vê kesên pisporên kîjan qadê dikarin gotina xwe bejin?” Roj wisa dibersivîne: “Dixwazim li vir li gorî warê xwe hinek bi hemd tevdigerim; ziman candar e, têkiliyên bi zimên re alî elimîn, rihî û deng ve jî hêjayê bîrxistinê ye. Lîrîzma kurdî taybetiyek kurdî ye. Hukmê deng ê ji alî muzîkê ve yek ji reng û dengê kulturî û edebiyata devkî ye. Vêga xirabkirin çiqas biqewime, xirabkirineke bi çi awayî be wê zimanzan karibin gotinên xwe bêjin, ez dikarim ji xirabkirinê bêhtir balê bidimê ku ew midaxele astengiyan derdixin pêşberî xwendevan, nivîskar û zimên ku ew ji alî fonetîkê ve jî ji her zarava, devokê fêde bigirin, serbest tevbigerin! Ziman li hêlekê wekî xwezayê ye, ger hûn bi niyeta hin rewşan midaxeleyên zêde bikin hûn ê rastiyên wê hem xirab bikin hem jî talan bikin! Têkiliya bi zimên re qasî têkiliya bi xwezayê re hesas e! “

——————–

Ev gotar ji aliyê Cemil Oguz ve hatiye amadekirin û Diyarnameyê de hatiye weşandin. Sernivîs ji bo Infowelat hatiye kurtkirin. 

Foto: Cihan Roj /Kurdistan24

Derbarê infowelat.com

Li vê jî binêre

Valencia ji bo ziman û demokrasîyê meşîya

Di meşa bajarê li Valenciayê ku paytexta Herêma Otonom a Valenciayê ye, polîtîkayên hukumeta îspanyolîst-rastgir …